Greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan dabû destpêkirin, didome. Nobedarên Edaletê yên piştî greva birçîbûnê li gelek bajaran hatin destpêkirin, dewam dikin.
AMED
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li Amedê hatibû destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di roja 68’an de didome.
Çalakger ji aliyê endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê ve hatin ziyaretkirin.
Li ser navê Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Alimên Amedê Mele Yusuf Andan axivî û diyar kir ku di Îslamiyetê de cihê tecrîdê nîne. û wiha got: “Eger di pergala we de mirov bên tecrîdkirin, kuştin û bi darê zorê dest bi greva birçîbûnê bikin û hûn li hemberî vê yekê bêdeng bimînin, wû demê hûn bêwijdan in.”
Çalakî bi dirûşm û stranên Kurdî dewam kir.
ÊLIH
Nobeta Edaletê ya ku li Êlihê hatibû destpêkirin, li avahiya DBP’ê ya bajêr di roja 10’emîn de didome. Ziyaretvanên ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobetê, diyar kirin ku zext û polîtîkayên zilmê yên li girtîgehan li hemû beşên civakê belav dibe û bal kişandin ser girîngiya hevgirtinê.
MÊRDÎN
Endam û rêveberên Komeleya 78’an Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê hat lidarxistin ziyaret kirin. Li Nobeta Edaletê stran û helbestan hat hati xwendin. Mêvan û çalakgeran li ser azadiya Ocalan sohbet kirin. Li ser navê Komeleya 78’an Arif Turgay axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin Nobeta Edaletê û destnîşan kir ku ew ê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin berfirehtir bikin.
WAN
Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 68’an de berdewam dike. Şêniyên taxên Yali û Selîmbeyê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER)çûn serdana çalakgeran. Ji şêniyên taxa Yali Şadiye Aktî di axaftina xwe de diyar kir ku ew tecrîdê şermezar dikin û kesên di Nobeta Edaletê de cih girtine silav kir. Aktî got, “Tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li hemû girtîgehan û civakê belav bûye. Em vê rewşê qebûl nakin. Divê demildest tecrîd bê rakirin.”
STENBOL
Nobeta Edaletê ya ku di 13’ê Kanûna 2023’yan de bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê re (MATUHAYDER) li Stenbolê hatibû destpêkirin, li avahiya DEM Partî ya Esenyurtê di roja 60’emîn de didome. Li salona ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên “Em ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkînin, em bibin dengê girtîgehan” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, bibin dengê girtiyan”. Di nav wan de Tevgera Yekbûyî ya Karkeran (BÎH), Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û Rêxistina DEM Partî ya Beyoglûyê hebûn gelek kes çûn serdana Nobeta Edaletê.
Endama BÎH’ê Arzû Baysûngûr diyar kir ku berxwedana xizmên girtiyan bi nirx e û destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Endamê DÎK’ê Ekrem Baran jî diyar kir ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar dikin û got, “Di tu pirtûkê de cihê bêhiqûqiya Îslama siyasî nîne. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar dikin.”
Nobeta Edaletê bi stran û dirûşmeyên Kurdî dewam kir.