Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê re serlêdaneke nû kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ve hate kirin.
Parêzêran ji bo hevdîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Vaysî Aktaş jî serlêdan kirin.