Duşem, 11 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên Mizgîna Leheng bangawaziya azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Desthilatdar naxwaze Kurd li rojava bibe xwedî gotin’
Rojane

‘Desthilatdar naxwaze Kurd li rojava bibe xwedî gotin’

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê naxwaze Kurd li rojava bibe xwedî gotin, naxwaze Kurd tevlî rêveberiya bajaran bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz polîtîkayên qeyûm ên desthilatdariyê û karên DEM Partiyê yên li Stenbolê li dijî qeyûm dimeşîne ji ANF’ê re nirxand. Mûrat Kalmaz anî ziman ku tayînkirina qeyûm li Şaredariya Esenyûrtê darbeyek li dijî ‘lihevkirina bajêr’ e û diyar kir ku êdî li rojava jî polîtîkaya qeyûm tê meşandin. Mûrat Kalmaz got, “Beriya niha li Kurdistanê 2 serdeman qeyûm hatibûn tayînkirin, ev dema sêyemîn e. Destpêkê qeyûm li Colemêrgê tayîn kirin, piştre li Esenyûrt, Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê tayîn kirin. Sedemên bingehîn hene ku dewlet gelekî li ser Esenyûrtê disekine; li wê derê ‘lihevkirina bajêr’ pêk hat. Em dibînin, li vê derê îrade hate desteserkirin. Sedemeke din jî ew e ku Kurd yekemcar li Stenbolê bûn xwedî gotin. Bi taybetî dest li feraseta şaredariyê ya Ahmet Ozer hate werdan. Her wiha hate dîtin, feraseta şaredariyê ya li Esenyûrtê ji aliyê gel ve hatiye pejirandin.”

NIKARIN XWE LI HEBÛNA LI ROJAVA RABIGIRIN

Kalmaz destnîşan kir ku desthilatdarî bi taybetî nikare xwe lê rabigire ku Kurd li bajarên rojava di rêveberiyê de hebe û got, “Beriya her tiştî medya desthilatdariyê heman piştî hilbijartinê bi nûçeyên xwe hewl da terorîze bike. Ev yek destwerdana li Kurdan bû ku bi ‘lihevkirina bajêr’ tevdigeriyan. Em bi rastiya desthilatdariyeke welê re rû bi rû ne ku nikare qebûl bike ku Kurd li rojava bi partiyên cuda re tevbigerin. Bi vê polîtîkaya qeyûm re pêşî li vê yekê jî vebû; êdî qeyûm li bajarên rojava jî dikarin bêne dîtin. Xwe li ‘lihevkirina bajêr’ û mafê gotinê yê Kurdan ranagirin. Li hemberî konserên Kurdî, çalakiyên çandî yên cuda û gavên têkildarî polîtîkayên jinê darbeya qeyûm hate kirin. Li hemberî ziman, hebûn û nêzîkatiya polîtîk a Kurdan darbe hate kirin.”

NERAZÎBÛNA CHP’Ê YA LI HEMBERÎ QEYÛM TÊRÊ NAKE

Kalmaz ragihand ku CHP’ê nerazîbûneke têrker li hemberî qeyûm nîşan neda û got, “CHP di hilbijartinên dawî de bû partiya yekemîn a li vî welatî. Nerazîbûna hate nîşandan gelekî lawaz e. Bi têrkerî nerazîbûn nehate nîşandan. Tenê bi rexnekirinê nabe. Qeyûm li şaredariyekê hatiye danîn, qeyûm li partiya damezrînerê komarê hatiye danîn, lê belê sekneke têrker a dijber nehate nîşandan ku ev yek jî bû sedem ku desthilatdarî qeyûmên nû tayîn bike. Weke DEM Partî xeteke me ya têkoşînê heye. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Li Esenyûrtê bi me hêzên ked, aştî û demokrasiyê re du hevdîtin pêk anîn. Di 8’ê Kanûnê de em ê mîtîngekê lidar bixin, yek ji mijarên bingehîn ên mîtîngê jî wê têkoşîna li dijî qeyûm be.”

TAYÎNKIRINA QEYÛM JI TECRÎDÊ CUDA NÎNE

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz herî dawî got, “Piştî banga Birêz Ocalan yekser qeyûm tayîn kirin û hevdîtin qedexe kirin. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke li gorî xwe, aştiyeke li gorî xwe ferz dikin. Qeyûm jî şantaja vê ferzkirinê ye. Polîtîkayên tecrîdê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd weke amûrekê têne bikaranîn. Ev polîtîkaya şantajê bi kêrî Tirkiyeyê nayê. Xwestin bi polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan encamê bi dest bixin, lê belê nebû, wê nebe. Van polîtîkayan Tirkiye tengav kirin, xist nava krîzên piralî. Bi polîtîkayên tecrîd û qeyûm nikarin encamê bi dest bixin. Ji bo aştiya li Tirkiyeyê divê tavilê bi muxataban re rûnên û biaxivin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran êrîşî Helisa kir: Kesek şehîd bû û 3 zarok birîndar bûn
Nûçeya Pişt re Sekreterê Giştî yê NATO’yê diçe Enqereyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YRK: Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Gelale şewat derket

YRK’ê ragihand ku balafirên dewleta Tirk a dagirker 3 caran derdora gundê Gelale yê Mawetê…

Ji aliyê Stêrk TV

DAÎŞ’ê li Dêrazorê êrîş kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê li Dêrazorê êrîş birin ser nuqteyeke ewlekariyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê şerekî giran diqewime

Hate ragihandin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di navbera komên çete yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?