Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Aydin Ogûz ê piyê wî şikestî nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Ji bo avakirina hiqûqa siberojê em ê têkoşîna xwe bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êrîşî partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ozturk: AKP dixwaze zextê li CHP’ê bike ku ji dora maseyê rabe û pêvajoyê bê encam bihêle
Rojane

Ozturk: AKP dixwaze zextê li CHP’ê bike ku ji dora maseyê rabe û pêvajoyê bê encam bihêle

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk nerazîbûn nîşanî operasyonên li hemberî CHP'ê da û anî ziman ku AKP dixwaze CHP'ê ji dora maseyê rake û bi vî rengî pêvajoyê bê encam bihêle.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk li ser nêzîkatiya AKP’ê ya li pêvajoyê û helwesta sosyalîstan ji ANF’ê re axivî.

Ozturk anî ziman ku AKP ji tecrûbeyên pêvajoya çareseriyê ya beriya niha helwestek ji xwe re diyar kiriye û têkildarî helwesta AKP’ê got, “Bi dîtina min du aliyên wê hene. Rêbazeke fikrî ya AKP’ê heye; ew jî bi wî rengî ye ku li gorî tecrûbeyên beriya niha tevdigere. Di wê baweriyê de ye ku di pêvajoya çareseriyê ya beriya niha de gava ku tabloyeke demokratîk derkete holê, têkoşerên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê gelekî sûc jê wergirtin û bi pêş ve çûn. Di vê pêvajoya çareseriyê de hewl dide li vê baldar be û pêşî lê bigirin.

Ji aliyekî ve meseleya Kurd gelekî zelal û şênber e; divê bê çareserkirin. Hevsengiyên navneteweyî jî vê ferz dikin. Lê belê fikirîn ku dema ev dibe divê li Tirkiyeyê qadeke ji bo pêşketina demokratîk neyê vekirin. Ji ber ku di mejiyê xwe de şîroveyek bi vî rengî kirin: çareseriya meseleya Kurd bivê nevê wê bibe, lê belê bi dewama vê em çawa dikarin pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bigirin, çawa dikarin tenê weke naskirina hin mafên gelê Kurd bihêlin. Li gel vê yekê bi rengekî eşkere dest li CHP’ê tê werdan. Di vir de hem tişta kud estpêkê fikirîn dixin meriyetê, hem jî desthilatdariyeke ku ji wan re bibe alternatîf asteng dikin. Lewma du alî ye.”

Ozturk diyar kir ku di nava dewletê de şerek heye, aliyek dixwaze pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, lê belê meyla din jî vê naxwaze. Ozturk di vê der barê de got, “Rewşeke du alî heye. Aliyek hîn bi şênberî, di asteke navneteweyî û cîhanî de li meseleyê dinihêre. Meylek li nava dewletê ev e; ‘Di meseleya Kurd de divê teqez gavek bê avêtin û maliyeta vê jî wê hîn kêm be. Eger em karibin vê bidin ber çavên xwe, em ê li cîhanê hîn bêhtir bi avantaj bin’. Li gel vê dibêjin, ‘Em di meseleya Kurd de gavekê biavêjin, vî karî bigihînin pozîsyoneke çareseriyê’. Bi dîtina min nûnerê vê jî Devlet Bahçelî ye, MHP ye.

AKP jî pêvajoya çareseriyê ya beriya niha ji xwe re dike mînak û difikire ku ev yek li dijî wê be, eger li Tirkiyeyê tiştek bi navê demokrasiyê pêk were, ev yek wê li hemberî wê be. Lewma di pêvajoya nû ya meseleya Kurd de bi rengekî berevajî li ber xwe dide.”

‘AKP NIKARE PÊVAJOYÊ SABOTE BIKEV, BERDÊLA VÊ WÊ GELEKÎ GIRAN BE’

Ozturk destnîşan kir ku AKP nikare pêvajoyê sabote bike, berdêla vê wê giran be û diyar kir ku bi komîsyona li meclîsê hate avakirin re hebûna meseleya Kurd êdî bi temamî hatiye qebûlkirin. Ozturk got, “Li pêşberî civakê, di asta navneteweyî de hate gotin, ‘Em vê meseleya Kurd binirxînin’. Her çend gotibin, ‘Em terorê dinirxînıin’ jî avabûna komîsyonekê li parlamentê tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku meseleyeke civakî heye. Qebûlkirina vê ye, qebûlkirina hebûna vê ye. Li hemberî tabloya înkarê ku tevgera Kurd bi salan e tîne ziman, ew komîsyon qebûlkirina wê ye. Bi rengekî rûniştin û dest bi nîqaşê kirin.

Niha ew komîsyon ava bû, ev mijar tê nîqaşkirin, hate gotin ‘Divê bi vî rengî bê kirin’. Hate wê astê ku tê gotin, Abdullah Ocalan dikare nêrîna xwe bibêje. Devlet Bahçelî got, ‘Dikare sûdê ji mafê hêviyê werbigire’, ‘Dikare li Parlamentê biaxive’. Piştî van hemûyan eger rabin bibêjin, ‘Em ji vî karî vegeriyan, em nalîzin’, wê berdêla vê yekê gelekî giran be. Lewma zû bi zû nikarin bikin. Lê belê xwedî wê meylê ne ku li hember li ber xwe bidin. Eger aliyek hebe ku dixwaze ev kar astene bibe, neçe serî, bi dîtina min ew jî AKP ye.”

‘AKP DIXWAZE KU CHP JI DORA MASEYÊ RABE’

Ozturk anî ziman ku AKP dixwaze CHP’ê ji dora maseyê rake, vê pêvajoyê jî bê encam bihêle û got, “Bi destwerdanên li CHP’ê hewl didin bikin ku CHP bêzar bibe û bibêje, ‘Em bêzar bûn, destwerdanên bi vî rengî li hemberî me nabe; di rewşeke welê de ku destwerdan tê kirin, rabloyeke antî demokratîk heye, hebûna me ya li komîsyonê bê wate ye’ û xwe ji komîsyonê vekişîne.

CHP bi dengê xwe yê derdora ji sedî 35-40’î partiya herî mezin e ku dengê herî zêde bi dest xistiye. Vekişîna wê ya ji komîsyonê wê zerareke mezin bide komîsyonê. Di rewşeke welê de wê zerar li kê bibe? Ev pêvajo, ev pêvajoya nû ya ji bo çareseriya meseleya Kurd wê zerarê bibîne. Bi dîtina min tiştê di aqlê AKP’ê de ye ev e: Dikare bibêje, ‘Binihêrin CHP vekişiya, zêde wateyeke komîsyonê nema, bila ev pêvajo bi dawî bibe’. Lê belê maliyeta vê jî wê hebe. Lewma qet ne hêsan e.”

‘DIVÊ SOSYALÎST PÊVAJOYÊ ERÊNÎ PÊŞWAZÎ BIKIN’

Ozturk ragihand ku sosyalîst divê mafên gelê Kurd biparêzin, zêde bi gumanbarî nêzîk nebin û got, “Sosyalîst bi qasî Tevgera Kurd bala xwe nedane ser vê mijarê. Lê belê eger em pê re dakevin em ê karibin encamên gelekî baş bi dest bixin. Beriya her tiştî em mijarê ji nû ve dinirxînin. Ji bo çareseriya meseleya Kurd komîsyonek ava dibe, nîqaş têne kirin, heta astekê pêşî li vê yekê vedibe. Divê ev yek erênî bê dîtin. Ez vê yekê li hemberî dîtina neyînî û gumanên têne ser ziman dibêjim.

Em weke mirovên ku bi giranî demokrasiyê diparêzin, mafên mirovan ên gelê Kurd diparêzin, şensê me nîne ku em bibêjin, ‘Em di van hevdîtinan de nînin’. Ev yek nikare bê gotin. Ji ber vê jî dema ku em dibêjin, ‘Belê em li ser biaxivin, li dora maseyê rûnên’ wê demê divê em giraniyê bidin ser vê mijarê. Dema ku li ser vê hate axaftin, ji komîsyonê necameke erênî hat bidestxistin, em ê bigihêjin nuqteyeke gelekî baş.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Piştî 32 salan hate berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK: Divê gelê Kurd û dostên wê li dijî tecrîdê hîn bêhtir têbikoşin

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî şermezar kir û bang li her…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband

Tevlîbûna endamê Ekolojiya Polen Cemîl Aksû ya li bîranîna Komkujiya Pirsûsê û nêrînên wî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Konvoya alîkariyê ji Tebqayê ber bi peravên Sûriyeyê bi rê ket

Alîkariya ku Komeleya Alîkarî û Pêşvebirinê ya Mezopotamyayê kom kir, ber bi herêmên peravî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?