Pirsa tu çima tevlî PKK’ê bûyî dipirsin. Ez jî ji wan dipirsim; Zarokekî 7 salî, di niveka zivistanê de bi kincên xwe yên tenik xwe biavêta li ber lingê we û ji bo nanekî pere ji bixwesta, we yê çi bikira? Li hemberî pergaleke ev qas bêedalet, ez jî tevlî PKK’ê bûm, hûn çi dikin? Hatîce Kaya yan jî bi nasnavê xwe yê di nava PKK’ê Nûjiyan Îsyan; bi van pirsan dest bi rêwitiya xwe kiribû.
Dibêjin ku jiyan rêyek e. Ger wisa be cihê ku mirov dixwaze xwe bigihînê li ku ye yan jî rê ber bi ku ve diçe? Herî kêm me hemû mirovan ev pirs li xwe kiriye. Herî zêde jî dema ku mesafeya di navbera xeyal û rastiyan de zêde dibe, dema ku nakokiyên me zêde dibin û tevlîhevbûnên jiyana mirovan zêde dibin, em zêdetir van pirsan li xwe dikin. Divê mirov çawa bijî, li gorî çi, ji bo kê û ji bo çi? Dema ku Nûjiyanê ev pirs li xwe dikirin, di atolyeyeke tekstîlê de karker bû. Ciwan bû, enerjiya wê zêde bû û ji jiyanê hez dikir. Neçar bû ku piştevaniya malbata xwe bike. Çimkî Kurdbûn ji bo hemû Kurdên ku bi rastiya koçkirinê ya dagirkeriyê ferz dikir re rû bi rû diman, dihat wateya xerckirina ciwantiya di nava makîneyên tekstîlê de. Di kêliyên bi vî rengî de hesta dirêjbûna rêyê û nepêkanbûna cihê ku mirov dixwaze xwe bigihînê, dihat û di dilê Nûjiyanê de bi cih dibû.
Dema li ciwanên ji bo ku bibin bijîşk û endazyar hewl didan, dinêrî jî demildest fêm dikir ku di navbera wan de jî tu ferq tune ye. Di encamê ciwantî veguherîbû hespekî pêşbirkê û ber bi hemû aliyan ve dihat ajotin. Ciwantiyeke ku li ser jiyanê tu îradeya wê tune ye, hatibû avakirin. Ciwantiyeke ku nedifikirî, nedipirsî û ji ber ku nakokî û serîrakirinên xwe baş analîz nedikir ciwantiyeke ku xwe di nava cihana qirêj ya mafyabûn, alkol û fûhûşê de dît, hebû. Nûjiyan ciwaneke biaqil û hestiyar bû. Difikirî û hîs dikir. Bi qasî ku fikr û hîsên xwe veguherîne çalakiyan jî wêrek û jêhatî bû. Van weke karektera wê ya bingehîn bandor li kesayeta wê jî dikir. Û bêyî ku bitirse, dipirsî; ‘’ Ev rê ber bi ku ve diçe?’
EDÎ RASTÎ FÊM DIKIR
Yên ku têkildarî rêyê bersivên yekem didan, cemaet bûn ku di serî de erdnigariya Kurdistanê belav bûbûn seranserê Tirkiyeyê. Pêşiya van cemaetan di wê serdemê de ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hatibû vekirin û girêdayî îstîsmara olî hewl didan ku kêmasiyên ku pergalê li gel mirovan dida peydakirin, ji holê rakin. Dema ku Nûjiyanê yekem car gotinên ‘’Rikdar û Oldar’’ dibihîst, hê panzdeh salî bû. Ya ku dixwestin di salên 1990’î de bi rêxistina Hizbul-kontrayê pêk bînin, vê carê jî hewl didan bi rêxistinên cemeat û DAÎŞ’ê pêk bînin. Dibistan, atolye, dersxane, nexweşxane û hemû sektora xizmetguzariyê ji însafa van cemeatan re hatibû hiştin. Weke ‘’nifteya bihûştê’’ xelekên îdamê dixistin stûyê ciwanan. Ciwanan weke çûkan tev didan û erjengtirîn şerê serdemê de weke amûrekê dihatin bikaranîn. Dı derdoreke wisa de Nûjiyana ku hewl dida nasnameya xwe nas bike û rêya xwe peyda bike ‘Rêya Rast’ esas girtibû.
Haya Nûjiyanê jê hebû ku ciwantiya wê ji wê hatibû dizîn û ji ber vê yekê hêvîyên bû nemabûn û tam jî ji ber vê yekê xwe qanih kir ku tu rêyên din tune ne û xwe spartibû edaleta ‘’hêza îlahî.’’ Yanî bi kurtasî ‘’hewaleyî xwedê kiribû.’’ Dema ku dît hevalên wê roj bi roj kêm dibin, ferq kir ku ketiye xefikeke ku di bin navê olî de hatiye avakirin. Serokê dewleta Tirk ê faşîst Erdogan li qadan qîr dikir û digot ku ket û dike ku bikeve, Kobanê ji aliyê komên ku xwe di bin siya olî de veşartîbûn, hatibû dorpêçkirin. Cara ewil bû ku Nûjiyanê têkildarî diyardeya olî kete nava lêpirsînên kûr û dest bi analîzkirinên olî kir. Pirsa; Îslama rastîn kijan e, li xwe kir.
Nûjiyanê aha di wan serdeman de ferqa di navbera Îslama rastîn û Îslama siyasal ya ku hewl didan bi darê zorê li wan bidin bawerkirin, fêm kir. Dema ku Kobanê bi hodengên ‘Xwedê, Xwedê’ dihat dorpêçkirin û Erdoganê faşîst li qadan ji bo dengekî Quran di destê we de weke pêlîstokekê dihejand, ji bo Nûjiyanê pêvajoyeke nû dest pê kiribû. Ev yek ji bo Nûjiyanê bûbû bingeha vejîn û pêngav, derketin û çalakiya yekem. Wê dizanîbû ku oldarekî rastîn tu carî li hemberî zilmê bêdeng namîne û dîsa wê dizanî ku kesên li hemberî zilmê dengê xwe nedikirin, bi qasî zilmkaran gunehkar in. Nûjiyanê hêdî hêdî fêm dikir ku oldariya ku ji aliyê malbata wê ve dihat, çawa ji bo lîstikên kirêt dihat bikaranîn û li ser navê olî xapandina malbata wê çarenûsa Kurdistanê ya sed salan e. Û derketina wê ya rastîn di kêliyên şoreşa nuwaze de pêk hat.
ŞOREŞA ROJAVA MEZINTIRÎN DIYARÎ YE KU JI JINAN RE HATIYE DAYÎN
Dengê Şoreşa Jinan a Rojava kir ku kelecana di dilê Nûjiyanê de ji nû ve bilind bibe. Hêvîyên wê weke rojê dibiriqîn. Ronahiya di bîbikên çavên wê de her ku diçû zêde dibû. Çimkî di wê kêliyê de bû ku gelekî nêzî rastiya xwe bibû. Şoreja Jinan a Rojava ev yek weke diyariyekê dabû wê. Lê belê ji bo biryara tevlîbûnê hê zû bû. Dixwest zêdetir nas bike û zêdetir agahiyan bi dest bixe. Ne ku ji yên derdorê dibihîst, dixwest di çarçoveya nasên xwe de bîrewer bibe. şertên malbatî yên ji welatparêziyê dûr, baweriyên olî û propagandayên şerê taybet serê Nûjiyanê tevlîhev dikirin. Her çend gelekî dixwest agahiyên rast û cewhera xwe rastîn bi dest bixe jî pêngavên xwe hêdî hêdî diavêtin. Ger wê tevlî PKK’ê bûya, divê di vê mijarê de ecele nekira, bi awayekî baş nas kira û pêngavên xwe wisa biavêta.
Ji ber vê yekê bi tevgerên ciwanan re kete têkiliyê. Li însanên welatê xwe yê hatibûn mêtingehkirin re têkilî danin. Pêşiyê tevlî mitîngan bû û piştre jî tevlî çalakiyên kolanan bû. Digot; ‘’ Aha min nû dest bi jiyanê kir.’’ Çimkî ew li ba hevalên xwe, xwe bû, ji ber ku bi zimanê xwe diaxivî nedihat sûcdarkirin û êedî laçika dayika wê ya spî ji bo wê dibû cihê şanaziyê. Li derdora wê mirovên ku ji ber devok û girnûka li ser destê wan dihatin biçûkdîtin nemabûn. Ev însanên wê bûn. Lê belê hê jî têrê nedikir ji bo Nûjiyanê. Çimkî ew keseke wisa bû ku tu carî bi bersivên hêsan tatmîn nebûbû. Nedixwest di cîhaneneke ku yên bihêz serdest inî bijî. Li rastiya nakokiyên çînî û dagirkeriyê niha jî rastiya jinbûnê lê zêde bû. Gelekî ji cihêkariyên di navbera jin û mêran de aciz bû. Tam di vê pêvajoyê de ‘’Parastin’’ji bo Nûjiyanê bû rênîşandereke rastîn.
Di axaftineke xwe de digot; ‘’ Dema ku min dest bi xwendina Rêbertî kir, min ya ku ez lê digeriyam peyda kir.’’ Û heman axaftina xwe de digot; ‘’ Ez dikarim xwe bispêrin vê hêzê û ji vir jiyaneke nû ava bikim û ji bo vê yekê jî divê ez şer bikim.’’ Lê belê rastiya dagirkeriya li Kurdistanê ew qas dijwar bû ku Nûjiyan jî dikişand nava agirê xwe. Bêyî şewitandinê ne pêkan bû. Niha li dorê du vebijark hebûn. Yan wê weke kesayetekê bi destkeftitên xwe sînordar bimana yan jî wê dest bi çalakiyan bikira û hemû ferzkirinên ferdparêziyê ji hol rakirina. Pişte wiha gotibû; ‘’ Takekesî li gel mirovan tirsê peyda dike lê belê dema ku însanan civakîbûn bi dest xistin û civakêgirêdayî armancan şer kir wê demê tu tişt nikare wan însanan bitirsîne û û dikarin her tiştî bidin ber çavên xwe. Ferdparêzî li gel mirovan tirsa windabûnê peyda dike lê belê civakîbûn li gel mirovan dildariya serkeftinê peyda dike.’’
PKK JI BO HESABPIRSÎNÊ HEYE
Belkî wê demê ew qas haya wê ji van gotinên ku piştre anîbûn ziman nebûn. Lê belê yên ku bûn sedem ku dest bi çalakiyan bike, berpirsiyariyên wê yên civakî bûn. Kengî bibûya şahidê kesekî hewceyî alikariyê bi awayekîkûr xizantiya xwe hîs dikir û alikariya wan kesan dikir. Felsefeya Apoyîli ser kesayeteke bi vî rengî ava kiribû. Her hal ji ber vê yekê ye ku dema cara ewil rastiya Kurdbûnê nas kir, gotibû; ‘’ Dema ku min civaka xwe nas kir, min ji xwe fedî kir.’’ Dereng nemabû lê belê dîsa jî hesta derengmanê ji kûrahî hîs dikir. Dema ku digot; ‘’Diviya min PKK zûtir nas bikira’’ bal kişand ser rastiyekê. Naskirina PKK’ê naskirina xwe bû, naskirina Kurdbûn, jinbûn û mirovahiya xwe bû. Jêrzemînên Cizîrê di vê wateyê de dibûn rewşa herî sade ya naskirinê. Dema ku hevalên wê yên hê nû naskirî di sala 2016’an de li Cizirê dihatin şewitandin û li Sûrê dihatin qetilkirin Nûjiyanê jî biryara tevlîbûnê digirt. Ji bo peydakirina rastiya xwe ku li gorî wê ji bo vê yekê dereng mabû, berê xwe dida çiyayan.
Di roportaja xwe ya beriya çalakiyê de gotina weke; ‘Ez li Avaşîn ji dayîk bûm’ dest bi axaftina xwe dikir. Ji çalakiya Pêngava Şoreşgerî ya Ehmed Rûbar ya ku artêşa dewleta Tirk a dagireker di encamê de tarûmar bûyî re Nûjiyana YJA Starî pêşengtî dikir. Weke; ‘Xakurkê jî ew cih e ku ez lê mezin bûme’ axaftina xwe berdewam dikir. Qonaxên jidayîkbûn, hebûn û gihandinê bi hiîmendiyeke Apoyî jiyanî kiribû. Ji Avaşîn a ku lê jidayikbûna xwe pêk anîbû heya rêwitiya xwe ya ber bi Xakurkê ve weke jineke Amazonî xwe di çarçoveya şervantitê de pêş xistibû. Çimkî êdî wê baş dizanî ku ev rê ber bi ku ve diçe. Rê ber bi ‘Hebûnê’ ve diçû. Ev felsefe di nava xwe de gelekî pêş xistibû ku dîsa beriya heman çalakiyê ji hevrêyên xwe re ev yek anîbûn ziman; ‘’Gelekî bêwate ye ku mirov bi tirsa mirinê tevlîşoreşê nebe. Jixwe jiyan bi mirinê bi dawî dibe. Awayên mirinê jî hene. Ger welat û gelête azad nebin û tu jî bi awayî ji rêzê bimirî, wê demê bi rastî jî tu yê bimirî. Lê belê ger mirina te ji bo azadiya wan be, wê demê tu yê heya heyayê bijî. Hemû însan wê bimirin, ma ev mirin wê çima bi awayekî bêrûmet be. Min bi hilbijartina mirineke birûmet rêya jiyana bêdawî peyda kir.’’
Nûjiyan di hemû çalakiyên Xakurdê de israr dikir ku cih bigire û bi coş û morala xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî dihat hezkirin. Rastiya hevrêtiya PKK’ê ya gelekî di bin bandora wê de mayî li ser kesayeta xwe şênber kir û niha ew bi xwe hevrêyeke bandorker bû. Serê govendan nedida tu kesî û stran bi awazê wê vediguherîn qêrînên serhildanê. Gelekî ji stranstrînê hez dikir û pora xwe ya aşiqê azadiyê li ba dikir û dest bi strîna stranên xwe dikir. Di bin awirên hevrêyên xwe de ji stranekê derbasî straneke din dibû ji kilamekê derbasî awazeke din dibû û hêza moral û ruhê jiyanê bû. Mezintirîn xeyala wê hespajotina li Xakurkê bû. Nûjiyan wêrek, afirîner û jêhatî bû. Digot ku di vî şerî de jiyan heye. Ji bo jiyan û azadiyê hewceyî bi şerkirinê hebû. Nûjiyan gelekî ji jinên kole aciz bû. Ji ber vê yekê jî di eşkerekirina dîroka kolebûna jinan de xwedî kedeke mezin bû.
ÇI QASÎ KU XWE NAS DIKIR EW QASÎ NÊZÎKÎ XWEZAYÊ DIBÛ
Biçûktirîn agahiyên derbarê jinan de bala wê dikişand, diket li pey wan û mijara azadiya jinan gelekî bala wê dikişand. Û bi van gotinên ku tesîreke mezin li ser mirovan peyda dikir, qala asta xwe dikir; ‘’ Ez naxwazim bibim jineke kole. Bi qasî ku dîroka koletiya jinan eşkere dibe, xwesteka min a şerkirinê jî zêde dibe. Ez ji têkoşînê hez dikim.’’ Asteke wisa sade di çend salên di nava PKK’ê de bi dest xistibû. Nûjiyanê xeyal dikir ku li her derê Kurdistanê dar werin çandin. Gelekî ji destpêkên demsalan hez dikir. Bi taybetî jî destpêka demsalên bihar û payîzan ji bo Nûjiyanê gelekî bi wate bûn. Çimkî li gorî wê heqîqeta jiyanê di destpêka van her du demsalan de bû. Weke fîlozofeke xwezayê çavdêriya xwezayê dikir û têkildarî hovbûna însanên ku ji xwazeyê hatine dûrxistin, zanînên xwe zêdetir dikirin.
Talankirina xwezaya Kurdistanê, birîna daran û şewitandina daristanan li gel Nûjiyanê hêrseke mezin peyda dikirin. Li gorî tu freq di navbera nêzîkbûna xwezaya Kurdistanê û nêzîkbûna însanan de tune bû. Ji ber vê yekê bi israr dar diçand û tevî hemû zehmetiyan ji bo di nava tîmên bejahîyê de cih bigire israr dikir. Bi qasî ku weke jinekê xwe nas dikir, ew qas jî nêzî xwezayê dibû. Û herî dawîyê jî di navbera wê û xwezayê de girêdaneke qewî pêk hat. Li gel Nûjiyanê baweriya ku tu xwezayê biparêzî, wê ew jî te biparêze gelekî pêş ketibû. Li hemberî xzweza, însan û fezayê rêzgirtineke mezin nîşan dida û li gorî wê ruhê her tiştî hebû.
Nûjiyan jineke ji Mêrdînê ya wisa xweşik, zana û jêhatî bû. Bi qasî ku çalakvaneke wêrek û jêhatî jî bû şervaneke wisa bû ku taybetmendiyên dêrîn ên erdnigariyê bi zanatiya çiyayî re gihandibûn hev. Û dema ku disa vedigeriya xwezayê jî tu carî hizra mirina xwe nekiribû. Çimkî ew ne tenê gerîlayeke YJA Starê ya serketî bû, di heman demê de ew zanayeke hemû serdeman bû. Niha ne bes bîranînên wê ruhê wê bi xwe jiyanê ava dike. Çimkî wê li hemberî vê rastiyê dilsoziyeke mezin nîşan da û ji ber vê yekê jî heqîqet bi dest xist Nûjiyan Îsyan…