Cloudflare ji bo ewlehî û performansa sîteyan lingê esasiye û bi gelemperî li dijî êrîşên mîna DDoS’ê optimîzasyona trafîkê û xwe gihandina bi mîlyonan malperan misoger dike.
Cloudflare, ji sedî 20 trafîka înternetê ya li seranserê cîhanê birêve dibe. Qutbûnek di vê şebekê de ku hê sedema wê nayê zanîn, bi mekanîkî li seranserê cîhanê pêlek şokê çêkir.
Dema ku aktorek bi vî rengî ya navendî têk çû, gelek beşên înternetê qutbûn.
Şîrketê diyar kir ku ew pirsgirêkê lêkolîn dikin.
Di nav malperên ku bi vê qutbûnê re rû bi rû man Ajansa Nûçeyan a Firat, X, ChatGPT’î û gelek malperên saziyên çapemeniyê jî hene.

