Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku hikumeta demkî amadekariyên xwe yên leşkerî li derdora herêmên Cizîrê û Kobanê zêde kirine.
Di daxuyaniya QSDˊê de hate gotin ku: “Tevî agirbestê di navbera me û hikumeta Şamê de, lê hikumeta bi awayekî sîstematîk amadekariyên xwe yên leşkerî û rageşiya meydanî li herêmên Cizîrê û Kobanê dewam dike. Sewqiyetên leşkerî û tevgerên lojîstî li wan herêman hatin şopandin. Ev niyeta wan a zelal a rageşiyê û kişandina herêmê li nava aloziyê nîşan dide.
Îro li dijî hêzên me li herêma Cizîrê du êriş pêk hatin. Ev binpêkirina zelal a agirbestê ye.
Her çiqasî hêzên me pabendî bendên agirbestê bûne, em diyar dikin ku amadekariyên leşkerî yên ji hêla hikumeta Şamê ve hatine kirin bi tevahî li dijî pabendbûnên wê ne. Ev yek hewldanên bimebest ên têkbirina agirbestê û dehfdana herêmê ber bi şerekî ve li şûna çareseriyên siyasî ye.
Em bang li civata navneteweyî û aliyên eleqedar dikin ku bi lezgînî hewldanên xwe bikin da ku Şam pabendî agirbestê be û ji bo pêşîgirtina li van gavên rageşiyê bixebitin. Ji ber ku gefan li ewlehî û aramiya herêmê dixwin.”

