Parlamentera DEM Partiyê Sumeyya Boz têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” diyar kir ku divê her kes perspektîf û hişyariyên Rêber Apo yên di daxuyaniya dawî de dîqet bikin û destnîşan kir ku pêvajo divê êdî qonaxa daxuyaniyên tenê niyeta baş, li paş bihêle.
Sumeyya Boz diyar kir ku divê peyama Rêber Apo ya di Newrozê de û encamên piştî hevdîtina 27’ê Adarê bi hev re bên nirxandin û anî ziman ku her du pêvajo çarçoveyeke ku hevdû temam dikin pêşkêş bikin. Sumeyya Boz bilêv kir ku peyama Newrozê herî zêde perspektîfeke dîrokî û civakî nîşan dide û hevdîtina şandeyê jî îşaret bi rêbazên şênber û çareseriya siyasî dike.
Sumeyya Boz diyar kir ku bidawî bûna têkoşîna çekdarî, nîşaneya destpêkirina qonaxeke nû ye û destnîşan kir ku ev pêvajo divê li ser bingehê siyaseta demokratîk, diyalog û muzakereyê pêş bikeve.
Sumeyya Boz ragihand ku divê pêvajo bi qonax û bi kontrol pêş bikeve û got, gavên heta niha hatine avêtin şênber in, lê pêvajoya hiqûqî ya ku weke qonaxa duyemîn tê pênasekirin krîtîk e.
Sumeyya Boz bal kişand ser hevdîtinên li Meclîsê jî û got, “Hingî ku wext dirêj bibe bendewarî dikevin, lêgerînên nû derdikevin holê. Ev jî tê wateya lewazbûna pêvajoyê.”
Sumeyya Boz destnîşan kir ku ji 8’ê Adarê heya Newrozê û 4’ê Nîsanê di raya giştî ya Kurd de baweriya bi pêvajoyê hate parastin û diyar kir ku desteka civakî hîna xurt e.
Sumeyya Boz got, “Em di kêliyeke herî xurt a vê pêvajoyê de ne. Ji bo ev hêz were parastin û pêş bikeve, divê demildest gavên hiqûqî bên avêtin.”

