Alî Haydar Elyakût ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Elyakût, di sala 1993’yan di 17 saliya xwe de li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Elyakût, diviyabû di sala 2023’yan de bihata berdan lê bi hincetên cuda tehliyeya wî hate astengkirin. Elyakût, piştî 32 salan şevê din ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hate berdan. Elyakût, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbat û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin. Tê payin ku Elyakût were Amedê.
Elyakût, di 32 salên girtîgehê de li girtîgehên Amed, Semsûr, Amasya, Kirikkale, Şakran Îzmîr, Enqere û Karabukê hate ragirtin.