Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û biçek, li ser rêya Xelekan- Kanîwetman ya dikeve sînorê navçeya Dukan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê wesayîtek ya welatiyan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Muzefer Hisên Xidir li gel du kurên xwe Mihemed Muzefer û Mubîn Muzefer şehîd bûn. Xidir û 2 kurên bi merasîmekê girseyî li Goristana Makok ya li bajarokê Hacî Awa ser bi îdareya Raperîn, hatin veşartin.
‘ÇAVÊN XWE JI QETILKIRINA ZAROKÊN ME RE DIGIRIN’
Mela Omer Şaristênî ku yek ji kesayetên pêşeng ê herêmê ye wiha got: “Welatê me ji serweriya xwe bêpar maye û rojane em dibihîzin ku balafirên bê mirov welatiyên me dikin hedef. Ev kes kî dibin bila bibin, divê hesab ji berpirsan were pirsîn. Ma Heta kengî wê destûrê bidin dagirker, xwînxwar û hevkaran ku li ser me planan çêbikin? Rayedar çawa dibe me teslîmî kujerên me dikin û tu kes hesab ji wan napirse.”
Mela Omer Şaristênî destnîşan kir ku ya giring ne ew e ku di parlementoyê de çend kursî bi dest bixin, ya girîng girîng parastina serweriya welat û ewlehiya netewe ye û wiha domand: “Em daxwaz dikin ku bila nehêlin xwîna me bê rijandin, sînorên me bên derbas kirin û zarokên me bibin hedefa dronan.”