Li Qoser a Mêrdînê piştî pîrozbahiya Newrozê, bi sedan ciwan bi dirûşmên “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bê Serok jiyan nabe” dest bi meşê kirin.
Meş heta Qada Ugur Kaymaz berdewam kir û piştre berê xwe dan Qada Azadiyê.
Dema ciwan ber bi Qada Azadiyê ve dimeşiyan, polîs û cendermeyên ku hatibûn sewqkirin êrişî ciwanan kirin. Polîsan bi TOMA’yan av li ciwanan reşand û ciwanan jî bi keviran bersiv da.
Çalakî, piştî meşa ciwanan di navbera kolanan bi dawî bû.

