Meclisa Giştî ya PYDˈê der barê geşedanên li herêmên elewiyan ên li peravên Sûriyeyê, Humis, Şam û gundewarên Hemayê de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Duh li peravên Sûriyeyê, Humis, Şam û gundewarê Hemayê ku taîfeya Elewî lê dijîn xwepêşandan hatin lidarxistin. Ev xwepêşandan piştî belavbûna dîmenên binpêkirinên li dijî perestgeha Şêx Ebû Ebdullah El Hisên Bin Hemdan El Xesîbî ya li Helebê, çêbûn. Dîsa jî di dîmen li ser medyayên civakî belav bûn de, gule li xwepêşandan tên berandin, di encamê de birîndar çêbûn û qedexeya çûn û hatinê hate ragihandin. Li Hemayê jî darên sersalê hatin şewitan. Em bi fikar van bûyeran dişopînin. Em binpêkirinên li dijî her bawerî, çand, ol, taîfe û neteweyê şermezar dikin. Em hişyarî didin ku ev binpêkirin wê welatê me Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve bibe. Em teqez dikin ku divê dawî li rewşa parçebûna nîştimanî were anîn.”
Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyeyê û tevahî aliyên wê yên siyasî û rêveberiya siyasî ya li Şamê hate kirin ku dawî li van binpêkirinan werînin û wiha hat domandin “Çareserî ew e ku xelkê peravê herêmên xwe bi rê ve bibin. Ji bo rêgirtina li ber şerekî taîfî divê xelkê wan herêman ewlehiya xwe ya navxweyî biparêzin. Ji bo nivîsandina peymaneke civakî ku mafên tevahî sûriyeyan bi nasnameyên wan ên etnîkî, çandî, olî û mafên jinan mîsoger bike divê komîeyek ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê were avakirin. Em bang li her kesî dikin û bûyerên taîfî şermezar bikin û dawî li xîtaba nefretê bînin. Ne wisa be em ê ber bi şerekî navxweyî ve biçin ku dê encamên wê ji bo tevahî Sûriyeyan wêranker be. Em bang li tevahî hêzên demokrat ên li Sûriyeyê dikin ku bi hev re ji bo rawestandinan van binpêkirinan bixebitin, di vê pêvajoya derbasbûnê de xebateke hevbaş bimeşînin da ku Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibin.”