Şerê li ser taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne tenê hevsengiyên leşkerî yên li qadê, her wiha hesabên siyasî û dîplomatîk ên li ser paşeroja Sûriyeyê jî jinûve xiste rojevê.
Siyasetmedar Hişyar Ozsoy mijar nirxand û got, “Ji bo Emerîkayê guherîna karê sereke û pêşî rewşeke nû nîne. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dema ku bi Kurdan re têkilî danî Kurd di bin êrişa DAÎŞ’ê de bûn, li Sûriyeyê Esad hebû û DYE di pozîsyoneke li dijî Esad de bû. Lewma piştgiriya ku da YPG’ê û piştre da QSD’ê, dema ku li Sûriyeyê rejîm hate guhertin û Emerîkayê palpiştî ji rejîma nû re kir, di têkiliyên bi QSD’ê re guhertineke cidî pêk anî. Emerîkayê piraniya têkiliyên xwe yên taktîk-leşkerî berê ji rojhilatê Firatê bi rê ve dibir, niha hewl dide stratejiya xwe ya siyasî û dîplomatîk li Şamê bimeşîne.
Êdî rejîmeke cuda heye ku Emerîka bi rengekî eşkere li pişt disekine, bi Îsraîlê re daye lihevkirin û hewl dide vê rejîmê xurt bike. Hewl dide bi rêya Şara Sûriyeyeke nû ava bike. Di vê çarçoveyê de karê sereke û pêşî ji bo Emerîkayê têkiliya Şara ya bi Îsraîlê re ye. Avakirina têkiliyeke welê ku Şara serî li ber Îsraîlê bitewîne parçeyek ji vê ye û ev yek jî bi ser xist. Weke gaveke duyemîn jî hewl dide Kurdên ku deh sal in ji aliyê leşkerî ve pê re di nava tifaqê de ye entegreyî rejîma nû bike.
Di vir de hin pirsgirêkan rû dan. Ji 10’ê Adarê û vir ve danûstandin têne kirin û rejîma Şamê di asteke bilind de guhê xwe ji daxwazên QSD’ê girtî ye. Kengî hewl bide bi QSD’ê re li hev bike, vê carê jî destwerdanên yekser ên Tirkiyeyê dikevin dewrê. Beriya êrişa li Helebê bi qasî ku di çapemeniyê de hate weşandin di 4’ê Çileyê de danûstandinên li Şamê yên navbera heyetên QSD û Şamê baş destpê kiribûn û ber bi avêtina îmzeyan ve diçû. Lê belê Wezîrê Karên Derve Şeybanî ku gelekî nêzî Tirkiyeyê ye kete civînê û ragihand ku civîn qediya ye û heyeta Emerîkî derxist derve. Piştî rojekê jî li Parîsê ji bo peymaneke ewlekariyê ya bi Îsraîlê re hevdîtinan destpê kirin û di 6’ê Çileyê de lihevkirin pêk hat. Heman rojê li Helebê êrişê destpê kir.
Bi dîtina min Tirkiye bi hemû kapasîteya xwe tevlî vê êrişa li ser Helebê bû. Ev ne piştgiriyeke ji derve ye. Ji plankirinê heta bi bicihanînê ji aliyê leşkerî, dîplomatîk, îstîxbaratî û teknîkî ve Tirkiye tevlî bû; rêveberiya Şamê bi çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve ev operasyon meşand.
Ev êriş ji bo wê yekê hate kirin ku di muzakereyên navbera QSD û Şamê de îradeya Kurdan bişikîne, daxwaza wan a statuyê têk bibe, ji aliyê hêza leşkerî ve entegrasyonê têk bibe û li dora maseya danûstandinan destê QSD’ê lawaz bike. Dema ku ji gelek aliyan ve bê nirxandin, wê bê dîtin ku nêta esasî ya Tirkiyeyê ev e. Ev rewşa li Helebê destpê kir dibe ku derbasî eniyên cuda jî bibe.”
Di dewama axaftina xwe de Hişyar Ozsoy helwesta DYE’yê nirxand û got, “Di mejiyê Emerîkiyan de sînorekî diyarkirî yê rojava û rojhilatê Firatê heye yan na, ne bawer im. Emerîkiyan hin soz dan, lê belê sozên ku nehatine bicihanîn jî hene; me ev yek berê dît. Ne tenê li Sûriyeyê, me ev yek li Iraqê jî dît, li Efganistanê jî dît. Lewma ji muzakereyeke li ser rojhilat û rojavayê Firatê wêdetir, bi dîtina min konsepta esasî ya Emerîkiyan ev e: Bi qasî ku bê kirin em Şara xurt bikin. Ji xwe me daxwazên ewlekariyê yên Îsraîlê dan qebûlkirin, me kir ku serî bitewîne û di mijara jinûve dîzaynkirina Sûriyeya nû de em dikarin wî li gorî dilê xwe bi kar bînin. Kurd jî bi qasî pêkan be bila daxwazên xwe vekişînin.
Di vê konseptê de lawazbûna Kurdan ji bo Emerîkayê pirsgirêk nayê dîtin. Bêguman dema em dibêjin ‘Emerîka’ em qala aktorekî bi tenê nakin; Wezareta Karên Derve heye, CENTCOM heye, avahiyên burokratîk û leşkerî hene, Kongre heye. Lê belê niha serkêşê tîma pêvajoya dîplomatîk Tom Barrack e. Bi qasî ku em dibînin li ser şêweyê lihevkirina QSD û rejîmê çarçoveyeke diyarkirî destnîşan nakin. Nêzîkatiya ‘Bila bi rê û rêbazekê li hev bikin, em vê meseleyê bigirin’ serwer e. Ji bo Îsraîlê tiştên ji Şamê dixwestin niha bi dest xistin. Şamê bi rê û rêbazekê serî li Îsraîlê tewandiye. Zext li Kurdan hate kirin ku daxwazên xwe vekişînin û di mijara sînoran de paşve gav avêtin.
Mesele ew e ku Tirkiye naxwaze qîma xwe bi van tawîzan bîne. Dixwaze QSD bi temamî tasfiye bibe. Halbûkî rêveberiya Şamê û QSD’ê li ser gelek detayên gelek nuqteyan axivî bûn; nûçe hatibûn weşandin ku QSD wê bi rengê sê tumen û tûgayan tevlî artêşa nû bibe û xwedî avaniyeke xweser be. Di hevdîtinên 4’ê Çileyê de pêvajo ber bi vî alî ve diçû. Lê belê diyar e ku Tirkiyeyê destwerdaneke yekser kir. Fikirî ku çarçoveya di 4’ê Çileyê de hatibû diyarkirin zêde ne bi dilê wê ye û hewl da xera bike. Bi rêveberiya Şamê û komên çete yên ku ew li pişta wan e, ev êriş kir.
Xuya ye di dema bê de wê hewl bidin hîn bêhtir zorê bidin QSD’ê; dibe ku êrişên nû jî bibin. Ev yek wê li ku bisekine; bi nêzîkatiya Emerîkiyan ve girêdayî ye ku sînorekî destnîşan bikin. Eger Emerîkî sînorekî diyarkirî destnîşan bikin ne HTŞ ne jî Tirkiye nikarin xwe bilivînin. Lê sînorekî bi vî rengî ji bo vê gavê xuya nake; tê dîtin ku Emerîkiyan heta astekê pêşî li Şamê û hêzên bi piştgiriya Tirkiyeyê vekiriye. Ev pêvajo wê ber bi ku ve biçe? Eger li hemberî wan berxwedaneke mezin nebe, bi qasî ku ji wan bê wê hewl bidin paşve gavê bidin avêtin.”

