Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serdar Şîtîlay 33 sal şûnde hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo berdana Mehmet Emîn Çam bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê roja Înê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên enternasyonalîst serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ruhê Hefteya Lehengiyê hêza afirandinê ya berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket
Çand û Hûner

Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

Rojnivîsên Jîndar Ezgî ku bi navê "Welatê min ê çîrokê" hate weşandin, qala dilekî bi hesret ê jiyana gerîla, hişekî berxwedêr ê bi hezkirinê û kûrahiya lêgerîna azadiyê dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nav: Jîndar Ezgî Dersim (Pinar Yildirim)
Navnîşan: Eyaleta Zagrosê, Herêma Gerdiya, Kampa Zivistanê.
Telefon û e-mail: Rêyên navbera newalên kûr û zinarên bi heybet…
Navnîşana kar: Her kevir, xak, berf, cemed a Kurdistanê; akademî, kamp… bi kurtasî her cih.

Weke ku di van hevokan de tê dîtin, ‘Welatê min ê çîrokan’ cografyayê weke navnîşanekê, têkoşînê weke şêweyekî jiyanê, azadiyê jî weke rengê hebûnê yê rojane nîşan dide.

Rojnivîsên Jîndar Ezgî (Pinar Yildirim) bi navê ‘Welatê min ê çîrokê’ hate weşandin. Pirtûka ku bi tevkariya Newaya Jin ji weşandinê re hate amadekirin, wêneyê bergê wê jî ji aliyê Sînan Hezer ve hate amadekirin. Pirtûk ji aliyê Weşanên Meymanê ve hate çapkirin.

‘Welatê min ê çîrokan’ cîhana navxweyî ya gelekî, têkoşînekê û jinekê, dilxwaziya wan a azadiyê bi şahidiya wêjeyî vedibêje. Ev rojnivîsên ku Jîndar Ezgî di navbera salên 2010 û 2014’an de nivîsî, dilê bi hesret ê jiyana gerîla ya li çiyê, hişmendiya berxwedêr a ji hezkirinê û kûrahiya lêgerîna azadiyê destnîşan dike.

‘Welatê min ê çîrokan’ ne tenê bi rûpelên salnameyê derbas dibe. Carna bi xewn û bîranînan, carna bi hesreta bi hevrêyên şehîd ketin, carna bi rengê ronahiya sibehê ya çiyayekî, carna jî bi henek û hesreta li ber qefilîna di binê berfê de derbas dibe.

Jîndar Ezgî jiyanê bi cografya Zagrosê, Reşko û Gerdiyayê difikire; çiya ne tenê warek e, dibe hevrêyek, mamosteyek û qadeke ezmûnê. Xweza li gel dijwarî, serma û xeteriyê jî d iheman demê de weke çavkaniya aîdiyet û wateyê tê dîtin.

Di pirtûkê de hişmendiyeke xurt a hevrêtiyê xwe dide pêş. Jîndar Ezgî ewladên wêrek ên welêt û dilên bedew ên ku ji dest da; Hebûn, Zîlan, Çekdar, Botan û hîng elek ji wan bi xeyal û hêviyên wan, li gel wêrekiya wan bi bîr tîne.

Pirtûk di heman demê de vegotineke kûr a azadiya jinê dike. Jîndar Ezgî jinbûyînê weke nasname û sekna têkoşînê, hesabpirsîna navxweyî û kedê dinirxîne. Têkilî, piştevanî, şer û hewldanên veguherînê yên navbera jinan beşên herî balkêş û zindî yên pirtûkê ne.

Gotina ‘welat’ a di pirtûkê de cih digire ne tenê erdnîgariyek e; dibe warekî navxweyî yê ji hesret, hevrêtî, hezkirin, berxwedan û hêviyê. Jîndar Ezgî hevok bi hevok vî welatî destnîşan dike; hem ji bo xwe, hem ji bo dîrokê hem jî ji bo siberojên azad.

‘Welatê min ê çîrokan’ ne tenê weke rojnivîseke gerîla yan jî pirtûkeke bîranînê, di heman demê de weke şahidiyeke xurt a ji têkoşîna jinê, berxwedana kolektîf û lêgerîna heqîqetê hêjayî xwendinê ye.

Pirtûk ji navnîşana meyman.org dikare bê peydakirin.

Têkildarî nivîskar:

Jîndar Ezgî (Pinar Yildirim) ku sala 1979’an li Dersimê ji dayik bû, li Enqereyê zanîngeh xwend. Di wan salan de ciwanên welatparêz nas kir û tevlî kar bû. Sala 2001’ê li gel komek ji hevalên xwe tevlî nava refên gerîla bû. Weke şervan û fermandareke YJA Starê demeke dirêj li çiyayên Zagrosê kar kir. Bi tecrûbeyên li vê derê wergirtî di sala 2012’an de ber bi Dersimê ve bi rê ket.

Jîndar Ezgî 17 salên xwe li çiyayên Kurdistanê da gelê xwe; li Qendîl, Behdînan, Zagros û piştre jî 6 salan li Dersimê bi rengê fedaî jiya. Di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Dersimê di şer de li gel du hevalên xwe şehîd bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Me ji Tirkiyeyê gaveke şênber a ji bo pêşveçûna pêvajoyê nedît’
Nûçeya Pişt re Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê Cejna Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin

Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Geliyê Kersê ya Şengalê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Di operasyona QSD’ê ya li bakurê Reqayê de, 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Rêber Apo bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

PE Rêziknameya ku koçberiyê dijwar dike pejirand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?