Hat ragihandin ku şervanên QSD û YPJ’ê êrîşa çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker tevdigerin, li ser herêma Çelebiye ya Kobanê têk birin.
Li gorî agahiyan, hêzên QSD û YPJ’ê gelek çete kuştin û 5 çete girtin.

