Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariyeke ku siberoja me ava dike” bi peyamên nûnerên saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û yên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.
Di konferansê de nûnerên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.
Metranê Cizîr û Firatê yê Metraniya Ortodoks a Suryanî Mar Morîs Amsîh got: “Pêxmeber Mesîh ji bo belavkirina aştiyê di nava pêkhateyan hatiye. Pêxember tu ferq û cudahî nedixist navbera pêkhateyan. Di vê civîna dîrokî de em şehîdên ku xwîna xwe dane da ku em li vir bin bi bîr tînin. Şehîd li asîman pîroz in. Em ji gel û rêveberiya xwe bi taybetî ji QSD’ê ya vê axê diparêzê dûaya parastinê dikin. Tenê bi hezkirinê em dijîn. Bi yekitiya xwe em ê Sûriyeya nû ava bikin û siberoja zarokên xwe diyar bikin. Bila ev konferans bibe kevirê bingehîn ê siberoja welatê me da ku bi hezkirin û aştî bijîn.”
Bi navê pêkhateya Êzidî Hediye Şemo jî got: “Ev civîna me di pêvajoyeke çarenûsî û hesas de pêk tê. Sûriye bi pêkhate û gelê xwe yê resen dewlemend e ku bi ji sedên salan ve bi hev re dijîn. Lê siyasetên heyî hewl didin civakê ji hev bixin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em lê dijîn bi pirrengiya xwe wêneya biçûk a Sûriyeyê nîşan dide. Tu kes nikare yekitiya me tune bike. Em dê nehêlin bûyerên li Siwêda û peravê rû dane dûbare bibin. Em ê bi hev re Sûriyeyeke ji bo tevahî Sûriyeyan ava bikin ku mafên wan û mafên jinan mîsoger bike.”
Bi navê pêkhateya Suryan-Asur Sîham Qeryo axivî û got: “Bi navê gelekî qedîm em li pêşberî we sekinîne. Tevî arîşe û hewldanên pişaftin û înkarê em hatine ne ku êşê parve bikin, lê ji bo hêviya parve bikin, em li vir in. Em diyar dikin ku em di avakirina Sûriyeya demokratîk a pirrengî de tevkar in.”
Sîham Qeryo bi bîr xist ku Suryan Asur ji sedên salan ve hatinbû paşguhkirin û wiha pê de çû: “Lê me ji damezirandina xwe ve destpê kir da ku bibin tevkarên sereke. Rola me di projeya demokratîk a ku rêzê dide pirrengiya çandî û olî û lêborînê disepîne, anku projeya Rêveberiya Xweser de heye.”
Li ser navê pêkhateya Ermen Antraniyê Sakesniyan axivî û got: “Ev konferans di kêliyek krîtîk de bi pîvanên çarenûssaz tê lidarxistin. Ezmûna me ya hevbeş a bi dehsalan mozaîkek xweşik derxistiye holê û jiyana hevbeş li vir ne dirûşm e, lê şêwazek jiyanê ye.”
Antraniyê Sakesniyan bang li tevahiya sûriyeyiyan kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser bibînin û îlhamê jê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi jiyana hevbeş em astengî derbas bikin û em ê welatekî ji bo tevan ava bikin.”
Bi navê pêkhateya Ereb Ziyab El Cîlat jî anî ziman ku Sûriye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe, ji bo aramî, edalet û mafên hemû pêkhateyan werin mîsogerkirin pêdivî bi yekrêziyê heye. Cîlat got: “Em ji cîhanî re radighînin ku çareseriya herî guncaw yekhelwestî û sererastkirina şaştiyan e. Em piştgiriyê didin diyaloga Rêveberiya Xweser a li gorî sîstemeke diyar e. Em ji bo entegrasyona heveş a bi saziyên hikumetê re hewldanan dikin. Em vê konferansê pîroz dikin û aştiyê ji tevahiya Sûriyeyê re hêvî dikin.”
Li ser navê pêkhateya Tirkmen Mihemed El Hemdan jî got: “Ji bo avakirina civakekê ku bi xwişk û biratiya gelan bawer e em bi tevahiya pêkhateyan re ne. Me di avakirina Rêveberiya Xweser de cih girt. Em diyar dikin ku em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirina welatekî ku hemûyan bîne gel hev, di yekrêzê de ne.”
Bi navê pêkhateya Kurd şêx Murşîd Maşûq El Xeznewî got: “Bi giyanên pak ên ku ji bo parastina rûmetê bilind bûne, bi navê her dayikekê ku kezeba xwe di rêya parastina vê axê de dane, ji dilê Kurdekî ku bi rûmet û isarê lê dide ez we silav dikim. Em gelê vê axa pîroz in, em hevkarên xwîn û çarenûsê ne. Dîroka hevbeş, birîna yek, xewnên ku naşkên em anîne gel hev.
Gelê me yê Kurd bi salên dirêj ji ber siyastên paşguhkirin û înkarê êş kişandin û ji nasnameyê bêpar hat hiştin, zimanê wê hat qedexekirin, çanda wê hat çewisandin. Gelê me ji ber ku xwest bi nasnameya xwe ya xwezayî bijî hat girtin û sergûnkirin. Tevî vê yekê neşkest. Her dilopek xwîna şehîd bi hezaran kulîlkên berrxwedan geş kir. Her hewldana bêdengkirinê veguherî qêrîna azadiyê. Xwîna em bi xwîna Ereb, Suryan Asur û Turkmen di çepeberên parastina rûmetê de bû yek. Em mafên xwe li ser hesabê mafên yên din naxwazin. Lê em mîsogeriya mafên xwe û mafên hemû pêkhateyên li ser vê axê dijîn dixwazin. Jiyana hevbeş ji bo me ne dirûşme ye, lê belê tevkariya rasteqîn a biryar û çarenûsê ye. Ji vi rem diyar dikin ku daxwaza me Sûriyeya nenavendî ya demokratîk e ku rûmet û edaletê ji bo tevahiyan mîsoger bike û mafên destûrî yê hemû pêkhateyan nas bike.”
Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî di dewama axaftina xwe de got: “Ji bo parastina rûmeta xwe me çek rakiriye. Şehîdên me ji bo xêzkirina sînoran şehîd bûne, lê ji bo avakirina mîsaqa jiyana hevbeş şehîd bûne.”
Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî bal kişand ser berxwedana QSD’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “QSD ji bo me hêza parastinê, ne hêza êrişkariyê ye. QSD’ê mîsogeriya rasteqîn a parastina vê axê û gelê wê ye. Em ne şerxwaz in, lê eger şer li ser me were ferzkirin em ê di rêzekê de rûmet û jiyana azad biparêzin. Peyama me ya îro wesiyeta şehîd e, ku em ê rêya razadiyê bidomînin. Em ê bi hev re welatekî ava bikin ku bêyî dûrxistin an paşguhkirin têra hemûyan bike.”
Konferans ji ragihandinê re girtî didome.