Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê dayî destpêkirin de, îfadeya dozgeriyê ya piraniya rojnamevan û nivîskarên ku li Amed û bajarên din hatibûn binçavkirin hat temamkirin.
Seroka Komaleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-wergervan Omer Barasî, Koordînatorê PirtûkaKurdî Bawer Yoldaş, Figen Mamedoglu Alp û Berfîn Atli ku bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBIS) îfadeya wan hat girtin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Navên kesên ku dozgerî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatın kirin wiha ne: “Derhêner Ardîn Dîren, akademîsyen Abdurrahman Aydin, nivîskar-helbestkar Ahmet Hîcrî Ozgoren, wênegir Emrah Kelekçiler û rojnamevan Ahmet Sunbul.”
Tê payîn ku îfadeya dozgeriyê ya kesên din ên ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatine binçavkirin sibê were kirin.