Lêçûnên leşkerî yên navneteweyî digihêje asta herî bilind. Alîkariya Pêşvebirinê ya Fermî (ODA) ya bi welatên herî xizan ên cîhanê jî bi lez kêm dibe. Di noteke agahiyê ya Neteweyên Yekbûyî de hate destnîşankirin ku çavkaniyên mezin ên ji bo biçekbûnê têne veteqandin, pêwîstiyên bingehîn ên mirovahiyê têk dibin.
Li gorî daneyên NY’ê, tenê sala 2024’an lêçûnên leşkerî yên navneteweyî gihîşt 2.7 trilyon dolarî. Ev rêje tê wateya 334 dolar ji bo her kesî li ser rûyê erdê. Hejmara navborî bi qasî hatineya navxweyî ya hemû welatên parzemîna Efrîkayê ye. Her wiha bi qasî nîvê hatineya navxweyî ya welatên Latîn Amerîkayê hemûyan e. Her wiha 740 qatî ji budçeya bi rêk û pêk a 2024’an a Neteweyên Yekbûyî, bi 13 qatî ji alîkariya pêşketinê ya salê ya welatên OECD zêdetir e.
BUDÇEYÊN LEŞKERÎ ZÊDE DIBIN, ALÎKARÎ KÊM DIBIN
Li seranserê cîhanê li zêdeyî 100 welatî budçeyên leşkerî zêde dibe, 10 welatên destpêkê yên herî zêde budçeyê ji leşkeriyê re vediqetînin, ji sedî 73 ê lêçûnên leşkerî yên giştî pêk tînin. Li hemberî vê yekê welatên Efrîkayê ku yek ji çar parên endamên NY’ê ne û ji sedî 20 ê nifûsa cîhanê ne, tenê ji sedî 2 lêçûnên leşkerî dikin.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres anî ziman ku eger e meyl dewam bike wê lêçûnên leşkerî di sala 2030’î de bigihêje 3.5 trilyon dolarî, di sala 2035’an de jî bigihêje 6.6 trilyon dolarî. Ev ast bi qasî pênc qatî ji dema bidawîbûna Şerê Sar e.
Serokê Conscience International Dr. James E. Jennings bal kişand ser encamên mirovî yên lêçûnên leşkerî ku zêde bûne û got, “Pereyên ku ji bo balafirên şer, tank û bombeyan têne xerckirin, xwarinê ji devê pitikan distîne.” Li gorî Jennings beşeke biçûk a budçeya ji bo biçekbûnê tê veqetandin dikare birçîbûna li cîhanê ji bo çend salan bi dawî bike.

