Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza Narin Guran heta 16’ê Nîsanê hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partî û CHP’ê daxuyaniya hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji MKG û DFG’ê daxuyaniya têkildarî ‘Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û CHP hevdîtinê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bavê min gotibû, divê tu mafên feqîran biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî mala Hisên Yezdan Pena hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encûmena Amêdiyê xwest rêya ku artêşa Tirk girtiye were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahir Mahmud: 4’ê Nîsanê jidayikbûna felsefeya hebûna Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir
Kurdistan

PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir

PJAK'ê ragihand ku gelê Kurd bi qirkirina çandî re rû bi rû ye û got, "Parastina zimanê Kurd û nasnameya neteweyî parçeyekî girîng ji têkoşîna me ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di hemwextê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê 21’ê Sibatê de ji ber şerê dewletên serdest ên li çar parçeyên Kurdistanê neteweya Kurd bi tunekirina çandî ya berdewam re rû bi rû ye. Di vê rewşê de, parastina ziman û nasnameya neteweyî ya Kurdî beşek girîng a têkoşîna demokratîk û azadiyê ya neteweya me ye ku wê heta bidestxistina armancan dewam bike.

Axaftin û perwerdekirina bi zimanê dayikê di tevahiya jiyanê de mafekî rewa yê mirov e, heta di nebûna peymanek an qanûnek nivîskî de jî. Ji ber ku ew mafekî xwezayî û rewa ye. Mixabin, em di serdemekê wiha de ne ku ji ber astengiyên jiyana bi zimanê dayikê û parastina mafên zimanî, tenê rojek hatiye veqetandin.

Wek Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) vê rojê pîroz dikin û tekez dikin ku pêwîste li ser bingeha baweriyên xwe bi zimanê dayikê were pêşwazîkirin.

Zêdetirî sed sal in ku li dijî gelê me qirkirina çandî tê kirin. Di heman demê de, têkoşîna parastina zimanê Kurdî ji bo parastina hebûna wê û pûçkirina siyaseta qirkirina çandî tê kirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, berdewam dike û ev dewlet hewl didin ku qonaxa dawî ya şerên xwe yên qirkirinê bimeşînin. Dewletên serdest ên li her çar beşên Kurdistanê siyasetek înkarkirinê wisa pêşxistibûn ku di sedsala bihurî de, Kurdistan bû cihê şerekî berdewam û jenosîdek berfireh.

Nexşerêya gelê me ya li dijî vê êrişa hovane, demokrasiya li dijî faşîzmê ye. Îro, Rêber Apo di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bi aqilane karekterekî siyasî û rêxistinî girtiye û bi rêya prosedûra siyasî ya ‘entegrasyona demokratîk’ ew formule kiriye. Di vê pêvajoyê de daxwaza naskirina fermî ya zimanê dayikê ji bo gelê me û hemû neteweyên din yek ji armancên sereke ne. Hêzên înkarker nikarin bi gefên şer û çavtirsandinê, her wiha bi polîtîkayên nû yên tunekirinê, neteweya Kurd ji têkoşîna wan dûr bixin.

Bê guman, xeterî bi temamî bi dawî nebûne, divê têkoşîna çandî ya neteweya me bi têkoşîna siyasî re were yek kirin da ku bigihêje armancên azadîxwaziyê. Bidestxistina mafên siyasî rêbazek bingehîn e ji bo misogerkirina mafên çandî û zimanî yên neteweya Kurd.

Niha hikûmetên Îran û Tirkiyeyê, wekî du sîstemên înkara çandî û zimanî, bi werçerxanek dîrokî re rû bi rû ne. Divê pêvajoyeke nû destpê bike û mafên siyasî û çandî yên Kurdan bi fermî werin naskirin. Gelê me divê di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de li gel neteweyên din statuyek siyasî bi dest bixe.

Piştî Şoreşa sala 57’an, mafên Kurdan bi taybetî mafê jiyan, perwerde û bikaranîna zimanê xwe yê dayîkê hatin bêparkirin. Beşek girîng ji enerjiya neteweya me, ku divabû ji bo pêşketinên din xizmet bikira, ji bo şerê li dijî siyaseta înkarê hate bikaranîn. Gelê me bi rêya rêxistin û navendên sivîl û çandî li Rojhilatê Kurdistanê ji bo perwerde, pêşxistin û parastina zimanê Kurdî têkoşîneke girîng daye. Em van çalakiyan wekî têkoşînên çandî yên hêja dibînin û rêzê li wan digirin ku di encamê de zimanê me tê parastin.

Kurdan pira siratê ya çandî derbas kirine û gihîştine qonaxa bicihkirina mafên xwe yên siyasî û çandî. Îro, hewl û têkoşîna neteweya me di rêya bicihkirina mafan di destûrên bingehîn de ye. Guman tune ku afirandina cîhanek demokratîk bêyî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ne gengaz e. Bêparkirina Kurdan ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê li ser bingeha siyaseta hilweşandinê nîşana hilweşîna mafên herêmî û navneteweyî ye.

Wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû neteweyên bindest, bi taybetî neteweya Kurd pîroz dikin û bang li neteweya xwe dikin ku hewlên xwe yên ji bo parastina zimanê Kurdî zêdetir bike. Divê her mal û her der bibe dibistanek ji bo perwerde û parastina zimanê Kurdî. Ev erk û berpirsyartiya me hemûyan e. Bi parastina zimanê Kurdî, em dikarin mafên çandî bi pêş bixin û biparêzin. Parastina zimanê Kurdî beşek ji azadiyên me ye. Bijî civakeke azad.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin
Nûçeya Pişt re KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan

Komploya 15'ê Sibatê li navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û Til Birakê bi çalakiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Pakêta darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt hat qebûlkirin

11’emîn Pakêta Darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt rastî bertekan hat, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin li Enqereyê daketin qadan: Em ji bo jiyaneke azad û ewle li qadan in

Jinên ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Enqereyê daketin qadan wiha gotin, “Em ê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî mala Hisên Yezdan Pena hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Encûmena Amêdiyê xwest rêya ku artêşa Tirk girtiye were vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bahir Mahmud: 4’ê Nîsanê jidayikbûna felsefeya hebûna Kurd e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?