Li Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) qedexeya hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re bi meşekê hat protestokirin. Meşê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir. Di meşê de wêne û alên Rêber Apo hatin hildan. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin.
Pitî meşê li Parka Şehîd Aryen Cûdî axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclîsa Gel Ehmed Şehbaz bertek nîşanî qedexeya hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re da û got: “Çawa ku di peymana Lozanê de bi çend gotinan gelê Kurd kirin çar parçe û ji nedîtî ve hat, di vê sedsalê de jî dewleta Tirk dixwaze lîstikên xwe yên qirêj li ser gelê Kurd bimeşîne. Ji ber ku ew jî dizanin ev 40 sal in li hemberî vê xet û felsefeyê ti derfet nemaye ku bi kar ne anîn ji bo gelê Kurd bêdeng bike. Ti derfet di destê dewleta Tirk de nemaye ku li ser çiyayên Kurdistanê bikar ne anîn ji ber wê xwe avêtiye hembêza hemû dinyayê, top, kîmya û cebilxane û hwd nema ku li ser gerîla nedane bikaranîn. Di vî şerî de bi serneketin ji ber wê îro serî li dek û dolabên bi vî rengî dane. Bila dewleta Tirkiye û yên kompiloger baş bizanibin gelê Kurd li pişt Rêberê xwe û gerîlayên xwe ne. Ên ku di vê sedsalê de têkbiçe dewleta Tirke û yê ku di vê sedsatê de gelan azad bike Rêber Apo ye.”
Meş bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo”’bidawî bû.