Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê daxuyand ku hêzên hikumeta demkî hewl da bi 2 dronan êrişî eniya bakurê rojavayê bajêr bikin, hêzan beriya dron bigihînin armancên xwe xistin.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Yekîneyek ji hêzên me saet di 17.30ˊan de 2 dron, beriya bigihînin armancên xwe, li eniya bakurê rojavayê bajêr xistin.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê diyar dike ku em ê bi tundî li dijî her binpêkirinek hêzên hikumeta Şamê ya terorîst bersivê bidin, da ku ewlehî û aştiya şêniyên me misoger bibe.”

