Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê ragihand ku bi HTŞ’ê re agirbest hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em radigihînin ku hêzên me pabendî peymana agirbestê ya bi hikumeta Şamê re hatiye lihevkirin in. Em diyar dikin ku eger di siberojê de êriş li dijî hêzên me neyên kirin, em ê tu çalakiyên leşkerî nekin.
Em destnîşan dikin ku em ji rêveçûnên siyasî, çareseriyên bi rêya diyalogan re amade ne. Em amade ne peymana 18ˊê Çileyê ku dikeve xizmetê aramiyê pêk bînin.”

