Nivîskarê Skoç James Kelman di peyama xwe de bang kir ku cîhan rastiyê bibîne û bi Rojava re di nava piştevaniyê de be.
Kelman got, “Ez piştgiriyê didin berxwedana gelê Rojava ya li dijî hovîtiya terorîst a dewleta Tirk û hikûmeta demkî ya Şamê. Rewşa li Heleb û Kobanê nîşan dide ku hevkariyeke sûc a navneteweyî ya hêzên Ewropa û Rojhilata Navîn heye. Armanca esas ji berê ve heman e: krîmînalîzekirina hemû netewa Kurd. Lê belê bi vî rengî ji bo Kurdistan ji jiyanê were qutkirin, dibe ku bikaranîna hemû hêzên leşkerî were rewakirin.
Tişta ku cîhan lê baldar be, dîtina rastiyê ye. Encex mirovên ji rêzê dikarin dawî li vê hovîtiyê bînin. Cîhan divê guhdar bike. Rastiyê bibîne; di nava piştevaniyê de be.”

