Daneyan raxistin pêş çavan ku partîkulên zirav ên li nava dûyê wesayitan mûtasyonên nava şaneyên pişikê razayî çawa ‘hişyar’ dikin û wan vediguherînin kanserê.
Lêkolîn di heman demê de eşkere dike, bê mirovên ku çixareyê nakişînin çimqas ewqasî bi kansera pişikê dikevin. Her wiha têkildarî bandora giran a qirêjiyê li ser tenduristiya mirovan mîna ‘bang û hişyariyê’ ye.
Ji Enstîtuya Francis Crick Prof. Charles Swanton roja Şemiyê li Konferansa Komeleya Tibbî Onkolojî ya Ewropayê ya li Parîsê, daneyên bi dest ketin eşkere kir. Swanton got, “Rîska ketina bi kansera pişikê ya ji ber qirêjiya hewayê, ji ya kişandina çixareyê kêmtir e, lê belê li ser tişta ku em hemû hilma wê dikin, kontrola me nîne.”
Kişandina çixareyê hîn jî sedema herî mezin a kansera pişikê ye, lê belê qirêjiya hewa jî li Îngilistanê ji her 10 nexweşên kanserê sedema yek ji wan e. Li vî welatî, her sal 6.000 kesên ku qet çixare nekişandine ji ber kansera pişikê jiyana xwe ji dest didin.