Parlamenterê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kir, anî ziman ku ji ber hesasiyeta pêvajoyê wan agahiyên berfireh ên li ser mijarê nedan çapemeniyê.
Onder got, “Heta ku pêvajo bigihêje astekê em ê nikaribin agahiyê bidin çapemeniyê. Ev yek nayê wateya veşartina hin tiştan, ev yek li gorî hurmeta li hevdîtinan e ku em ê bikin.”
Onder got, “Lê belê eger pêwîstî bi gotinekê hebe, dikarim bibêjim ku ji pêvajoyê derbasbûyî bêhtir hêviya min mezin e. Dem dema xwişk û biratiyê ye, dema aştiyê ye. Di sala nû de bi navê heyetê em ê daxuyaniyeke berfireh bidin.”