Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobetên Edaletê: Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîn bidome!
Rojane

Nobetên Edaletê: Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîn bidome!

Çalakvanên Nobeta Edaletê diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têkoşîna xwe mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Nobedarên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk li gelek bajaran hatine destpêkirin,didomin.

WAN

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya TUHAY-DER’ê li Wanê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 52’yemîn de didome. Çalakiya nobetê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome, ji aliyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê yên herêma Serhadê, endamên meclîsa partiyê, rêveberên navçeya Gewaşê û gelek kesan ve hat ziyaretkirin. 

Hevserokê Giştî yp DBP’ê Keskîn Bayindiraxaftinek kir û got, “Em spasdarê we ne. Hûn 10 sal in li dijî vê zilm û zordariyê têdikoşin. Em ê bi qasî hêza xwe li cem dayikên xwe bin. Em ê têkoşîna ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan tenê ji girtiyên siyasî re nehêlin. Berpirsyariyeke dîrokî û mezin dikeve ser milê me û em soz didin ku em ê vî barî hilgirin ser milê xwe. Heta ku Birêz Ocalan azad bibe em ê vê têkoşînê mezin bikin. Heta ku ji pirsgirêka kurd re çareserî bê dîtin em ê têkoşîna xwe mezin bikin û berfireh bikin. Em 10 sal in li hemberî vê zilmê bi îradeyeke xurt li ber xwe didin û bi hêza vê îradeyê em ê azadiya Birêz Ocalan misoger bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em weke siyasetmedar çi erk dikeve ser milê me amade ne ku pêk bînin.”.

Çalakiya nobetê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Girtî û Malbatên Hikumxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ve li avahiya komeleyê ya Mêrsînê hatiye destpêkirin, di roja 53’yemîn de didome. Di çalakiya nobetê de ku parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal, namzetên Hevşaredariya Akdenîzê yên DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê amade bûn û bênavber dirûşm berz kirin.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren di Nobeta Edaletê de axivî û got, “Heta ku ev tecrîda fîzîkî li ser Rêberê me rabe em ê vê nobetê bidomînin. Bi baweriya min ger bi Rêberê me re hevdîtin bê kirin wê aştî were Tirkiyeyê û ev şer wê bi temamî raweste.”

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal rojiyên mirinê yên li girtîgeha Amedê hatibû destpêkirin bi bîr xist û got, “Girtî baş dizanin ku ev rewş ne hiqûqî ye. Nêzîkatiya çareseriya pirsgirêka Kurd ev e. Nêzîkatiya li Îmraliyê jî nêzîkatiya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bi israr û zelal azadiya Birêz Ocalan tê xwestin.”

Çalakvanên nobetê piştre beşdarî ‘Panela Azadiya Jinê’ ya ku li Salona Dawetê ya Şah tê lidarxistin bûn.

Li Edeneyê jinên ku 53 roj in di bin pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) de Nobeta Edaletê li dar dixin, bi tevlîbûna “Panela Azadiya Jinê” ya li Mêrsînê pêk hat, çalakiya xwe berdewam kirin.

MÊRDÎN

Gelek kes çûn serdana Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê tê lidarxistin. Di çalakiyê de stran hatin gotin, Dayika Aştiyê Şukriye Çetîn diyar kir ku dixwazin bi Abdullah Ocalan re hemû girtî ji girtîgehê derkevin.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezan a Amedê hat destpêkirin, di roja 52’yan de didome. Kesên tev li nobetê bûn berdilkên bi nivîsa bi Kurdî û Tirkî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên navçeya Hezro ya DEM Partiyê û namzetên Hevşaredarên Hezroyê Hasîbe Yazdîk, Erhan Guven û xizmên girtiyan beşdarî nobetê bûn. Beşdaran di nobetê de stran û helbestên berxwedanê xwendin.

STENBOL

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê re (MATUHAYDER) li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê ya Stenbolê hatiye destpêkirin, di roja 44’an de didome.

Rêxistina navçeya Ataşehîrê ya DEM Partiyê û gelek jin çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê.

Di çalakiyê de ev peyam hatin dayîn: “Vîna jinan îradeyeke bi hêz e. Ji vê hêzê ditirsin. Heta jin azad nebin yek ji me azad nabe. Zarokên gelê Kurd berdêlên mezin dan. Divê em layiqî têkoşîn û berxwedana wan bin. Şerê ku dewlet dimeşîne bandorê li hemûyan dike. Ji rêberê me tu agahî tuneye. Heta ku em bigihêjin armanca xwe em ê di her qada jiyanê de li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin.”

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 14’an de didome. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk, rêveberên DEM Partiyê û gelek kes Nobeta Edaletê ya li nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê tê lidarxistin, ziyaret kirin.
Burcu Gul Çubuk got, “Faşîzma AKP-MHP’ê li girtîgehan plansaziyeke ku zext, tecrîd û sirgûnan zêde dike, pêk tîne. Ji destpêka greva birçîbûnê ve cezayên girtîgehê li malbatan tê birîn û li Girtîgeha Menemenê jî ceza li girtiyan hatiye birîn. Divê em bêdengiya ku îro jî didome bişkînin. Pêwîste li dijî tecrîda li Tirkiyeyê em dengê xwe bilind bikin.”

Dayika Aştiyê Nufusa Ataç got, “Heta ku tecrîd rabe wê çalakî bidomin. CPT û Ewropa çima dengê xwe bilind nake? Em dixwazin her kes dengê xwe bilind bike û tecrîd rabe.”

Hevserokê navçeya Menemenê ya DEM Partiyê Ekrem Karakoç jî diyar kir ku heta gelê Kurd azad nebe gelê Tirk azad nabe. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Canan Ûzûnay: Gel wê qeyûman ji holê rake
Nûçeya Pişt re KCK: Bersiva herî bi wate ya ji komployê re tevlîbûna kampanyaya azadiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî: Li dijî komkujiyan rabin ser piyan!

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bang li her kesî kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran û Ermenistanê operasyoneke leşkerî ya hevpar pêk anîn

Îran û Ermenistanê di navbera 9-10’ê Nîsanê de li ser sînorên xwe yên hevpar ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê jinek hate qetilkirin

Li Amedê di êrîşa çekdarî ya li Strabucksê de jinek hate qetilkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?