Komkujiya Mereşê yek ji komkujiyên herî giran û bi xwîn ên dîroka Tirkiyeyê ye. Li gel ku 47 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, dema ku mirov li şahidan guhdarî dikin dikevin nava tirs û xofê. Yên ku komkujî bi xwe dîtin, hîn jî bi heman êş û hêrsa roja destpêkê ya komkujiyê ne.
Bi lêkolînên piştre hatin kirin re eşkere bû ku Komkujiya Mereşê komkujiyeke plankirî bû. Lê belê li Tirkiyeyê komkujiya Mereşê jî di nav de berpirsyarên ti komkujiyan nehatin darizandin. Yek ji berpirsyarên sereke yên komkujiyê paşnavê xwe guhert û bi salan parlamenterî kir.
Nivîskar Azîz Tûnç di pirtûka xwe de ya bi navê “Te ez kuşt” qala aliyekî komkujiyê kir ku zêde nayê zanîn; bi vegotina çîrokên mirovan nîşan dide ku yên di komkujiyê de hatin kuştin hejmar nîne.
Di pirtûkê de yek ji nuqteyên herî balkêş ew e ku komkujî di heman demê de komkujiyeke jinan e. Di dema komkujiya Mereşê de 17 jin hatin qetilkirin. Du ji wan li gel pitikên xwe di dema komkujiyê de hatin kuştin.
Hovîtiyeke din a ku di komkujiyê de hate kirin ew e ku cenazeyên nêzî 20 kesên hatin qetilkirin hîn nehatine dîtin. Pênc ji kesên ku gorên wan nehatine dîtin jin bûn.
JINÊN HATIN QETILKIRIN
Gulşen Un
Gulşen Un ku di dema komkujiyê de li mala xwe bû, dema ku hewl dide zarokên xwe ji êrişkaran biparêze bi çeka êrişkarekî jiyana xwe ji dest da. Di dema êrişê de Gulşen, hevjînê wê Kamîl û zarokekî wan hatin kuştin.
Ummuhan Dûman
Ummuhan û hevjînê wê dema li mala xwe bûn êrişê destpê kir. Êrişkar dema gihîşt mala Ummuhan, hevjînê wê Mahmût Dûman bi çekê li benda wan bû, Ummuhan jî hewl dida zarokên xwe veşêre. Ummuhan ku dît êdî rev nîne, ji hevjînê xwe re got, ‘Wê me sax nehêlin, wê ji mirinê xerabtir li me bikin. Ez nikarim îdare bikim ku nebaşiya ew li zarokên min bikin, bibînim. Firsendê nede wan, tu min bikuje.”
Êrişkaran Mahmût û Ummunan bi giranî birîndar kirin, zarokê wan Mûhammed jî qetil kirin. Ummuhan Dûman li Mereşê ji aliyê doktoran ve nehat dermankirin, çûn bajarekî din. Lİ wir hate dermankirin, lê piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest da.
Gullu Ergonul
Gullu Ergonul li mala xwe ya li taxa Serîntepeyê di êrişê de hate kuştin. Zarokên xwe rizgar kir, lê belê nekarî xwe rizgar bike. Cenazeyê Gullu Ergonul ti carî nehate dîtin. Di komkujiyê de bû yek ji wan kesan ku gora wê nîne.
Fadîme Boz
Di êrişa li ser mala wê de li gel malbata xwe Fadîme Boz bi giranî birîndar bû. Dema ji bo tedawiyê diçû jiyana xwe ji dest da. Goreke Fadîme jî nîne.
Zeynep Aydogû
Zeynep ne bi sergirtina li mala xwe, lê ji dûr ve bi çekê hate kuştin. Piştî komkujiyê goreke Zeynep jî nehate dîtin.
Hatîce Gorur
Hatîce Gorur dema bi malbata xwe ji komkujiyê direviya, li kolanê hate kuştin. Goreke wê jî nîne.
Dondu Unver
Dondu Unver dema êriş li mala wê hate kirin li gel zarok û hevjînê xwe hewl didan xwe li maleke din bigire. Dema ku fêhm kir ku êrişkar wê hevjînê wê Mehmet Unver bikujin, bi ser êrişkaran ve meşiya. Dondu û hevjînê wê Mehmet li heman cihî kuştin, herdu jî xistin heman gorê. Êrişkaran her wiha pitikê jidayiknebûyî yê Dondu jî qetil kirin.
Zohre Yildirim
Zohre Yildirim û hevjînê wê dema ku êrişan destpê kirin xwe li cîranekî xwe yê Sûnî girtin. Êrîşkarekî ku dît wan xwe li malekê girtine, îxbar kir û di encamê de bi lêdanê hatin kuştin.
Hatîce Yilmaz
Hatîce Yilmaz di serdegirtina mala wan de bi giranî birîndar bûbû. Êrişkaran Hatîce bi rengekî birîndar birin derve û bi keviran serê wê eciqandin û kuştin. Ne tenê kuştin, her wiha ji bo bazinên di destê wê de, destên wê jê kirin. Cenazeyên Hatîce Yilmaz û hevjînê wê Mahmût Yilmaz qet nehate dîtin.
Zeynep Nergîz
Zeynep Nergîz di êrişa li hemberî gavê wê de dema hewl dida bavê xwe rizgar bike ji aliyê êrişkarna ve bi çekê hate kuştin.
Gulsum Akirmak
Gulsum Akirmak dema li kurê xwe digeriya li kujeran rast hat. Pirsa kurê xwe li wan kir, wan jî got “Were em te bibin gel wî” û Gulsum Akirmak bi lêdanê kuştin.
Sebahat Îşbîlîr
Sebahat ku di dema êrişê de li goşeyeke mala xwe, xwe vedişart ji aliyê êrişkar ve hate derxistin û bi bivir û kêrê êriş birin wê. Her wiha dest avêtin Sebahat. Dema ku ev dibû, Sebahat şahidî ji kuştina dayik û bavê xwe re jî kiribû. Êrişkaran herî dawî gule berdan dilê Sebahat û ew kuştin.
Elîf Balta
Yên ku êriş birin ser mala Elîf Balta cîranên Elîf bûn. Elîf ku ji êrişa destpêkê rizgar bû, piştre ji aliyê êrişkaran ve hate girtin. Êrişkaran lê xistin, ew şewitandin û kuştin. Cenazeyê Elîf li goristana bêkesan hate veşartin, lê belê li ser israra malbata wê piştî 41 rojan cenaze radestî malbata wê kirin. Leşkeran xwestin zarokên malbata Balta weke ‘ganîmet’ bibin, lê belê malbatê qebûl nekir.
Fîdan Sûna
Fîdan di êrişên li ser mala xwe de bi giranî birîndar bû. Hewl hate dayin ku Fîdan bibin nexweşxaneyê lê belê li derveyî malê êrişkaran careke din êriş kirin û Fîdan kuştin. Fîdan dema hate kuştin 14 salî bû.
Besey (Esma) Sûna
Besey Sûna di êrişa li ser mala xwe de bi çekê hate kuştin. Êrişkaran dema ku fêhm kirin Besey ducanî ye fîşek berdan zikê wê. Besey ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Fatma Bîlmez
Di êrişa destpêkê de kurê Fatma Bîlmez, Alî hate qetilkirin. Êrişkaran kurê Fatma, Alî avêtin nava agir ku li ber mala wan dada bûn. Êrişkar pişter ketin malê û Fatma û kurê wê Hasan bi bivir û kêrê kuştin.
Cennet Çîmen
Cennet Çîmen gelekî extiyar bû. Yên li mala wê dema ku ji bo xwe veşêrin çûn maleke din, ew nikarîbû biçûya. Ji ber ku gelekî extiyar bû, difikirî ku êrişkar wê tiştekî bi wê nekin. Lê belê êrişkaran avêtin ser mala Cennet Çîmen û bi biviran êrişî wê kirin. Bi tornavîda çavên wê derxistin. Cenazeyê Cennet Çîmen a 83 salî dema hate dîtin, asta hovîtiyê nîşan dida.
Weke ku hin derdor dibêjin Komkujiya Mereşê ne tenê komkujiyeke li hemberî Elewiyan bû. Komkujiya Mereşê komkujiyeke welê bû ku ji bo civaka Kurd a Elewî xwe negihîne têkoşîna şoreşgerî hatibû kirin. Armanca vê komkujiyê ne tenê Kurdên Elewî bû, li dijî têkoşîna şoreşgerî û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatibû kirin ku wê demê li Mereşê û derdora wê xurt bûbû.
Aliyekî din ê komkujiyê jî ew e ku komkujiya jin û zarokan bû. Bi taybetî êrişa li dijî jinan, dîtina zarokan weke ‘ganîmetê’ vê raxistiyê nîşan dide.
Eger li gel 47 salên di ser re derbas bûne hîn jî heman êş û hêrs heye, ji ber vî aliyê komkujiyê ye. Komkujiya Mereşê weke komkujiyeke plankirî ya dewletê li benda rûbirûbûnê ye.

