Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya 2024ˈan a çalakî û operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê, aşkera kir.
Daxuyaniya QSDˈê wiha ye:
“Hêzên me di sala 2024ˈan de gelek serkeftin li dijî şaneyên rêxistina DAIŞˈê ya terorîst bi dest xistin. Çalakiyên ku hêzên me li dar xistine, bûn sedema kêmbûna xetereya terorê li ser asta xwecih û navneteweyî. Hêzên me bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê bi dehan operasyonên ewlehî û çalakiyên leşkerî yên serkeftî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de, emîr û rêveber jî di nav de, bi sedan terorîst hatin girtin. Şaneyên hatin girtin agahiyên îstîxbaratî, çek û alavên leşkerî û fînanse didan şaneyên terorîst.
Ji ber hişyariya hêzên me, gelek bombe hatin tesbîtkirin û bêbandorkirin, rê li ber teqîn û texrîbatan hate girtin. Ji bo têkbirina kozikên DAIŞˈê jî, bi taybetî li ser sînorê Sûriye-Iraqê, herêmên bejahî, kampa Holê û derdora wê operasyonên lêgerînê hatin lidarxistin.
Hêzên me gelek dever zuha kirin ku ji bo çalakiyên endamên DAIŞˈê yên terorîst dibû destek. Bi vê yekê rê neda ku DAIŞˈî xwe bigihînin niştecihan û wan şantaj bikin. Hêzên me dilê niştecihên wan herêman rihet kir, li derdora girtîgehan ewlehî sepand û li ber şaneyên rêxistina terorîst girt.
Bîlançoya operasyonên ewlehî û leşkerî ku saziyên me yên leşkerî di sala 2024ˈan de li dijî çeteyên şaneyên rêxistina DAIŞˈê ya terorîst li dar xistine, wiha ye:
Hejmara operasyonên ku hêzên me li dar xistine: 98
Hejmara kuştiyên endamên rêxistina terorîst: 17 terorîst (6 jê serçete ne)
Hejmara terorîstên hatine girtin: 278
Miqdareke mezin a çek û teqemeniyan, madeyên çêkirina teqemenî û bombeyan hatin desteserkirin.
Hejmara êrişên ku şaneyên rêxistina terorîst pêk anîne: 113
Hejamra êrişên ku ji aliyê hêzên me hatine têkbirin: 46
Hêzên me ji bo xelaskirina herêmê û cîhanê ji xetere û terora DAIŞˈê bi hezaran şehîd û birîndar dane. Hêzên me teqez dikin ku dê têkoşîna li dijî rêxistina terorîst bidomînin.
Tevî mijûlbûna wê bi bersivdayîna êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, tevî zêdebûna gefên Tirkiyeyê ku ji bo tevgera şaneyên DAIŞ û rêxistinên din dibe zemînek jî, lê hêzên me radigihîne ku dê pabendî xebata hevpar a bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê be.”