Prof. Holmes di nivîsa xwe de bal kişand ser hikûmeta demkî ya Şamê ya di bin serokatiya Ehmed el-Şara (Colanî) de, peymanên bi Kurdan re îmze kiribûn çawa binpê kir û bêbaweriyê çêkir.
Piştî hilweşandina Esed, Sûriye ket nav qonaxeke pir hesas û lawaz. Holmes got ku di wê demê de peymanên di navbera hikûmeta demkî ya Şamê û Kurdan de îmze bûn, mîna mucîzeyekê bûn û nîşan dida ku derbasbûneke aştiyane hîn jî pêkan e.
Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Mazlum Ebdî û Ehmed el-Şara de, entegrasyona QSD’ê di nav artêşa nû ya Sûriyê de pêşbinî dikir. Holmes diyar kir ku ev ne tenê rêkeftineke leşkerî bû, çarçoveyeke siyasî bû ku Kurd dê di pêşeroja Sûriyê de li derva neyên hîştin
Piştî wê, di Nîsanê de li Helebê peymaneke din hate îmzekirin û di warê pratîkê de dest bi sepandinê kir. Holmes ku çend meh piştî peymanê çûbû Helebê, wiha got:
“Min li wir dît ku peyman bi rastî dixebitî. Hêzên Asayîşa Kurd û hêzên ewlehiya hundir ên hikûmeta demkî xalên kontrolê yên hevpar dimeşandin. Ev di şertên Sûriyê de rewşeke pir taybet bû û nîşan dida ku jiyana hevbeş gengaz e.”
Lê belê di 6’ê Çile de hikûmeta Şamê êrîşa leşkerî li ser Helebê destpê kir. Holmes got: “Li gorî Neteweyên Yekbûyî di du rojan de nêzî 150 hezar kes koçber bûn. Ev êrîş ne leşkerîbûn, siyasî bûn. Çima kesên ku çend meh berê peyman îmze kiribûn û polîsên wan entegre bûbûn, niha êrîş li ser wan tê kirin?”
Holmes bal kişand ku berê û di dema êrîşê de nefret û dezenformasyona li dijî Kurdan pir zêde bû: Dîmenên sexte yên bi AI’yê hatibûn çêkirin, gotinên wek “Kurd wek heywan in” hatin belavkirin û jineke polîs a di çarçoveya peymana Helebê de kar dikir hate kuştin.
Piştî êrîşê zindanên DAÎŞ’ê hatin vekirin, bi hezaran kes revîn, goristanên QSD’ê hatin wêrankirin û rewş bû sedema kaosê.
Holmes diyar kir ku paşeroja Ehmed el-Şara û bijartinên wî yên kesên binpêkerên mafên mirovan û sûcdarên revandina jinên Kurd li ser rayeyên bilind, ji bo Kurdan gefeke eşkere ye.
Her wiha bal kişand ser ku Tirkiye bandor li ser van danûstandinan dike û Erdoğan gelek caran gotiye ku “ew ê qet destûrê nede damezrandina herêmeke Kurd li Sûriyê”.
Holmes di dawiyê de wiha got: “Ji bo nû ve avakirina baweriyê îro ji berê pir zehmetir e. Biryarnameyên ku mafên Kurd nas dikin girîng in, lê sozên bi îmzeyakê bên paşxistin baweriyê çênakin. Heta cîhadî ji nav artêşê neyên derxistin, şer ji holê nayên rakirin û mafê hemû gelan a wekheviya hemwelatiyê nayê naskirin, çerxa şerê nû li Sûriyê neçar dibe.”

