Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de ji Kobanê dest pê kir û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, di sala xwe ya 13’emîn de bi modela xwe ya aboriyê ya xwe dispêre konfederalîzma demokratîk û têgihiştina civaka ekolojîk balê dikişîne.
Ev sîstema ku xwe dispêre rêveberiyên xweser ên herêmî, bi kooperatîfan hatiye birêxistinkirin û aboriyeke bi ahengiya bi xwezayê re armanc dike; tevî zehmetiyên weke şer, ambargo û nearamiyê jî, hedef dike ku pêwîstiyên şêniyên herêmê bi cih bîne û hevgirtina civakî xurt bike.
Hevserokê Komîteya Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Şikrî, di beşa duyemîn a dosya me de modela kooperatîfa çandinî û sewakariyê ya herêmê û tevkariyên wê di aboriya civakî de dinirxîne. Di heman demê de Berdevkê Kooperatîfa Xwêyê ya Star Ferhad Dede behsa pêvajoya damezirandina kooperatîfê, tevkariyên wê di aboriya herêmê de û tecrubeya komên etnîk ên cuda ku bi hev re dixebitin, dike.
DI ABORIYA CIVAKÊ DE ROLA KOOPERATÎFAN
Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kîjan berhem hildiberîne ku têra wê dikin û ne girêdayî çavkaniyên derve ne?
Ji ber erdên çandiniyê yên berfireh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, aboriya herêmê jî li ser çandinî û xwedîkirina sewalan e. Kooperatîfên li ser vê bingehê hatine pêşxistin serketinê bi dest dixin. Civaka me civakeke çandiniyê ye. Di dîrokê de, şêniyên herêmê bi çandiniyê re mijûl bûne û çandeke hilberîna kolektîf pêşketiye. Îro, %70’ê aboriyê li ser bingeha çandiniyê ye. Tevî salên şer, ev mîrateya hilberînê hatiye parastin û Rêveberiya Xweser hewl daye ku wê biparêze.
Kooperatîf jî li ser vê bingehê hatine avakirin; piraniya wan bi çandinî û xwedîkirina sewalan ve girêdayî ne. Bi karanîna çavkaniyên herêmî yên heyî, kooperatîf armanc dikin ku hem ji endamên kooperatîfan û hem jî ji civakê re feydeyên aborî peyda bikin. Di bin rejîma berê de, berhemên çandiniyê wekî madeyên xav dihatin kirîn û li derveyî herêmê dihatin hilberandin.
Îro, gav têne avêtin da ku berhemên çandiniyê bi awayekî pîşesazî werin hilberandin. Mînak, hilberîna pembû qadeke sereke ye û ev berhem di cilên binî û derve de tê bikar anîn; kargeh têne avakirin da ku berhemên bulgur û şîr werin hilberandin. Ev pêşketin hem sûdê didin civakê ku xwe bigihînin berhemên erzan û hem jî serketina kooperatîfan ronî dikin. Her wiha hewl têne dayîn ku kêmasiyên di bulgur, makarona û xwarinên konservekirî de werin çareserkirin.
Armanca bingehîn aboriyeke civakî ye ku civak rasterast sûd werdigire. Ev bi rêya kooperatîfan tê bidest xistin. Lê belê, pêşxistina kooperatîfan ne tenê bi rêya Rêveberiyên Xweser, komîteyên kooperatîfan û meclîsa aboriyê, di heman demê de bi beşdariya civakê û xwedîderketinê jî mimkun e. Ji bo ku ev yek pêş bikeve em hewl didin.
TEVKARIYA KOOPERATÎFAN A JI BO ABORÎ Û SEKTOR
Ev kooperatîf tevkariyeke çawa di aboriya welêt de dikin? Bi rêya kooperatîfan giranî didin ser kîjan sektoran û gel çawa ji wan sûd werdigire?
Kooperatîf bi giranî di çandinî û sewalkariyê de têne birêxistin kirin. Ev avahî ne tenê ji bo endamên kooperatîfan, di heman demê de ji bo civakê jî bi sûd e. Prensîb ew e ku civak were teşwîqkirin ku kooperatîfan ava bike. Dema mirov rewşa berê û piştî kooperatîfan tîne ba hev, vê rastiyê bi zelalî dibîne.
Weke nimûne, niha piraniya nanpêjxane wekî kooperatîfan xwe birêxistin kirine. Ev nanpêjxane aîdê karmendên wê ne û qezencên wan li gorî rêziknameyan têne belavkirin, ku %70 di navbera endaman de tê parvekirin. Pirsgirêkên berê yên ji ber kalîte û cûreyên nan, bi giranî hatine çareser kirin. Nan niha hê xweştir û paqijtir e.
Di qada sewalkariyê de bi taybetî kooperatîfên xwedîkirina mirîşkan pêş ketine. Berê ji derve goştê mirîşkên cemidandî dihatin kirîn. Ji ber ku ji ber şer bêhtirî 200 bane hatibûn girtin. Lê niha hilberîna mirîşkan pêdiviyên herêmî pêk tîne. Em dikarin bêjin di qadên çandinî û sewalkariyê de astek baş hatine bidest xistin.
BANDORÊN LI SER BAZAR Û BIHABÛNÊ
Di vê rewşê de, gelo em dikarin behsa kêmbûna bihayên bazarê û zêdebûna hêza kirînê ya civakê bikin?
Armanca me ya esasî ev e. Ji ber ambargo û dorpêçê, em nikarin berhemên xwe bişînin derve; ger ev pêkan ba, pêşveçûna aborî dê pêşdetir ba. Berhemên ku em neçar in ji derve bikirin hene, lê em hewl didin ku bi rêya kooperatîfan vê yekê derbas bikin. Çavkaniyên me yên sereke çandinî û sewalkarî ne.
Berê, gelek berhem ji derve dihatin standin û ev yek bandor li bihabûna wê jî dikir. Niha, kooperatîf bi awayekî bêhtir girêdayî hev dixebitin. Mînak, mirîşk li her derê bi bihayên erzan peyda dibin; ev yek çend sal berê jî ne wisa bû.
ÇANDINA ZEBZEYAN Û ZEHMETIYÊN DEMSALÎ
Gelo di mijara zebzeyan de rewş çi ye?
Di warê çandina zebzeyan de em xwediyê demsaleke sînordar in. Di meha Nîsanê de em dest bi çandina şitlên zebzeyan dikin, piştî niviya Hezîranê jî berhem çêdibin. Lê belê piştî demekê ev qut dibe. Di payîzan de avûhewa diguhere û berhem kêm dibin. A niha alternatîfa vê yekêjî hilberîna biyo-palastîk e. Ew jî veguherî kooperatîfê. Ji bo tijekirina valahiyên ku di demsalên payîz û zivistanê de rû didin, tê pêşxistin û em dikarin gihaye asteke diyar.
Lê belê gelek gelek pirsgirêkên vê hilberînê jîhene. Bo nimûne tov ji derve tên kirîn û lênihêrîna wan gelekî zehmet e. Mirov neçar e ku atmosfera guncav biafirîne. Ji ber ku deverên weke Rimêlanê ji bo vê hilberînê guncavtir in ev der esas tên girtin lê belê li deverên din jî tên pêşxistin. Bi vî awayî nebûna zebzeyan a ji ber demsalan rû dide, tê çareserkirin. Çandina zebzeyan a biyo-plastîk, dema ku demsal bi dawî dibe ji bo tijekirina vê valahiyê dibe pêngava yekem.
BANDORA KOOPERATÎFAN A LI SER PÎYASEYÊ
Ev bandoreke çawa li piyaseyê dike?
Jixwe armanca me ya sereke ew e ku em bandorê li piyaseyê bikin. Bêyî em hewceyî derve bibin, em armanc dikin ku em berhemên mezaxtinê yên sereke bi awayekî erzan pêşkêşî civakê bikin. Xeta me ya kooperatîfê, li hemberî rêgezên karkirinê yên pergala kapîtalîst e. Bo nimûme em li hemberî wê pergalê ne ku dema di bazarê de berhemeke mezaxtinê kêm dibe buhayê wê zêde dike yan jî dema zêde dibe dide piyaseyê û dubare qezencê jê bi dest dixeç Di esasê xwe de tişta ku alikariya civakê dike jî ev e.
PÊVAJOYA AVAKIRINA KOOPERATÎFAN
Dema ku komek bixwaze kooperatîfekê ava bike rastî prosedureke çawa tê? Ev pêvajo çawa dimeşe?
Du terzên sereke yên kooperatîfan hene. Ji van ya yekem cureya kooperatîfê ye ku bi sermayeyê piştgiriya rêveberiyê tê kirin. Bo nimûne ji bo gelek kooperatîfên çandiniyê erd tê dayîn û girêdayî vê yekê lihevkirinek tê kirin. Beşeke mezin a qezencê ji xwediyên kooperatîfan re dimîne. Her wiha hin cureyên sindoqan ên cuda hene. Bo nimûne sindoqeke ji bo wesayîtên çandiniyê hatiye avakirin heye. Ji bo piştgiriya van wesayîtan ji sedî 10’ê dahatê ji vê sindoqê re tê veguhastin. Ger hûn bixwazin li şûna traktoreke ku 2-3 salan hatiye bikaranîn traktoreke baştir bistînin, girêdayî pereyê di vê sindoqê de kom bûye wesayît û amûr tên nûkirin. Ev sepandin ji aliyê domandina pergalê ve hewce ye. Ev cureya kooperatîfê ew e ku rêveberî bi sermayeyê tê destekkirin.
Cureya din a kooperatîfê jî ew e ku endamên kooperatîfê bi sermayeya xwe xebatekê pêş dixin. Bes di nava kooperatîdê de xwe birêxistin dikin. Proje bi awayekî nivîskî tê pêşkêşkirin. Hê jî xebatên me berdewam dikin lê belê girêdayî projeyên ku wê ji komunan werin, wê kooperatîf werin pêşxistin.
Projeyên ku wê ji komûnan werin, wê bi rêya komîteyên ku li ser Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve werin avakirin, werin nirxandin. Dema ev yek tê kirin taybetmendiyên kanton û komunan li ber çavan tên girtin. Yanî proje bi awayekî nivîskî tê amadekirin û pêşkêşkirin. Di projeyê de tê diyarkirin ku sermaye wê aîdî kesan bi xwe be yan jî wê ji rêveberiyê piştgiriyê bixwaze. Bi van her du rêyan dikare kooperatîf werin avakirin.
Bo nimûne ger 3-5 kes bixwazin bi hev re kooperatîfekê ava bikin, wê projeyên xwe bi awayekî nivîskî ji kanton yan jî ji meclîsên bajaran ên girêdayî wan re pêşkêş dikin. Girêdayî vê yekê tê erêkirin û lihevkirinek tê kirin.
Kooperatîfên demkî hene; ev cure kooperatîf, piştî ku digihîjin armancên xwe belav dibin. Li rex vê yekê kooperatîfên weke kargehan ên berdewan hene. Di dageriyan de maf û hiqûqa endamên kooperatîfan hatine diyarkirin. Bi heman awayî karkirina sindoqên hatine avakirin jî hatiye diyarkirin.
Ev yek, bi awayekî gelekî zelal ji hemû endamên kooperatîfan re tê pêşkêşkirin. Di civînan de; mijarên weke çi hatiye firotin, çi qas qezenc hatiye bidestxistin, xeta û kêmasiyên rû dane di navbera endamên kooperatîfan de bi awayî zelal tên nîqaşkirin. Her wiha civînên salene tên lidarxistin û têkildarî xebata hatiye meşandin nirxandin tên girtin.
VEGUHERÎNA ZÎHNIYETA CIVAKÎ
Ji bo pêşvebirina vê yekê di warê zihnî û fikrî de hewlên me berdewam dikin. Em hewl didin xwe ji bandorên modela neserkeftî ya berê derbas bibin. Tê gotin ku ‘Gelek kooperatîfên cure dewleta civakî hatin pêşxistin lê belê bi ser neketin’ û em jî li hemberî vê yekê hewl didin ku modela xwe bidin fêmkirin. Dema ku tê dîtin ji pratîkê encam tê girtin bawerî pêş dikeve. Ev yek jî asta tevlîbûnê zêde dike.
MÎNAKEKE KU TÊKARIYÊ LI ABORIYA CIVAKÎ DIKE
Çîroka Kooperatîfa Xwê ya Starê
Berdevkê Kooperatîfa Xwê ya Starê Ferhad Dede li ser pêvajoya avakirina kooperatîfê, têkariyên wê yên li ser aboriya herêmê û tecrûbeyên karkirina bi hev re ya komên etnîkî yên cuda diaxive. Kooperatîfa ku tevî şert û mercên şer û ambargoyê armanc dike ku hewcehiya xwê ya herêmê bi cih bîne, weke mînakeke şênber ya modela aboriya civakî derdikeve pêş.
AVAKIRIN Û KARKIRINA KOOPERATÎFÊ
Destpêkê em dikarin we û kooperatîfa we nas bikin?
Ez ji Efrînê me. Ev der kargeheke hilberîna xwê ye û ez li vir rêveber im. Ev kargeh, çar mehan beriya niha girêdayî Desteya Aboriyê bû; lê belê piştî hin nîqaşan bi komîteya kooparatîfê ve hate girêdan. Ev guherîn ji ber armanceke diyar hate kirin. Di serê van armancan de tê armanckirin ku civak di warê aboriyê de xwe pêş bixe. Çimkî beriya niha ev kargeh girêdayî Rêveberiya Xweser bû û xebatkarên wê bi destheq û foneke diyar li vir dixebitîn. Lê belê dema veguherî kooperatîfê kesên karker êdî bûn xwediyêkargehê. Girêdayî vê yekê xebat tên meşandin.
Li Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerek heye. Ambargoya li ser herêmê, rê li ber gelek zehmetiyan vedike. Ger em vê yekê li ser kargehê diyar bikin, di dabînkirina daringiya ku li qadê hewcehiya wê heye de zehmetî tên kişandin. Dema ku ji derve tên kirîn jî bi buhayeke mezin tê. Tevîşer û ambargoya heyî jî jiyan û xebat berdewam dikin. Ji bo pêşketina aboriya civakî hemû kes dixwaze pêngavên zêdetir biavêje.
Ev kargeh, ji karên cuda pêk tê. Hevalên jin û mêr dixebitin; hemû kes erkê ku dikeve ser milê xwe bi cih tîne. Bi tevahî şeş jin û duwazde hevalên mêr dixebitin. Bi rojane xebat tên kirin û hemû endam xwediyên vê kargehê ne. Qezenca ku dawiya mehê tê bidestxistin jî di navbera rêveberiya kargehê, endam û nobedaran de bi awayekîwekhev tê parvekirin; hemû kes bi qasî hev distînin.
Biryarên tên girtin ne şexsî ne, bi rêbaza civînên rêxistinî; hemû mijarên têkildarî kargehê û xebatên wêpêş bikevin bi awayekî kollektîf tên girtin.
Armanceke din a vê kooperatîfê dabînkirina hewcehiya xwê ya herêmê ye. Xwê ji însafan bazirganan re nahêle û armanc dike ku rê li ber bi fiyetên buha firotina xwê bê girtin. Em bi vî rengî xebatan bi rê ve dibin.
Em îdîa nakin ku ev xebat ji sedî sed weke daxwaza me tê birêvebirin; lê belê bi qasî ku em dibînin em ji sedî 65-70’yê hewcehiya herêmê ya xwê bi cih tînin.
Kargeha me weke du beşan karên xwe bi rê ve dibe. Di beşekê de ji bo cihên firin hwd. em berhemên xwe di kîsikên 10 kîloyî de pêşkêşî bazarê dikin. Di beşa din de jî em berhemên xwe di poşetên 450 gr de pêşkêşî bazarê dikin. Berhemên me bi buhayeke erzan ku zorê li civakê neke tê pêşkêşkirin. Jixwe armanca me ya sereke jî ev e.
TEVLÎBÛNA CIVAKÎ YA GIRSEYÎ
Gelo xwediyên kooperatîfê hemû pêkhateyên li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin nav xwe?
Xwediyên esas ên vê kooperatîfê, li ser bingehê yekîtiya gelan û projeya me ya netewa demokratîk cih digirin. Di kooperatîfê de 15 xwişk-birayên me yên Ereb û 3 Kurd cih digirin. Li vir di nava pêkhateyan de nakokiyeke cuda çênabe. Em bi hev re bi ruhekî hevpar dixebitin, em hemû bi hev re dibin xwediyên vê fabrîkayê. Li ser vî bingehî jî em xwe rêxistin dikin û hewldanên xwe dimeşînin.
Ji bo pêşxistina kooperatîfên bi heman tarzê, bangek we ji bo gel heye?
Banga me ne tenê ji bo civaka li Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo hemû civaka Sûriyeyê ye. Li welatekî şer, ji bo pêşxistina ekonomîk ji ekonomiya komunal û civakî bijartekek hîn baştir nîne. Bûyîna xwedî karê xwe baştir e ji bûyîna karkerên kesên cuda. Ji bo kesên dixwazin bibin xwedî kar, rêya vê yekê projeya kooperatif û pêşxistina kooperatîfan e.
Weke tê zanîn, perspektîfa ekonomîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; li ser esasê konfederalîzma demokratîk û feraseta civaka ekolojik e, li ser esasê sîstemeke nenavendî û rêveberiyên xweser ên herêmî hatiye avakirin. Ev perspektîf ji paradîgmaya netewa demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan îlham digire û armanc dike ku modeleke alternatîf pêşkêşî çêkera mêtinger, hiyerarşik û dijberê xwezayê ya sîstema kapîtalîst bike.
Yek ji taybetmendiyên esas a nêzîkatiya ekonomîk a perspektîfê, rêxistinbûna sîstema ekonomîk a li ser esasê meclîsên herêmî û komunan e. Hilberîn û belavkirin, li şûna otorîteyeke navendî li gorî pêdiviyên civakên herêmî şêwe digire. Ev rewş teşwîq dike ku gel rasterast beşdarî pêvajoyên biryargirtinê yên ekonomîk bibe.
Li ser esasê vê perspektîfê, kooperatif yek ji kevirên esas ên çêkera ekonomîk in. Di sektorên çandinî, sanayî û xizmetê de bi rêya kooperatîfan hilberîn tê kirin; bi vî rengî heqdest bi rengekî adil tê belavkirin.
Ekonomî xwe dispêre nêzikatiyeke li gorî xwezayê û domdar. Li dijî pêkanînên sîstema kapîtalîst ên ku xwezayê texrîb dikin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêbazên çandinî û hilberandinê yên li gorî xwezayê dipejirîne. Mesele, di çandiniyê de bikaranîna gubreya kîmyewî kêm dike û bala xwe dide hilberandina organik.
Armanc dike ku araziyên çandiniyê yên li herêmê û çavkaniyên avê civakî bike û çavkanî bi rengekî adil bên bikaranîn.
Modela ekonomîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wekheviya zayendî destnîşan dike. Jin di kooperatif û rêbaza ekonomîk de, rola aktîf dilîzin. Bi taybetî kooperatîfên jin, ji bo hilberandina çandiniyê xwedî cihekî girîng in.
Sîstem li dijî ezezîtiya kapîtalîst û ekonomiya tenê li ser esasê feydeyê, derdikeve. Li şûna vê pîvanên piştevaniya civakî û parvekirina adil, dipejirîne. Li şûna mulkiyeta taybet mulkiyeta kolektif teşwîq dike; lê mulkiyeta şexsî bi temamî ji holê nayê rakirin.
Tê armanckirin ku komên etnîk û olî yên cuda yên li herêmê (Kurd, Ereb, Suryanî û hwd), bi rengekî wekhev beşdarî pêvajoyên ekonomîk bibin. Bi vî rengî tê armanckirin ku pêşî li şerên etnîk yan jî olî bên girtin.
Enflasyona bilind a li herêmê û maliyetên jiyanê, bi rengekî nerênî bandorê li refaha ekonomîk a gel dike.
Piştî şerekî demdirêj, Sûriye hîna negihiştiye aramiyeke hundir, gefa DAÎŞ’ê ya ku dewam dike û êrîşên wê, hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo xirakirina aramiya herêmê û pozisyona wî ya dagirkeriyê ku hîna dewam dike, bandora xwe ya li ser binesaziya ekonomîk û istiqrara wê didomîne.
Perspektîfa ekonomîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser esasê modeleke demokratîk, ekolojîk û civakî hatiye avakirin. Rêveberiyên xweser ên herêmî hilberandina li gorî kooperatif û xwezayê û bingehê sîstemê ava dike. Lê herêm li hawira şer e û di bin ambargo û dorpêçê de ye, ev ji bo pêkanîna vê perspektîfê zehmetiyên girîng çêdike. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev model pêş xist û armanc dike ku hem pêdiviyên gelê herêmê pêşwazî bike, hem jî li qada navneteweyî nasbûna xwe zêde bike.