Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 41 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ebrû Akkal li ser serlêdana ku di 27’ê Tîrmehê de li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin bersiv da pirsên ANF’ê.
Têkildarî argumanên bingehîn ên serlêdanê Ebrû Akkal got, “Serlêdanek li ser bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li Komîteya Wezîran a ji bo agahdarkirinê ye. Ji bo heman koma dosyayê bi rêxistinên civakî yên sivîl re di sala 2021’ê de me 2 serlêdanên agahdarkirinê kiribûn. Di 27’ê Tîrmehê de weke OHD, ÇHD, CISST, TOHAV û THIV’ê serlêdan kirin. Ya rast ev serlêdan hem agahdarkirin hem jî bersivek li plana çalakiyê ya Tirkiyeyê bû ku pêşkêşî Sekreteriya Giştî ya Komîteya Wezîran kir.
Ji argumanên me yên bingehîn argumana destpêkê bicihneanîna biryarên DMME’yê û kêfiyeta li ser mijara berdana bi şert û ‘mafê hêviyê’ bû. Tirkiye berevajî biryara Komîteya Wezîran û biryara DMME’yê guhertinên bingehîn nekir. Pêşniyarên qanûnî yên ji bo bicihanîna cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ya nexist rojeva Melîsê ya jî red kir û nexist rojeva komîsyonan jî. Her wiha hejmara mirovên li Tirkiyeyê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn ranegihand. Ji bo bicihanîna biryara li ser binpêkirina qedexeya êşkenceyê ya têkildarî koma Birêz Ocalan, Gurban, Boltan û Kaytan ti tedbîreke şexsî wernegirt; di vê mijarê de ti guhertin nekir. Tirkiye tevî ku dibêje ‘Em mafê hêviyê bi cih tînin. Li Tirkiyeyê mafê hêviyê heye, berdana bi şert bi cih tê anîn’ jî ji aliyê hiqûqî ve, ji aliyê şênberî ve rastiyê nîşan nade. Bicihanîna mafê hêviyê dispêre erka efûyê ya Serokkomar. Ev erk di dema nêz de ji bo generalên 28’ê Sibatê û endamên Hîzbûllahê hate bicihanîn, lê belê ev yek kêm caran hatiye kirin û di çarçoveya mafê hêviyê de nikare bê nirxandin.
Têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê li nava mewzûata qanûnî ya li Tirkiyeyê îstîsnaya bicihanînê nîne. Têkildarî dosya Birêz Ocalan û dosyayên koma Kaytan, Boltan, Gurban ji vê xala îstîsna nîne hikum hate dayin, lewma em dibêjin mafê hêviyê hate binpêkirin.
Parêzer Ebrû Akkal anî ziman ku Komîteya Wezîran wê di rûniştina meha Îlonê de dosyayên Ocalan û Kaytan, Gurban, Boltan bixe rojeva xwe, ev yek gelekî girîng e û got, “Beriya niha bi demeke nêz di rûniştineke Neteweyên Yekbûyî de jî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan yekser kete rojevê ku ji rayedarên Tirk yekser hate pirsîn. Tirkiye weke endamekî Konseya Ewropayê û aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê xwedî wê berpirsyariyê ye ku li gorî pîvanên navneteweyî û peymanên ku mohra xwe daniye binî tevbigere. Li gorî me, divê prosedura heyî bi cih bê anîn. Bêguman wê pozîsyona Tirkiyeyê bê nirxandin.”
Ji bo pirsa ‘Gelo Komîteya Wezîran li hemberî Tirkiyeyê dikare biryareke çawa werbigire?’ Ebrû Akkal got, “Dixwazim bendewariya me bibêjim; biryarên cuda yên DMME’yê hene ku bi cih nayên anîn. Hûn jî zanin, biryarên têkildarî Demîrtaş û Kavala. Beriya van, biryara destpêkê ya ku bi cih nayê anîn biryara Ocalan e. Lewma bi dîtina me ev pêvajoya kontrolê girîng e û wê bandorê li dosyayên pê re bike. Di vir de daxwaz şênber e, çarçove diyar e. Em dixwazin pêvajoya li ser bicihanîna vê biryarê bi xurtî bê kontrolkirin. Divê bê kontrolkirin bê ev biryar bi cih bê anîn an na ji ber ku wê bandorê li sedan hikumxwarên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bike. Divê mijar bi vî rengî bê nirxandin. Bendewariyeke me ya din jî ew e ku di rûniştina Îlonê de li ser pêkneanîna guhertinên bingehîn Komîteya Wezîran biryarên navberê werbigire.
Her wiha eger bi rêk û pêk bi cih neyê anîn, em li bendê ne ku Komîte mijarê bi rêk û pêk bixe rojeva xwe. Sekreterî nameya pêşniyarê ji Tirkiyeyê re binivîsîne. Li gorî me eger Komîte, Neteweyên Yekbûyî rewşa heyî di heman demê de bixin rojeva xwe, ev yek wê di asta navneteweyî de zextê li Tirkiyeyê bike. Ji ber vê jî saziyên civakî yên sivîl, saziyên pêwendîdar divê serlêdan û daxuyaniyên xwe yên li ser mijarê dewam bikin. Ev girîng e. Saziyên civakî yên sivîl ew sazî ne ku li Tirkiyeyê têne naskirin. Komîte jî Neteweyên Yekbûyî jî guh didin gotinên van saziyên civakî yên sivîl. Mijareke ku dikare bandorê li sedan, li hezaran mirovî bike. Ji ber vê jî divê serlêdanên di vê mijarê de dewam bikin.”