Nobeta Edaletê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji Mêrdînê heta Stenbolê li gelek bajaran bi awayekî bi bandor didome.
NOBETA EDALETÊ YA LI MÊRDÎNÊ DIDOME
Îro jî rêveberên Rêxistina Navçeya Dêrikê ya DEM Partiyê û gelek kesan serdana Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê tê lidarxistin, kirin. Di nobeta ku bi beşdariya Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan xurt bûye, bal kişandin ser girîngiya çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan.
NOBETA EDALETÊ YA LI STENBOLÊ BI PÊŞENGIYA MATUHAY-DERÊ DIDOME
Çalakiya NobeTa Edaletê ya bi pêşengiya MATUHAY-DER’ê ya Stenbolê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Sancaktepeyê dewam kir. Xizmên girtiyan berdilkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên ESP, SGDF û DAD’ê çûn serdana çalakiyê û peyamên piştgiriyê dan.
ESP’A STENBOLÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 3 ROJAN KIR
Li ser navê Rêxistina ESP’ê ya Stenbolê Zuleyha Muldur daxuyanî da û diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan polîtîkaya şerê taybet e. Zuleyha Muldur anî ziman ku tecrîd li girtîgehên din jî belav bûye û da zanîn ku ji bo şikandina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirine. Zuleyha Muldur banga piştevaniyê li hemû kedkar û raya giştî kir.
DAD: EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN
Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan di çalakiya nobetê de axivî û piştgiriya xwe ya ji bo Nobeta Edaletê anî ziman û banga şikandina tecrîdê û avakirina aştiyê kir. Kadriye Dogan destnîşan kir ku divê dengê dayikan bê guhdarkirin û xwest ku civak ji bo edalet û demokrasiyê bên cem hev.
NOBETA EDALETÊ YA LI WANÊ 50 ROJ LI PEY XWE HIŞT
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUHAY-DER’ê li Wanê hat destpêkirin di roja xwe ya 50’emîn de berdewam dike. Gelek nûnerên siyasî û welatî çûn serdana çalakiyê û piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de bûnavber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.