Di civîna giştî ya lezgîn a li MPKE’yê hate lidarxistin de pêşnûmaya biryarê ya têkildarî Îran û Sûriyeyê hate nîqaşkirin û hate erêkirin.
Piştî erêkirina pêşnûmaya biryarê raportorê Îtalyan Piero Fassiono têkildarî biryarê ji ANF’ê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Peyam eşkere ye. Em piştgiriyê didin gelê Kurd. Em bang rayedarên Şamê dikin ku agirbestê bi cih bînin û beriya her tiştî jî rêzê li mafên gelê Kurd bigirin. Em têkariyên gelê Kurd ên di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de ji bîr nakin. Em li gel Kurdan di nava piştevaniyê de ne. Li rex vê yekê em alîgirên rêznîşandana hemû mafên welatiyên Kurd û otorîteya gelê Kurd in.’’
Piero Fassiono piştre bang li saziyên navneteweyî û dewletan kir û ev yek anîn ziman: ‘’Divê hemû saziyên navneteweyî û dewlet ji Colanî re peymaneke eşkere bişînin. Yanî divê vê yekê bibêjin: Em piştgiriyê didin derbasbûnê lê belê piştgiriya ji bo derbasbûnê girêdayî rêzgirtina li hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê û kêmaniyên li vir dijîn.’’
Fassiono helwesta dewleta Tirk rexne kir û got: ‘’Divê Tirkiye jî rêzê li mafên gelê Kurd bigire.’’
Fassiono herî dawiyê jî ji bo bajarê Kobanê yê di bin dorpêçê de bang kir û got: ‘’Divê dorpêç were bidawîkirin. Divê agirbest were bicihanîn.’’

