Di 9’ê Çileya 2013’yan de yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) Nûnera Karûbarên Derve ya KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li Buroya Enformasyonê ya Kurd a li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Lêpirsîna piştî vê komkujiya ku Kurd, Fransa û civaka navneteweyî bandor kir dest pê kir, zû li ser îhtîmala ku aliyeke bûyerê siyasî be, sekinî.
Belge û qeydên deng ên ku di dema lêpirsînê de derketin holê, îdiayên ku dibêjin ev komkujî ji aliyê îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) ve hatiye kirin, xurt kirin. Omer Guney dihat payîn ku wekî sûcdarê bûyerê bê darizandin, lê berî destpêkirina dozê li girtîgehê bi guman mir. Piştî vê dadweriya Fransayê doz girt. Lê belê, vedîtinên nû yên di dozên têkildarî hewldanên kuştina siyasetmedarên Kurd li Belçîkayê rê li ber vekirina ji nû ve ya doza Komkujiya Parîsê vekiriye.
Tevî vê jî meqamên Fransayê bi hinceta ‘sira dewletê’ gihîştina agahiyên krîtîk asteng kir û ev yek rê li ber rêveçûna dosyayê girtiye. Yek ji parêzerên malbata sê siyasetmedarên jin ên Kurd Jean-Louis Malterre, têkildarê rêveçûna doza komkujiya Parîsê ku ev 12 sal in didom e ji ANF’ê re axivî.
DOZGER Û DADGER BI ZELALÎ BAL KIŞANDIN SER MÎT’Ê
Parêzer Jean-Louis Malterre, diyar kir ku lêpirsîn ji ber helwesta rayedarên Fransayê xitimî. Malterre, bi bîr xist ku doza yekem bi mirina bersûc Omer Guney di girtîgehê de hate girtin û got, “Lê di vê dosyayê de hem dozgerê lêpirsînê û hem jî dadgerê komarê diyar kirin ku yê ev komkujî pê daye kirin Tirkiyê ye û ev yek bi rêya servîsên veşartî yên Tirkiyeyê hate kirin.
Malterre, diyar kir ku di sala 2019’an de bi giliyek nû ya sûc piştî mirina Guney lêpirsînek duyemîn hate vekirin û hev-sûcdar û hêza li pişt vê tên lêpirsînkirin.
BERÊ HEMÛ TÎRAN TIRKIYE NÎŞAN DIDE
Malterre, anî ziman ku bi taybetî çavdêrî, gef û planên êrîşê yên li dijî siyasetmedarên Kurd li Elmanya û Belçîkayê hişt ku bi doza Komkujiya Parîsê re girêdanek çêbibe. Malterre, destnîşan kir ku derket holê kesên ku di dozên li Belçîkayê hatine vekirin de hatine darizandin û mehkûmkirin, bi taybetî bi rêya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Parîsê û bi rayedarên Tirkiyeyê re di têkiliyeke nêzîk de bûn.
ASTENGIYA SIRA DEWLETÊ
Malterre, diyar kir ku her çend hêman hene ku dikarin dozê pêşve bibin jî, rayedarên Fransayê gihîştina agahiyên krîtîk bi hinceta “sirên dewletê” asteng dikin û ev helwest rê li ber eşkerekirina sûcdar û têkiliyên wan digire.
TIRKIYE BERSIV NADE
Malterre, anî ziman ku ew ê têkoşîna qanûnî bidomînin û destnîşan kir ku lêpirsînên ku li Tirkiyeyê hatine kirin bê encam mane û rayedarên Tirkiyeyê bersiv nadin. Malterre, her wiha got ku servîsên îstîxbarata Fransayê agahiyên derbarê têkiliyên xwe bi servîsên îstîxbarata Tirkiyeyê re parve nakin û got ku di şert û mercên heyî de hêvî kêm in.
Parêzer Jean-Louis Malterre diyar kir ku doz ji têkiliyên Fransiz û Tirkan re hatiye qurbanîkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Fransayê li gel Tirkiyeyê têkiliyên xurt hene; berjewendiyên aborî û stratejîk hene û îhtimaleke mezin ev yek berê rayedarên Fransiz didin parastin Tirkiyeyê û kontrolkirina wê.’’
‘SERÎLÊDANA SIRA DEWLETÊ BIRYAREKE SIYASÎ YE’
Parêzer Jean-Louis Malterre pirsa me ya ‘’Gelo serîlêdana sira dewletê ya rayedarên Fransiz mecbûriyeteke hiqûqî ye yan tercîheke siyasî ye?’’ bersivand û got: ‘’Heya ku em nizanibin çi tê veşartin, bersivandina vê pirsê gelekî zehmet e. Lê belê bi awayekî eşkere diyar e ku ev tercîheke siyasî ye; çimkî biryara sira dewletê, ji aliyê rayedarên siyasî ve tê standin. Girêdayî biryardayîna domandina sira dewletê jî mekanîzmayeke temînata hiqûqî ya rê li ber serîlêdana komîsyoneke taybet vedike, heye ku ji dozgeran pêk tê. Lê belê nêrîna vê komîsyonê bes weke şêwirdariyê ye. Yanî nêrîna vê komîsyonê her çi be jî tu astengîtune ne ku rayedarên siyasî agahiyên têkildarî vê dosyayê eşkere bikin.’’
‘NAYÊ XWESTIN KU HEVKARIYA FRANSIZ Û TIRKAN DERKEVE HOLÊ’
Parêzer Jean-Louis Malterre anî ziman ku nexwestina lêkolînkirina komkujiyê bê ka girêdayî MÎT’ê ye yan na ya ji aliyê Fransayê ve ji ber hevkariya îstixbarat û polîsên Tirk û Fransiz e û got: ‘’Bi salên dirêj e ez difikirim ku serwîsên Fransiz – tew polîsên Fransiz – li gel polîsên Tirk di nava hevkariyê de ne. Lêpirsîn û dozên li dijî milîtanên Kurd tên vekirin û deh salan berdewam dikin, hevkariya di navbera polîsên Tirk û polîsên Fransayê de derxistiye holê. Girêdayî vê yekê ne pêkan e ku mirov bibêje haya rayedarên Fransiz ji kiryarên swrwîsên Tirk ên li ser xalên Fransayê tune ye.
Divê bi awayekî eşkere were dîtin ku rayedarên Tirk li ser xakên Fransayê hin kiryar pêk anîne û ev kiryar ji aliyê polîsên Fransayê, rayedarên siyasî yên Fransayê û serwîsên Fransayê ve hatine tolerekirin. Tişta ku sira dewletê vedişêre û nahêle em hîn bibin, tam jî ev e.’’
‘RAYEDARÊN SIYASÎ YÊN FRANSIZ PÊŞIYA DARAZÊ GIRTIN’
Parêzer Jean-Louis Malterre anî ziman ku tevîku li ser komkujiyê dem derbas bû ye jî daxwaza Kurdan a edaletê rewa û mafdar e û ev yek anîn ziman: ‘’Helbet daxwaza edaletê gelekî rewa ye. Lê belê tiştekî ku divê were zanîn heye. Kiryara darazê bi temamî tetmînkar bûye. Di dosyaya yekem de, dadgêrê lêpirsînê di nava demeke kurt de lêpirsîneke berfireh û cidî bi rê ve biribû.
Weke hûn jî dizanin, bersûcê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da di çarçoveya sûcê terorê de ji Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê re hatibû sewqkirin. Dadgêrê lêpirsînê jî û dozgerê Komarê jî di biryarên xwe de bi awayekî eşkere diyar kiribûn ku kesê ku ev her sê cinatey pê dane kirin, Tirkiye û serwîsên wê yên taybet in yanî MÎT e. Ji ber wê yekê dadgêrên Fransiz erka xwe bi cih anîne; lê belê hem dadgêrê lêpirsînê û hem jî dadgêrê piştî wî hat bi bêdengiya rayedarên siyasî re rû bi rû man.
Tişta ku rê li ber pêşketina dosyayê digire jî ev e. Tevî vê yekê jî edalet pêk hatibû. Weke parêzerekî, min li gel hempîşeyê xwe ev yek dît: Daraz baldar bû, karê xwe dikir; lê belê dema ku rayedarên siyasî red kirin ku dosyayên wan vebin pêvajo xitimî.’’
‘DUYEMÎN KOMKUJIYA PARÎSÊ TEQEZ NE ÇALAKIYEKE CUDA YE’
Parêzer Jean-Louis Malterre di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Duyemîn Komkujiya Parîsê jî xwedî berpirsiyariyeke mezin e û got: ‘’Li gorî min cînayetên dawîn, çalakiyên terorê yên eşkere ne; lê belê dozgeriya Fransayê nexwest van yekan weke çalakiya terorê nas bike. Armanca van çalakiyan bi awayekî eşkere tirsandina civaka Kurd bû; li Parîsê êrîşî mekaneke çandî û sembolîk kirine û kesên nejirêzê hatine hedefgirtin. Bi awayekî eşkere ev çalakiyeke terorê bû. Li dijî vê yekê lêpirsînê nekarî eşkere bike bê ka kesê ku ev çalakî dane kirin kî ye. Li gorî me bi awayekî teqez ev ne çalakiyeke cuda ye; lê belê delîleke şênber a hebûna destwerdana weke ya di sûîqestên din de îspat dike jî tune ye.’’

