Sêşem, 7 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Protestokirina NATO’yê: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biryara çalakiyan hate wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dairo Azzelini: Eger daxwaz aştî û çareserî ye, hingî divê Ocalan bibe parçeyekî muzakereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewlet helwesta xwe ya ku pêvajoyê ji demê re dihêle dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin
Jin

Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

Platforma Yekitiya Jinên Kurd, banga tevlîbûna “Civîna Yekitiya Neteweyî” ku dê li Amedê were lidarxistin kir û got: “Yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, mîsogeriya hebûna gelê Kurd e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Platforma Yekitiya Jinên Kurd, têkildarî civîna neteweyî ya ku dê li Amedê bê lidarxistin, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê daxuyanî da. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê, ji hêla Laleş Bîçîmlî ve hate xwendin.

Metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Yekitiya jin Kurd bingeha yekitiya demokratîk a neteweyî ye” wiha ye:

Weke hemû gelên li herêmê, em li ser erdnîgariya xwe ji her demê zêdetir bi rewşa kaos û şer re rû bi rû ne. Îro li ser Îsraîlê bi piştgiriya hêzên emperyal tê xwestin ku ji nû ve teşeyeke bidin Rojhilata Navîn. Rejîma nû ya Sûriyeyê ku bi tevlibûna bermahiyên DAIŞ’ê hate avakirin û ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê xwestin xwe pak nîşan bide û rewa nîşan bide, di meha Adara 2025’an de li Laziqiyeyê Elewî û di Tîrmeha 2025’an de li Siwêdayê gelê Durzî li ber çavên hemû cîhanê bi êrişên hovane di komkujiyê re derbas kirin.

Ev çeteyên cîhadîst ku dijminê jinan, gelan, komên baweriyên cuda û hemû mirovahiyê ne, bi rêyeke wiha erêkirin û destûrê ji hêzên serdest standin û xwestin ku qirkirina Kurdan jî pêk bînin. Ev destûr û erêkirina di 6’ê Çileyê de, bi navbeynkariya DYA, piştgiriya Fransa û di bin çavdêriya Tirkiyeyê de li Parîsê di civîna Şam-Îsraîlê de hate dayîn. Heman êvarê li Helebê, li navçe û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi destê Hikûmeta Şara û çeteyan êriş li ser Kurdan hate kirin û heman rewş û xetere îro jî bi dorpêçkirina Kobanê didome.

Bi vê konseptê dixwazin ku sed sal piştî peymana Lozanê dîsa Kurdan li derveyî hiqûqê bihêlin. Ev 14 sal e ku bi perspektîfa neteweya demokratîk li dijî şer, tundî, mêtingerî û dijminatiya jinê li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û li rojavayê Kurdistanê dixwazin ku rêveberiya demokratîk a ku hatiye avakirin were tunekirin û ji holê rabe û ji bo entegrasyona ku tê plankirin were astengkirin, hemû polîtîkayên zext û zordariyê xistine meriyetê. Ev dorpêçkirin û şer ên li rojavayê Kurdistanê li dijî hebûna gelan û baweriyan, bi taybetî jî li Kobanê li dijî Kurdan, bûye navenda berjewendî û nîşandana mezinahî û xurtbûna hêzên serdest û hevkarên wan ên li herêmê. Ev hêzên kapîtalîst û mêtinger armanc dikin ku Şoreşa Rojava, ku şoreşeke jinan e, bêhna wê biçikînin, wê tune bikin û ji holê rakin. Ji ber vê yekê jî li Rojhilata Navîn ji bo îradeya gelan a jiyana hevpar û aştiyane asteng bikin, têk bibin komployek wiha ya navneteweyî xistin dewreyê.

Divê eşkere û vekirî were gotin ku ev komplo di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de pêk hat. Tam jî di demeke wiha de pêkhatina komployeke bi vî rengî hedefgirtina vê pêvajoyê ye ku bi Tirkiyeyê re pêş diket, ev jî xaleke girîng e ku divê li serê were sekinandin. Ev rewşa heyî planek li dijî destkeftiyên Kurdan e ku di dîrokê de tevî her cure zext û zordariyan, mêtingerî û polîtîkayên tunekirinê Kurd bi berxwedan û berdelên mezin bi dest xistine. Ev li dijî perspektîfa çareseriyê ya azadî, demokratîk û jiyana hevpar a birêz Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin. Lê tevî ku hêzên emperyalîst dixwazin li herêm û erdnîgariya me gengeşî û tevliheviyê biafirînin û tu zagonên navneteweyî nas nakin, bi nêzîkatiya ‘ez her tiştî dikarim bikim’ tevgeriyabin jî ev xwesteka wan dîsa bi berxwedana Kurdan têk çû û bêwate bûye. Gelê Kurd bi xweparastina xwe ya mezin, bi berxwedana xwe; bi avakirina hêza xwe ya polîtîk û rêxistinî xwe îspat kiriye û hêz û hebûna xwe bi cîhanê daye qebûlkirin.

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pratîkên xwe yên berê û bi taybetî bi daneheviya xwe ya di 50 salên dawî de wergirtiye, nîşan da ku xwedî wê hêz û şiyanê ye ku dikare hemû Kurd û Kurdistaniyan bîne cem hev û li dora hev kom bike. Îro em vê yekê bi zelalî dibînin ku li çar aliyên Kurdistanê û li her deverên cîhanê di dorpêçkirina Kobanê de Kurd bi rojan, demeke dirêj li qad û kolanan yek rêz dibin û bi yekdengî diqîrin. Berxwedana Kobanê û li hemberî vê dorpêçkirinê bêdeng nebûna gelê Kurd, ji aliyê civakî û hestiyarî ve girêdan û helwesteke hevpar û xurt di nava gelê me de ava kir, ji bo Rojava yekitiya neteweyî pêk anî û sînorên çêkirî yên li Kurdistanê hatine xêzkirin bêwate kir.

Di vê pêvajoyê de ku tê xwestin peymana Sykes-Picot were nûkirin, ji bo Kurdan yekitiya neteweyî êdî bûye pêwistî û pêdiviyek jiyanî û jêneger, ev li her Kurd û Kurdistaniyan ferz e. Siyaseta Kurd jî ji aliyê gel ve bi pirsa ‘ku îro nebe, kengê?’ re rû bi rû maye, divê siyaseta Kurd jî berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Hêza herî dînamîk a avakirina yekitiya neteweyî ya demokratîk bêguman Têkoşîna Jinên Azad a Kurdistanê ye ku îro ji bo têkoşîna jinan a cîhanê jî mînak û çavkanî ye. Ev pêşketin û pêşengiya jinan bingeha pêkanîna yekitiya neteweyî amade kiriye. Jinên Kurd û jinên Kurdistanê ku li hemû Kurdistanê û cîhanê têkoşîneke bêhempa û bênavber didin, xwedî zanîn, danehevî û hêz in ku pêşengiya yekitiya neteweyî ya gel jî bikin.

Erdnîgariya Kurdistanê ya ku bêstatû hatiye hiştin û veguheriye cih û warê talan û mêtingeriyê, li vê derê bi taybetî li ser bedena jinê lê hemû nirxên mirovahiyê têne têkbirin û binpêkirin. Me gelek mînak dîtin ku kiryarên ne mirovahiyê ne û pêkanîna zihniyeta DAIŞ’ê ne ku li dijî ‘jinên şerker’ pêk hatin. Ji bo Kurdan jin û hemû tiştên li ser jinê pîroz in, lê ev hov û barbarên vê demê dixwazin wan tune bikin. Keziya Porê qutkirî ku wan parve kir û nîşan da, îro ji bo jinan bûye sembola azadiyê û çalakiya porhûnandinê ya jinên Kurd û jinên cîhanê tevgereke rêxistinî ya jixweber çêkir. Her wiha di nav hemû Kurdan de, birdoziya wî/ê çi be jî, hesta yekitiya neteweyî gihand asta herî bilind.

Hest û hişmendiya neteweyî ya ku di nava gelê Kurd de hate afirandin û pêş ket – Kurdên ku ji qadan dernakevin û qadê naterikînin û di her şertan de doz û daxwazên xwe yên maf û azadiyê dikin – êdî ev hatiye fêmkirin, pêşiya wê nayê girtin û nayê rawestandin. Her çend ev sekna qewî û bi biryar, hin gav bi hêzên hegemonîk dabe avêtin jî divê neyê jibîrkirin, siyaseta tunekirinê ya ku di dîrokê de her tim li ser kar e,  dibe ku her gav dîsa bikeve meriyetê.

Îro pêkanîna yekitiya demokratîk a gelê Kurd bi awayekî stratejîk li ser esasê îradeya azad a jinan û wisa girtina dest dîrokî ye. Ev stratejî ku ji aliyê jinan ve jî li ser bingeha peymana civakî were diyarkirin, ev garantiya jiyana hevpar a Kurdan û hemû cudahî, reng û dengan e. Ji ber ku yekitiya jinên Kurd, xerca yekitiya neteweyî û yekitiya neteweya demokratîk e.

Li ser vê bingehê, di vê pêvajoya hesas, nazik û girîng de, bi ruhê ‘Jin, jiyan, azadî’yê em li hemû jinên Kurd ên li Kurdistan û yên ku li her devera cîhanê dijîn bang dikin û dibêjin; werin cem hev, bi pêşengiya ‘Yekitiya Neteweyî ya Kurd’ ji bo em bi hev re aştî û civaka demokratîk ava bikin;  em we vedixwînin civîna ku dê di 2’yê Adara 2026’an de li Amedê were lidarxistin.”

Daxuyanî, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî yekitiya jinên Kurd” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide
Nûçeya Pişt re PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Va ye dîmenên 19’emîn SÎHA’ya hatî xistin

Dîmenên Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) ku nêzî gundekî navçeya Pênciwênê ya Başûrê Kurdistanê hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûspiyekî Hesekê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da

Endamê Meclisa Rûspiyên bajarê Hesekê Fayîz Şêx Namis ku bi tometa "Bermehiyên rejîmê" tevî 2…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya 4 şehîdan hate ragihandin

QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe ragihand ku di dem û deverên cuda de şehîd bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?