Pêncşem, 22 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berxwedana deh hezaran li sînorê Kobanê berdewam dike!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Tom Barrack civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî banga ‘serhildanê’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bajarê Çêliyabînskê ya Rûsyayê piştgiriya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana DAÎŞ’iyan di çapemeniya cîhanê de ye: ‘Xiyaneta li Kurdan, hişyarkirina DAÎŞ’ê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Binarê Qendîlê berxwedana Rojava silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeke ciwanên ji Ranya û Hecîawa ber bi Rojava ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Raperînê ji bo berxwedanê çûn Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên dewletê li Îran û Rojhilat zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zanîngeha Çemçemal piştgirî da Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Mazlûm Ebdî û Nêçirvan Barzanî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jin ji bo Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > PYD: Avakirina Sûriyeya nû bi pejirandina demokrasî û nenavendîtiyê re pêkan e
Rojava

PYD: Avakirina Sûriyeya nû bi pejirandina demokrasî û nenavendîtiyê re pêkan e

PYD’ê daxuyand ku rûxandina rejîma Baasê encama têkoşîna bi salan a gelê Sûriyeyê bû û diyar kir ku avakirina Sûriyeyeke nû bi pejirandina demokrasî û nenavendîtiyê girêdayê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera yekemîn a rûxandina rejîma Baasê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Beriya salekê Sûriyeyan bi rûxandina rejîma Baasê rûpeke dirêj a despotîzmê tewand. Rejîma Baaê bi dehên salan kontrola ewlehiyê û nêzîkatiyek nijadperest ku ti netewe, ol an mezheb temsîl nedikir, dikir. Ev rejîm desthilatdar ji bo xizmeta komek taybet û berjewendiyên hin welatan kar dikir. Dûrî îrade û armancên gelê Sûriyeyê bû. Desthilatdariyek olîgarşîk bû ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bindest dikir.

Hilweşîna wê rejîmê encama têkoşîna gelê Sûriyeyê û berdêlên mezin e ku gelê wê bi salan danî. Lê ev hilweşîna ji nişka ve ji ber peymanên navneteweyî yên li pişt deriyên girtî pêk hat. Ev yek di navbera îradeya rastîn a gel ya ji bo hilweşandina zordariyê û lihevkirnên navneteweyî de çêbû ku kêliya dawî ya hilweşîna wê diyar kirin.

Rûxandina rejîmê derî li pêşiya qonaxeke veguhêz vekir. Diviyabû ev qonax li gorî pêdiviya dîrokî ya ji bo guhertinê, rê li ber avakirina komareke demokratîk û civakeke demokratîk vekiriba, nemaze di demekê de ku kapîtalîzma modern û teşeya dewlet-netewe gihaşt astekê ku gefê li siberoja tevahiya mirovahiyê dixwin.

Tevî berdêlên mezin ku Sûriyeyan di rêya azadiyê de dane, lê par tu guhertinên ku dihatin xwestin çênebûn. Berevajî vê yekê şêwazên nû yên rêveberiyê derketin pêş ku hişmendiya despotîk a Baasê bi rûyên cuda mîna kiryarên hikuemta veguhêz a Şamê ji nû ve hilbirand.

Di wextek de ku her kes li benda sepandina ewlehiyê  û avakirina baweriyê bû, Sûriyeyî bûn şahidên komkujiyên ku li peravê û başûrê li dijî civakên Elewî û Durziyan hatine kirin. Her wiha bûn şahidên êrişên li ser Şehba û Bendava Tişrînê. Li gelek herêmên din binpêkirin û gefxwarin jî dewam dikin. Li gel êrişan jî gotinên kîndarî û nîjadperestiyê di navbera pêkhateyan de dewam dikin. Rewşa aborî jî têk diçe ku bi bi mîlyonan kes ber bi birçîbûn û xizaniyê ve birin. Li aliyekî din,  li gel berdewama dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê jî doza koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hîna bê çareserî ye.

Ji kongreyan, danezana destûrî, avakirina hikumetê û hilbijartinên parlamentoyê, gavên ku desthilata veguhêz avêtine, di çarçoveya paşguhkirina Sûriyeyan de û bêyî beşdarkirina berfireh a gel pêk hatin.

Helwesta me zelal e; divê tevahî Sûriyeyî bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî pêvajoya veguhêz û avakirina Sûriyeyê bibin. Divê kar gorî rêgezên nîştimanî û dûrî berjewendiyên navneteweyî û herêmî bêne kirin û ji bo xizmetkirina berjewendiyên bilind ên Sûriyeyê be. Welatê me êdî tundî û şeran tehemul nake. Ronesans tenê bi muzakereyên demokratîk û sûdwergirtina ji pirrengiya neteweyî, olî û mezhebî pêkan e.

Ezmûnê îspat kiriye ku modela dewleta neteweyî ya navendî bê kêr e, ji ber bûye modelek ku gefê li her kesî dixwe. Divê rewatiya rastîn bi rêya temsîliyeta rastîn a hemû Sûriyayan were avakirin. Lê desthilatdarên heyî nekarî vê bike.

Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi prensîbên xwe yên damezrandî yên beşdariya gel, nenavendîbûna demokratîk û temsîliyeta komên cihêreng, modelek pratîkî temsîl dike ku dikare di çareseriyek berfireh a krîza Sûriyeyê de were avakirin.

Ji ber berpirsiyariya me ya li hember pêşeroja welatê me, em piştrast dikin ku avakirina Sûriyeyek nû tenê bi pejirandina projeyeke li ser bingeha prensîbên demokrasî û nenavendîtî dê were bidestxistin. Ev yek dê beşdariya hemû Sûriyeyan di rêvebirina karûbarên xwe de misoger be û cihêrengiya neteweyî, olî û çandî ya welatê me nîşan bide. Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî çarçoveya yekane ye ku dikare dawî li zordariyê bîne, pêşî li vejîna wê bigire, yekparbûna Sûriyeyê biparêze û li hemû herêman bê cudahî edalet, wekhevî û pêşketinê bi dest bixe.

 Ji ber vê yekê, em pabendbûna xwe ya bi çareseriya siyasî, diyaloga neteweyî ya berfireh û pabendbûna bi biryarên 2254 û 2799 ên navneteweyî ji nû ve piştrast dikin. Her wiha em piştgiriyê didin Peymana 10’ê Adarê û wekî gaveke bingehîn ber bi avakirina komareke demokratîk û civateke demokratîk a hêjayî qurbanî û dîroka gelê Sûriyeyê ve dibînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê John Holloway: Ocalan ronahiyeke ku di tarîtiya cîhanê de dibiriqe
Nûçeya Pişt re Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJIN’ê daxwaz kir ku rojnameger Haval Arslan tavilê were berdan

Komeleya Jinên Rojnamegerên Kurd (ROJIN), ku endama damezrîner û spîkera Medya Haber TV’yê Haval Arslan…

Ji aliyê Stêrk TV

YRK: Dewleta Îranê li herêma Pêncewîn êrîşî hêzên me kir, hevrêyek me şehîd bû

Fermandariya YRK’ê derbarê êrîşa 19’ê Tîrmeha 2025’an a li herêma Pêncewîn daxuyanî da û ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 5’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelkê Binarê Qendîlê berxwedana Rojava silav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD: Êrîşên çeteyan dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komeke ciwanên ji Ranya û Hecîawa ber bi Rojava ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Raperînê ji bo berxwedanê çûn Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?