Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Peyama ji Stenbolê: Li dijî tecrîda Îmraliyê di 13’ê Cotmehê de em li Amedê ne
Rojane

Peyama ji Stenbolê: Li dijî tecrîda Îmraliyê di 13’ê Cotmehê de em li Amedê ne

Platforma Saziyan a Demokratîk ji bo mîtînga li Amedê ya 13'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir û got, "Tifaqa AKP-MHP'ê dixwaze statuya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bi temamî tasfiye bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk li Stenbolê têkildarî mitînga ku wê di 13’ê cotmehê de bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” li Amedê were lidarxistin, daxuyanî dan. Daxuyanî li hotêleke li navçeya Beyoglû ya Stenbolê hate dayîn û deklarasyona mitîngê  hate aşkerekirin. Ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” hate vekirin.

Metna deklarasyonê ya bi Kurdî Hevberdevkê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Marmarayê Mevlut Aykoç bi Tirkî jî Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MATUHAY-DER) Dîlek Sonmez Demîr xwend.

Metna daxuyaniyê wiha ye:

“Di ser derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an re 44 sal derbas bûn. Derbeya 12’ê Îlonê bi binpêkirina mafê jiyanê û pêkanînên dijmirovahî cihê xwe di nava rûpelên tarî yên dîrokê de girt.  Derbeya 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê bîrdoziya fermî, têkiliyên dewlet û civak û dewlet-demokrasiyê bi awayekî kûr veguherand pergaleke yekperest (monîst), mandelekirin û pişafin zeximtir kir. Makezagona 1982’yan ku berhema derbeyê bû û guhertnên destûra bingehîn ên pişt wê, sêwirîna siyasî û civakî ya derbekaran jî xurtir kir.

Di salvegera derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hewl tê dayîn ku cudahiyan kirasê netewe û baweriya li ser bingeha monîzmê (yekperestiyê) li xwe bikin, demokrasiya herêmî bi avabûna dewleta zêde navendîparêz tê mandelekirin, qada siyaseta demokratk bi xapandin û mijarên faşîst re tê jehrîkirin. Her cureyên zilma li ser jinê bi bîrdoziya serdest a mêrane tê meşandin, baweriya bi kapîtalîzm û sermayeyê tê meşandin. Anku pêkhatina siyasî ya 12’ê Îlonê pişt çil û çar salan hê jî wekî xewnereşkekê bi ser gelên Tirkiye û Kurdistanê de hatiye dabûn.

Dixwazin hemû cureyên têkoşîna mafên demokratîk, bi taybet jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ku nerazîbûnên li hemberî dewletê nîşan dide civak, xweza û jiyanê diparêze, pûç bikin. Faşîzma AKP – MHP’ê ku mîrateya 12’ê Îlonê ye, qadên xwe yên desthilatdariyê berfireh dike û êrişên berfireh ên ku civakê bê henase dihêle, bi pêş dixe. Êrişên leşkerî yên ku xitimandina pirsgirêka kurd kûrtir dike û ji sînor derdixe, tunekirina daxwazên demokrasiyê bi amûrên zordariyê, çewisandina qada sivîl bi hemû cureyên bêhiqûqî yên, êrişên sîstematk û îdeolojîk ên li dijî jinan, ji destxistna paşeroja ciwanan, bêhiqûqiyê. Û di dabeşkirina paşerojê de ku digihêje astên tirsnak û hewldana derbaskirina barê qeyrana aborî ji bo kedkar û xizanan bûye sedema pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê hema bibêje her kes, yên ku daxwaza naskirina nasnameya xwe dikin, ên dixwazin xwezayê biparêzin, ên ji ku ji bo fikra paşerojê têdikoşin û hwd. hemû di bin zexta rejîmê de heman çarenûsê dijîn.

Em ên ku êrişên piralî yên faşîzma AKP û MHP’ê rû bi rû dimînin, bi nasname, bawerî, jiyan, xwezaya xwe re çarenûseke hevpar parve dikin. Li hemberderketina vê çarenûsa hevpar a ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye xêzkirin, bi avakirina jiyanek û berfirehkirina têkoşîna hevpar pêkan dibe.

Stratejiya bêhnê li civakê diçikîne û rûxandina komên muxalîf ku bi tecrîda mutleq û nebûna ragihandinê ya ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji sala 2015’an û vir ve ji bilî tundî, mirin, birçîbûn û bêîstqrariyê tu tişt nedaye gelên Tirkiyeyê. Pirsgirêka kurd a ku bi tecrîda mutleq ketiye nava xirecirekê, li Tirkiyeyê bûye sedema qeyranên piralî. Li aliyê din, bi polîtîkaya tecrîda mutleq û nebûna ragihandinê, hewl tê dayîn ku qirûşên demokrasiyê jî ji holê rabe, xizaniya kûr li beşên mezin ên civakî belav bibe û qada lêgerîna hemû mafan li ber gel were girtin.

Êdî stratejiya tifaqa AKP û MHP’ê ya ku civak bêhenase hiştibû û hilweşandina muxalefeta civakî lezgîn kiribû, ji ber berxwedana xurt a gelan, bîr û baweriyan, têkoşîna jinan û beşên cuda yên civakî nema dikare xwe li ser piyan bigire. Tevî hiqûq û darazê, dezgeheke mezin a çapemeniyê û her cure çavkaniyên aborî di destê wê de ye jî, her ku diçe tifaqa AKP û MHP’ê têk diçe.

Em di wê baweriyê de ne ku bi serketina pêngava ‘Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ de, em dikarin derbeya herî xurt ji bo berfirehkirina têkoşîna hevpar a gel û bindestan li dijî vê bloka desthilatdar a qirêj pêk bînin. Ji ber ku em dizanin ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê xwe ji înkarkirina rastya gelê kurd û krîmînalîzekirina îtirazên Tevgera Kurd a siyasî bi taybet birêz Ocalan pêk tîne de, di asta pêş de dê deriyên avakirina jiyaneke demokratîk veke. Ji ber ku tecrîda mutleq û rewşa agahînegirtina mutleq a li ser birêz Ocalan hatiye ferzkirin, wekî stratejiyeke rêveberiyê ya rejîma heyî, êdî ne tenê li Kurdistanê lê li her derê belav bûye. Tirkiye bi kûrkirina pirsgirêka kurd re ku turnûsola demokrasî û aştiyê ye, girêkek siyasî çêkir. Ji bo çareserkirina vê girêka siyasî ya bi demokrasî û aştiyê ve girêdayî, bêyî çareserkirina vê girêka siyasî ne pêkan e ku em ji gelek qeyranan rizgar bibin. Bi gotina ‘li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî’ em hemû dikarin reçeteya rizgarkirina Tirkiyeyê ji qeyranên piralî derxin û binivîsin.

Lewma em di salvegera derbeya faşîst de careke din diyar dikin ku windakirina tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê tê wateya windakirina rejîma 12’ê Îlonê. Tê wateya vekirina deriyên nîzama demokratk bi xilasbûna mekanîk a derbeyê. Ji bo avakirina jiyana demokratîk dîsa di destê gel û baweriyên bindest de geş bibe. Li ser karektera çarenûsî ya têkoşîna li dijî rejîma Îmraliyê, em dibêjin, ‘Em bi hev re tecrîdê bişkînin û ber bi azadiyê ve bimeşin.’

Kampanyaya navneteweyî ya ‘Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ di meha cotmehê de wê sala xwe ya yekemîn temam bike. Ev têkoşîna ku ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, ekolojîst, siyasetmedar û hiqûqnasên cîhanê ve hatiye destpêkirin, bi piştgiriya rewşenbîrên tirk ên li Stenbolê li hemû cîhanê bi taybet li Kurdistanê belav bûye. Meşa Azadiyê ya Gemlîkê ku di 18’ê mijdarê de pêk hat, tevî hemû astengiyan gihişt armanca xwe û ji Gemlîkê peyama israra azadiyê ji hemû cîhanê re hat dayîn. Înîsiyatîf û serlêdanên hunermend û parêzeran tecrîd hîn zêdetir eşkere kiriye; di navbera 1 û 15’ê Sibatê de li bajarên bakurê Kurdistanê bi meşaleya ‘Meşa Azadiyê’ hatin ronîkirin, di 8’ê adarê û 21’ê adarê de israra azadiyê ya ku bi milyonan şahidî jê re kirin gihişt lûtkeyê. Berxwedana girtiyan a li dijî tecrîdê ku di her kêliya kampanyayê de bi fedekariyên mezin beşdarî kampanyayê bûn, bi çalakiyên pêşiya girtîgehan a ‘Deng bidin azadiyê’, bi çalakiya ‘Dawî li tecrîdê bînin’ ên li pêşiya avahiyên AKP’ê û bi çalakiya ‘Edaletê bi cih bînin’ a li pêşiya Wezareta Dadê, di tevahiya havînê de bi pêşengiya jin û ciwanan li sedan tax, kolan û gundan ‘Xwendinên azadiyê’ hatin lidarxistin û hê jî tên lidarxistin.

Ji îro pêve em di pêngava ‘Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dest bi qonaxeke nû dikin. Meşa me ya azadiyê ya ku li ser tekoşîna gelê kurd a bi navê ‘Hebûna xwe biparêze, azadiya xwe misoger bike’ disekine, wê bi dirûşma ‘Em li hemberî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin!’ bê lidarxistn. Ji 12’ê îlonê heta 13’ê cotmehê dê bidome. Di vê çarçoveyê de em hemû hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê vedixwînin hemleya Meşa Azadiyê ya ku ji bo têkbirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û komplogerên wê, şikandina pergala Îmraliyê û çareseriya demokratk a ji bo çareseriya demokratk dest pê kiriye. Kampanya dê heta 13’ê cotmehê bidome. Werin em mil bi mil ji bo pêşeroja xwe ya demokratîk û azadiya xwe têbikoşin. Bi vê bawerî, îrade û hêza xwe em hemû hêzên demokratîk, şoreşger ên herêmê û mûxalefeta civakî vedixwînin hemleya xwe ya ku me bi dirûşma ‘Em li hember komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin’ dane destpêkirin. Bi Mitînga Mezin re em ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê pêk bînin. Di 26’emîn salvegera komploya navneteweyî de em ê têkoşîna çareserî û azadiyê bigihînin her derê û cihê ku jiyan lê diherike. Bi Kampanyaya xwe ya ku mehekê dom dike, em ê careke din li dijî ferzkirina koletiyê ya komployan biqîrin û bibêjin ‘Bêyî azadiyê tu carî nabe!’ Bila serkefin soza me be; Derbekar, komploger û yên di tecrîdê de israr dikin wê winda bikin, azadî dê bi serkeve!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şanghayê bahoza herî tund a 75 salên dawiyê
Nûçeya Pişt re Emîne Şenyaşar 22 roj in ji bo edaletê li Meclîsê li ber xwe dide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê gel bajêr û gundên xwe diparêze

Piştî ku Rêveberiya Xweser seferberiyê ragihand, li Kobanê gel li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Til Rifetê karkerek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya kantona Efrîn-Şehbayê êriş bir ser mirovên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nepalê di çalakiyên li dijî bertîlgiriyê de hejmara miriyan derket 72’an

Hikûmeta Nepalê ragihand ku di çalakiyên tundiyê yên li Katmanduyê di destpêka hefteyê de qewimîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?