Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê û gihandina alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidarxist.
Cemîl Hewramî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew wek Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn di diyarkirina siberojê de rêzê li îradeya gelê Suriyeyê bi taybetî jî xelkê Rojavayê Kurdistanê digrin.
Hewramî xwest ku di avakirina hikûmeta nû ya Suriyeyê de nûnerên hemû pêkhate û netewên li Suriyeyê hebin.
Di dewamê de Hewramî bang li hikûmeta Herêmê kir ku Deriyê Sêmalka veke û got: “Take rêya ku bikarîn alîkariyan bigihîn Rojavayê Kurdistanê Deriyê Sêmalkaye. Ev derî ji aliyê hikûmeta Herêmê ve hatiye girtin. Ji berku niha li Rojava şer heye, daxwaz dikîn deri were vekirin daku bikarîn pêdawîstiyên tendirustiyê bigihînin Rojava.”
Hewramî diyarkir ku ji ber li deverên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de aramî heye, xelkê Suriyeyê berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê û ev yek jî bargiraniyê çêdike. Hewramî got ku ji ber vê çendê jî pêwîstiya Rojava bi alîkariyê heye.
Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de jî Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî axivî û got: “Daxwaz dikîn di zûtirîn dem de hikûmeta nû ya Herêmê bê avakirin. Ji berku herêm di rewşeke zehmet de derbaz dibe. Ev pêvajo ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye. Hêvîdarîn hikûmet agahdarê rewşa welatiyan be ku nêzî sê mehin muçe wernegirtine.”