Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji 28’ê Adarê û vir ve zêdetirî 180 koçber dema ku hewl didan Deryaya Spî derbas bikin an jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûne. Rêxistinê daxuyand ku ji destpêka sala 2026’an û vir ve li Deryaya Spî herî kêm 990 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi bîr xist ku ev yek ji sala 2014’an û vir ve destpêka sala herî kujer e.
Li gorî daneyên IOM’ê piraniya mirinan li ser rêya Deryaya Spî ya Navîn a ku ji Lîbyayê heta Îtalyayê dirêj dibe qewimîne. Hat ragihandin ku heta niha 765 koçber li ser vê rêyê jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne û hat gotin ku ev hejmar li gorî heman sala borî ji sedî 150 zêdetir e.
Li gorî rêxistina Neteweyên Yekbûyî mirinên ku di van demên dawî de qewimîne bi karesatên tekneyan ve girêdayî ne.
Yek ji bûyerên herî giran di 5’ê Nîsanê de tekneya ku nêzîkî 120 kes tê de bûn li peravên Tajura Lîbyayê noqî avê bû. Zêdetirî 80 kes winda bûn, tenê 32 kes hatin rizgarkirin û birin Girava Lampedusa Îtalyayê.
Her wiha di 1’ê Nîsanê de cenazeyên 19 koçberan di tekneyek li peravên Lampedusa hatin dîtin. Di heman rojê de herî kêm 19 koçber di qezayek din a li Deryaya Egeyê li nêzîkî peravên Bodrumê yê Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan.
Di trajediyek din a li peravên Safakesê ya Tunisê de 19 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 20 kes winda bûn. Di 28’ê Adarê de li peravên Girîtê herî kêm 22 koçber jiyana xwe ji dest dan.
Dîrektorê Giştî ya IOM’ê Amy Pope diyar kir ku ev mirin nîşan didin ku koçber hîn jî neçarin ku rêyên pir xeternak bi kar bînin.
Pope got, “Rizgarkirina jiyanan divê bingeha sereke be. Pope anî ziman ku divê gavên xurt ên navneteweyî ku pêşî li bazirganên mirovan ên mirovên bêparastin îstismar dikin bigirin û rêyên koçberiyê yên ewle û qanûnî biafirînin, bên avêtin.

