Sêşem, 24 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Wê di 27’ê Sibatê de peyama nû ya Rêber Apo were parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan, bêyî li benda gavên qanûnî bin banga avêtina gavên pratîkî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş û Ozel peyama ‘sererastkirina qanûnî’ dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Cengîz Altun di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Turk: Gava şênber nîne, ji bo baweriyê divê gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê girtiyê siyasî yê Kurd 10 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Armanc teslîmgirtina îradeya Êzidiyan e, ne komkirina çekan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Pêvajoya aştiyê bêyî jinan nameşe’
Jin

‘Pêvajoya aştiyê bêyî jinan nameşe’

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol got, “Em neçar in karekî wleê bikin ku gotin, temsîliyet û rola jinê ya li nava avakirina aştiyê serwer be. Heta ku jin nebe, pêvajoya aştiyê nikare bê meşandin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bang kir ku di pêvajoya amadekirina destûra bingehîn a nû de jin jî tevlî komîsyonê bibin û bi vê armancê bi dirûşma ‘Hiqûq nebe çareserî nabe, jin nebe hiqûq nabe’ bi navê ‘Komîsyona Jinan û Destûra Bingehîn’ ava kir. Komîsyon bi daxuyaniyekê hate ragihandin û işaret bi rola jinan a di pêvajoya aştiyê de hate kirin.

Hate destnîşankirin ku nîqaş û amadekariyên li ser destûra bingehîn a nû bêyî jinan nabe û hate gotin, jin wê bi gotin û têkoşîna xwe bi rengekî çalak beşdarî her qada pêvajoyê bibin.

Aktîvîsta TJA’yê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol li ser gavên ku komîsyon di vê pêvajoyê de divê biavêjin û girîngiya ku jin didin têkoşîna aştiyê ji ANF’ê re nirxand.

Sevda Ozbîngol anî ziman ku li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê pêwîstiya herî lezgîn û jiyanî aştî ye û destnîşan kir ku paşeroja demokratîk û aştiyane divê bi pêşengiya jinan bê avakirin. Sevda Ozbîngol diyar kir ku jinan encamên herî giran ên şer dîtin, lewma yên ku li ser aştiyê biaxivin jî divê jin bin.

Sevda Çelîk Ozbîngol bi dewamî got, “Banga aştiyê xwe dispêre pêwîstiya jiyanî û lezgîn a li cografyaya me, xwe dispêre pêwîstiya bi avakirina aştiya civakî. Ev bang ne tenê li Kurdistanê yan jî Rojhilata Navîn e, bang li tevahiya cîhanê ye. Ev nêzîkatiya hem ji tespîtan hem jî ji çareseriyan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku birîna me ye, ferz dike.

Bêguman êşa rastiya şer herî zêde jinan kişandine. Lewma xwediyê aştiyê, her wiha yên ku mafê xwe hene li ser aştiyê biaxivin, jin bi xwe ne. Em jin ne weke nîvê civakê; lê weke hêmana esasî ya avakirina paşeroja aştiyane ya civakê li xwe dinihêrin.”

‘BEŞA HERÎ ÇALAK A PÊVAJOYÊ JIN E’

Sevda Ozbîngol ragihand ku jin ên ciwan, jin ên kedkar û karker, dayik û jinên ji her beşên civakê hêmana esasî ya têkoşîna aştiyê ne û got, “Eger aştiyek wê pêk were di nava vê de divê teqez jin hebin. Yên ku bi navê jinan biaxivin jî jin bi xwe ne. Em neçar in karekî welê bikin ku gotin, temsîliyet û rola jinan a di nava aştiyê de serwer bike. Bêyî jinan pêvajoya aştiyê nameşe.”

‘BÊYÎ GOTINA JINAN CIVAKA DEMOKRATÎK NIKARE BÊ AVAKIRIN’

Sevda Ozbîngol diyar kir ku ew cihêrengiya jinan jî weke dewlemendiya vê pêvajoyê dibînin û bi vî rengî dewam kir: “Em destketî û cihêrengiya jinan gelekî girîng dibînin. Eger peymaneke civakî wê bê kirin, tevlîbûna jinan a li vê yekê ferz e. Peymana civakî ya nû xwedî karên jiyanî yên sereke yên têkildarî ekolojî, hawirdor, aborî, rastiya girtîgehan û kuştina jinan hene. Bêyî gotin û keda jinê civakeke demokratîk nikare bê avakirin.”

‘EV PÊVAJO DIVÊ BI PIŞTEVANIYÊ BI PÊŞ VE BIÇE’

Sevda Ozbîngol işaret bi danhevî û berpirsyariya dîrokî ya jinan a li ser pêvajoya aştiyê kir û axaftina xwe bi van gotinan dewam kir, “Rastiya têkoşîneke jinan heye ku îro xwe ispat kiriye. Em ji vî alî ve di mijar paşeroja demokratîk a cografya û welatê xwe de hem xwe berpirsyar dibînin hem jî tevkariya li vê yekê weke maf û wezîfeya xwe dibînin. Li gorî me, jin hemû -Jinên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkes, Elewî, jinên ji hemû reng û cihêrengiya vê cografyayê- divê bi piştevaniyê nêzî vê pêvajoyê bibin.”

‘EM DEST BIDIN HEV Û AŞTIYÊ AVA BIKIN’

Sevda Çelîk Ozbîngol herî dawî bang li jinan kir, “Em îro destpêkeke nû diafirînin. Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve hem li qada siyasî û civakî hem jî li zemînên hevpar ên kar bi hevkarî, piştevanî û tifaqên jinan ên nû em dikarin dest bidin hev û paşerojeke aştiyane ava bikin.

Banga me li jinan hemûyan e: Werin em bi reng, gotin, keda xwe paşerojeke aştiyane û demokratîk bi hev re ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ermenîstan û Rêxistina Hevkarîya Şanghayê
Nûçeya Pişt re Sîda Yildiz: Di cihêbûnê de ‘navbeynkarî’ wê jinê bêdeng bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

SOHR’ê ragihand ku li Siwêdayê hezar û 311 kes hatine kuştin

SOHR’ê ragihand ku li Siwêdayê di şerê hefteyekê de hezar û 311 kesan jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ya girîng ew e mirov kesayeta xwe li gor Manîfestoya Rêbertî çêbike’

Gaziya şer Şîlan Kobanê diyar kir ku divê ew layiqî ked û têkoşîna Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?