Li girtîgehên dewleta Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan ên girtiyên nexweş dewam dikin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku rewşa 651 ji wan giran e.
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Parêzer Yûsûf Erdogan li ser pirsgirêkên girtiyên nexweş ji ANF’ê re axivî û got, “Weke Komeleya Mafên Mirovan ji roja ku ava bûne û vir ve em hewl didin binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan tespît bikin, bikin rapor û ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan kar dikin. Bi taybetî dema dawî li girtîgehan gelek pirsgirêk mayinde bûne, girtîgeh bûne ew dever ku kiryarên li dijî jiyana girtiyan lê pêk tên. Li dijî mafê jiyanê, gelek kiryarên mîna; tecrîd, îzolasyon, êşkence, kiryarên xerab, astengkirina mafên civakî, sirgûn, astengkirina dermankirina girtiyên nexweş, bi biryarên desteya çavdêriyê ya rêveberiya girtîgehê astengkirina berdana girtiyan, mirinên bi guman, rû didin.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ LI GIRTÎGEHAN JIYANA XWE JI DEST DIDIN
Yûsûf Erdogan anî ziman ku têkildarî berdana girtiyên nexweş, saziyên ser bi Wezareta Edaletê raporên bi zanistî, bêalî û objektîf amade nakin û destnîşan kir ku girtiyên nexweş bi taybetî ji ber helwesta Saziya Tipa Edlî nayên berdan.
Yûsûf Erdogan bi bîr xist ku piştî raporên ‘dikare li girtîgehê bimîne’ yên Saziya Tipa Edlî gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û got, “Saziya Tipa Edlî li dijî pîvana ‘dewamkirina jiyana xwe bi tena serê xwe’ ya di qanûnê de hatiye diyarkirin, rapor têne dayin.”
Yûsûf Erdogan got, “Saziya Tipa Edlî bi taybetî têkildarî berdana girtiyên nexweş bûye yekane cihê biryardanê. Yek ji astengiyê herî mezin ên li pêşiya berdana girtiyên nexweş jî siyasetmedar in. Bi taybetî dem bi dem rayedarên desthilatdarî û dewletê her çend bi daxuyaniyan îdîa dikin ku astengiyên li pêşiya berdana girtiyên nexweş wê bêne rakirin, eşkere ye ku li gorî rewşa rojane ya polîtîk tevdigerin.”
Yûsûf Erdogan diyar kir ku dewlet û rêveberî divê astengiyên li pêşiya berdana girtiyên nexweş tavilê rakin, Saziya Tipa Edlî nekin yekane cihê biryardanê û xwest, girtiyên nexweş bêşert û merc bêne berdan.