Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser bîlançoya şer a 24 saetên dawî daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li eniya başûr û rojhilatê bajarê Minbicê hêzên me bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk ên bi piştgiriya balafirên şer û balafirên bê mirov tên kirin, dan, di encamê de 14 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Duh, Çarşemê, komeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl dan li Girê Syriatel bikevin çaperên hêzên me, hêzên me bersiva wan dan û çeteyek hate kuştin, yên mayî jî reviyan.
Her wiha hêzên me li gundên Ebû Qelqel, Til Erş û Qelaat Necmê jî çalakî li dar xistin û di encama çalakiyan de 10 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Her wiha yekîneyên Şehîd Harûn gelek çalakî li dijî kombûnên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Li kêleka şer û pevçûnên li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker, balafirên şer ên dagirkeriyê gundên Bîr Hesen, depopyên genim yê Sirîn, Pira Qerqozax, El Tîna û Ceada, derdora bendava Tişrînê û eniyên başûr û rojhilatê Minbicê, bombebaran kirin.”