Muzîsyen Sabahat Akkîraz di 19’ê Hezîranê de li ser platforma medya dîjîtal X’ê got, ‘Talat Paşa qehremanek e’. Hefteya derbasbûyî Erdal Erzîncan jî li ser heman platformê got, “Elewîtî kevneşopiyeke qedîm e ku 72 miletan vedihewîne. Pênaseyeke ‘Elewiyê Kurd’ an jî ‘Elewiyê Tirk’ nîne; Elewiyê bi Kurdî, Tirkî yan jî Zazakî diaxivin hene. Zimanê Elewîtiyê zimanê gel e; zimanê îbadetê jî Tirkî ye. Kevneşopî vê yekê dide pêşiya me.” Ev parvekirin li ser medya dîjîtal rastî nerazîbûneke tund hat. Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Huriye Kabayel li ser mijarê axivî û helwesta Sabahat Akkîraz û Erdal Erzîncan weke nêzîkatiyeke welê pênase kir ku hewl didin Elewîtiyê bi îdeolojiya tekperestiyê ya dewletê bizeliqîne.
Huriye Kabayel bi bÎr xist ku hunermend Sabahat Akkîraz beriya çend rojan pesnê Talat Paşa da, ev yek ji bo civaka Elewî birîneke kûr e û got, “Talat Paşa mîmarê polîtîkaya qirker a dewleta Tirk e ku hîn jî dimeşîne û yek ji şefên Îttîhat û Terakkî ye. Navê wî li gel Cemal Paşa û Enver Paşa bi qirkirina 1915’an, sirgûn, asîmîlasyona li hemberî Elewiyan tê bîranîn.
Cihê êşê ye ku hunermendeke Elewî, bi taybetî jî hunermendeke jin pensê qirkerekî weke Talat Paşa bide ku li dijî mirovahiyê sûc kiriye. Mirov dikare bibêje ku baweriya Elewiyan yekane bawerî ye ku li dora jinê ye û qîmetê dide jinê. Gotinên bi vî rengî yên jinekê li dijî baweriya Elewiyan e û Elewî birîndar kiriye.
Pênasekirina kujerê gelan bi gotina ‘qehreman’ tê wateya xiyaneta li rêya Elewiyan. Ji ber ku Elewîtî li mirovan ferz dike ku li hemberî zilmê li gel mezlûman cih bigirin. Xwedîderketina li Talat Paşa nayê wateya cihgirtina li gel mazlûman, tê wateya cihgirtina li gel zaliman. Ev yek jî tê wê wateyê ku dixwaze Elewîtiyê bi îdeolojiya tekperest a dewletê ve bizeliqîne.”
Huriye Kabayel bi bîr xist ku heman piştî daxuyaniya Sabahat Akkîraz vê carê jî muzîsyen Erdal Erzîncan bi gotina ‘Zimanê îbadetê yê Elewîtiyê Tirkî ye, Elewî yê Kurd an jî Elewî yê Tirk nîne’ kete rojevê û got, “Ev gotin ji bilî jinûve afirandina polîtîkaya asîmîlasyonê nayê ti wateyê ku dewlet bi salan e li Elewiyan ferz dike.
Rast e, Elewîtî zimanekî gerdûnî ye, zimanekî hevpar ê dilan e. Lê belê ev nabe bahane ku zimanê dayikan ê gelan tine bê hesibandin. Li Dersimê, Koçgirî, Mereşê bi Kurdî û Zazakî nefes hatin gotin; Elewiyên Ereb bi zimanê xwe cem gerandin; bi Tirkî nefes hatin gotin, ev yek parçeyek ji heman dewlemendiyê ye. Gotina, ‘Zimanê îbadetê yê Elewîtiyê tenê Tirkî ye’ înkarkirina vê mîrateya dîrokî ye, rewakirina mejiyê tekperestiyê ye.
Kevneşopiya Elewîtiyê bi sedan salan li hemberî desthilatdariyê bûye sembola berxwedanê. Ji Osmanî heta bi Komarê bi komkujî, sirgûn û koçberkirina bi zorê tinebûn lê hate ferzkirin. Li gel vê yekê jî bi rê, ziman, nefes û cemê, yanî bi cihêrengiya gelan gihîştiye vê astê. Nêzîkatiya ku Elewîtiyê bi yek zimanî, bi yek nasnameyê pênase û asê dike, cewhera vê berxwedanê tine dihesibîne.”
Kabayel got, “Elewiyên kurd di herikîna dîrokê de hem ji ber baweriya xwe hem jî ji ber nasnameya xwe du caran rastî zextê hatin. Koçgirî, Mereş û Dersim şahidên vê yekê ne. Gotina ‘Elewiyê Kurd nîne’ tinehesibandina vê rastiya dîrokî ye. Ev yek tenê bi kêrî dewletê tê; bi kêrî yekîtiya gelan nayê. Parçekirinê mezin dike.”
Huriye Kabayel bi dewamî got, “Kevneşopiya Qizilbaş bi qasî ku cihêrengiya gelan hembêz dike, dilsozê cewherê ye. Nêzîkatiya ku pesnê Talat Paşa dide yan jî Elewîtiyê bi yek zimanî pênase dike, xizmetê ji mejiyê asîmîlasyonê yê desthilatdariyê re dike. Rêya me ew e ku li hemberî vî mejî, parastina heqîqetê ye. Tenê bi vî rengî hem Elewîtî hem jî gelên me dikarin azad bibin.”