Duşem, 19 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşên li ser Rojava: Li Semsûr, li Enqere û Stenbolê çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salîha Aydenîz: Paradîgaya ku gelan li herêmê ava kirin hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêwîstî çima bi komunan heye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endamê Rêveberiya YNK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Em ê bi ruhê azadiyê li her derê li ber xwe bidin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên HTŞ’ê êrişê dibin ser Eyn Îsayê
Çeteyên HTŞ’ê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê xilas bikin êrişî Girtîgeha Reqayê dikin
Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Em evîndara azadiyê, fermandara fedayî ya Apoyî Bêrîtan Amed bi rêzdarî bi bîr tînin
Jin

PAJK: Em evîndara azadiyê, fermandara fedayî ya Apoyî Bêrîtan Amed bi rêzdarî bi bîr tînin

Koordînasyona PAJK’ê got, “Hevrêya me Bêrîtan berxwedaneke pir mezin, têkoşîn, hezkirina hevrêtiyê, dilsozî, îrade û gelek taybetmendiyên din ên bedew tevlî 33 salan kir û 27’ê Tebaxa 2025’an tevlî karwanê şehîdên nemir bû.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Îlon 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) ji bo Bêrîtan Amed a ji ber nexweşiyê şehîd bû, ev tişt got, “Bêyî ku kêliyekê jî raweste, bêyî ku kêliyekê jî bêje of, ev 33 salên bi berxwedan û têkoşînê derbas bû, di serî de jin ji bo hemû gelê me berxwedaneke mezin, xwestek, îrade, dilsozî û tecrubeya jiyanê hiştiye. Dîroka berxwedanê ya jinê ku Rêbertiya me dibêje hîna li benda nivîsandinê yê, bi jiyana bêhempa ya hevrêyên me yên mîna Bêrîtan Amed tê nivîsandin.”

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Li Kurdistanê yekane rêya jiyaneke azad û bi rûmet têkoşîn û berxwedaneke mezin e, vê heqîqetê bi xwe re kesayetên hêja yên fedayî jî derxistiye holê. Bi taybetî jinên Kurd li aliyekê rû bi rûyê êrîşên faşîst ên dijmin dimînin û li aliyê din jî bi zexta taybetmendiyên feodal ên civaka Kurd rû bir û maye. Lê belê Tevgera Azadiyê ya ku li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo pêş ket, ji bo bi deh hezaran jinên evîndara azadiyê bûye ronahiya hêviyê û jinan ref bi ref berê xwe dan vê ronahî û çiyayan. Jinên Kurd ên ku mafê jiyanê jî jê hatibû standin, bi felsefeya jiyana Apoyî re pêşengî ji gelan û şoreşan re kirin, gihiştin astekê, li ser vê rêyê bi fedayiyane şer kirin, jiyan kirin û şehîd bûn. Yek ji van jinên pêşeng jî, hevrêya me ya hêja Bêrîtan Amed e.

Weke hevrêyên wê di serî de malbata hêja ya welatparêz a hevrê Bêrîtan Amed, em ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Çinar û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xeyal û armancên hevrêya xwe Bêrîtan teqez bigihînin serketinê.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Bêrîtan Amed a şehîd bûye, bi vî rengî ne:

  

Nasnav: Bêrîtan Amed
Nav û Paşnav: Semra Duva
Cihê Jidayikbûnê: 1980 / Çinar-Amed
Navê Dayik – Bav: Habîbe – Sînan
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Tebaxa 2025’an

33 SALAN KÊLIYEKÊ JÎ NESEKINÎ

Hevrê Bêrîtan di sala 1980’an de li gundê Mûserik ê navçeya Çinar ê Amedê di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Di temenek pir biçûk de rû bi rûyê rastiya dijmin maye. Salên 90’î li Kurdistanê komkujî, şewitandinên gundan, valekirina gundan û koçkirina bi darê zorê pir diqewimîn, li dijî vê yekê jî bi pêşengiya PKK’ê serhildan çêbûn. Dema ku cara ewilî hevrê Bêrîtan bi gerîla re rastî hev hat, ev rastiya êrîş û berxwedanê ya salên 90’î hebû. Tevî temenê xwe yê biçûk li hemberî gerîla bû xwedî eleqe û sempatiyeke mezin, bi vî rengî mezin bû. Mîna bi hezaran zarokên ku li Kurdistanê rûyê hovane yê dijmin di temenek pir biçûk de dît, hevrê Bêrîtan jî di temenek pir biçûk de rû bi rûyê vê rastiyê ma û sala 1992’yan biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Tevî ku di zarokatiyê de beşdar bû jî, her tim berpirsyariyên mezin girt ser xwe. Lewma her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî ya 33 salan, ji bo cîhan û Kurdistaneke ku zarok bikarin lê azad bilîzin, têkoşiya û temenê xwe wiha tejî derbas kir. Bêyî ku kêliyekê jî raweste, bêyî ku kêliyekê jî bêje of, ev 33 salên bi berxwedan û têkoşînê derbas bû, di serî de jin ji bo hemû gelê me berxwedaneke mezin, xwestek, îrade, dilsozî û tecrubeya jiyanê hiştiye. Dîroka berxwedanê ya jinê ku Rêbertiya me dibêje hîna li benda nivîsandinê yê, bi jiyana bêhempa ya hevrêyên me yên mîna Bêrîtan Amed tê nivîsandin.

Li hemû qadên lê dima mezintirîn armanc û xwesteka wê gihandina fikir û parêznameyên Rêber Apo bû ku bi taybetî jî ev yek ji bo jinan dikir. Hevrêya me Bêrîtan tim xwe li hemberî Rêbertiya me, şehîdên me, gelê me û hevrêyên xwe berpirsiyar dîtiye û bi vê berpirsiyariyê beşdarî hemû xebatan bûye. Dilsoziya wê ya ji bo Rêber Apo hemû caran di asta herî bilind de bûye, hemû caran ev dilsozî zêdetir bûye û berdewam kiriye. Tevî ku qet neçûye dibistanê jî ji bo xwendina pirtûkên Rêber Apo û sepandina wan hewleke mezin nîşan daye û li gel vê xwestekê di demeke kurt de fêrî xwendin û nivîsandinê bûye. Bi gotina; ‘Belkî divê ku em hemû taybetmendiyên Rêbertiya xwe di kesayeta xwe de pêk bînin, lê belê em hema bes yekê jî pêk bînin, ev yek gelek girîng e’ di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 33 salan de ji bo xwegihandina taybetmendiyên milîtaniya Apoyî gelekî hewl daye. Wê dizanî ku dogmatîzm û sekinîn bi taybetî jî ji bo milîtaneke jin tê wateya mirinê û hemû gavan guherîn û veguherîn esas girtin. Li gel pîvanên milîtaniya PAJK’ê xwe li ser xeta Zîlan perwerde dike, li gel pêşketinê tevlî jiyanê dibe û ji gelê me û hevrêyên xwe re pêşengtî kiriye.

DI XEBATÊN TEVGERA JINÊN KURD DE BI DILXWAZÎ CIHÊ XWE GIRT

Hevrêya me Bêrîtan a ku di sala 1992’yan de tevlî nava refên têkoşînê dibe, ji Amedê heya GAP’ê, ji Cûdî heya Heftanînê, ji Zagrosan heya Garê, ji Qendîlê heya Mexmûrê li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat têkoşîn daye meşandin. Tu caran xwestekên xwe nedane pêşiya hewcehiyên rêxistinê, li ku derê û kengê hewcehî hebe çûna li wir esas girtiye. Tevî ku di nava pratîka şer de gelek caran birîndar bû ye jî tim û tim berê xwe da ye qadên ku lê pratîka zêde û şerê dijwar heye. Bûye yek ji wan hevalan ku di pêşketina Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê de xwedî kedeke mezin. Ji partiya jinan heya artêşbûna jinan, ji yekem avabûna yekîneyên resen ên jinan heya pêşxistina pergala konfederal a jinan di gelek xebatan de bi dilxwaziyeke mezin cihê xwe girtiye. Prensîbên îdeolojiya rizgarbûna jinan hem li gel xwe û hem jî li gel hevrêyên xwe û hemû jinan pêş xistine, ji bo xwegihandina jina azad gelekî hewl daye. Xwe gihandiye asta jineke ku dixwaze têkildarî felsefeyê di hemû mijaran de bi Rêber Apo re nîqaş bike û biaxive û bi xeyala ku rojekê li gel Rêbertiya me van yekan nîqaş bike û bi vê hêviyê tevlî jiyanê bûye.

DI ŞER DE WÊREK Û PÊŞENG, LI HEMBERÎ HEMÛ ZEHMETIYAN BERXWEDÊR

Di salên 1995 û 1997’an de di nava pêngavên gerîlayan ên li hemberî operasyonên dijmin ên dagirkerî û tunekirinê yên li ser Başûrê Kurdistanê de cih girtiye. Tevî temenê xwe yê biçûk jî bi saya kesayeta xwe ya wêrek û pêşeng a di nava şer de ji hemû hevrêyên xwe re bûye îlham. Xwe ji hemû zor û zehmetiyên ku milîtanek di nava têkoşînê de lê rast were, amade kiriye û li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe daye û bersiv daye.

Dema ku hewce bûye li qadên şer ên herî dijwar bi  çeka xwe li hemberî dijmin şer kiriye, ji bo avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan di nava xebatên qada civakî û xebatên birêxistinkirinê de cihê xwe girtiye. Li gel jiyan, hevrêtî, dilsozî, fedekarî, xwesteka têkoşînê û kesayeta xwe ya jina sade bûye hevrêyeke ku weke hevrêyên wê tim ji me re bûye hîndekar û me ew şopandiye.

HEYA KÊLIYA XWE YA DAWÎN BI BAWERÎ Û HÊVÎ JIYA

Hevrêya me Bêrîtan ku ew demeke dirêj bû tedawî dibû, tu caran teslîmî nexweşiya xwe nebûye û bêyî jidestdana hêviya jiyanê bi hêviya sax bibe û vegere çiyayan ev pêvajo derbas kiriye. Tevî ku nexweşiyeke giran û pêvajoyeke tedawiyê ya giran derbas kiriye jî ji bo tevlîbûna pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêbertiya me înîsiyatîf standiye û daye destpêkirin, hêviya xwe tu caran ji dest nedaye û heya kêliya xwe ya dawîn bi vê bawerî û hêviyê jiya.

Hevrê Bêrîtan tam evîndara çiyê bû, çend saet beriya şehîd bibe di peyameke bi dîmen a ji me re şandî de hêvî û xwesteka xwe ya ji bo di demek nêz de vegere çiyê anî ziman. Car din nîşan da ku dilsoziya wê ya bi çiyê û hevrêyên wê re pêşiya her tiştî tê.

Hevrêya me Bêrîtan berxwedaneke pir mezin, têkoşîn, hezkirina hevrêtiyê, dilsozî, îrade û gelek taybetmendiyên din ên bedew tevlî 33 salan kir û 27’ê Tebaxa 2025’an tevlî karwanê şehîdên nemir bû. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê vê mîrateya ku wê ji şehîdan wergirtî û dewrî me kirî, mezin bikin û bidin jiyîn.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serokatiya Meclîsa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
Nûçeya Pişt re Li Bakur meşên 1’ê Îlonê: Divê şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo bên misogerkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê: Goristaneke ku em em di cejnê de biçin serdanê, nîne

Dayikên Şemiyê cara 1054’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev û diyar kirin ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Werîşe Muradî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir

Endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ku zêdeyî 14 meh in…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Êrîşên li ser Rojava: Li Semsûr, li Enqere û Stenbolê çalakî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êriş dewam dikin, li girtîgeha ku DAÎŞ’î lê girtî ne şer diqewime

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Rêveberiya YNK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga piştgiriyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?