Sêşem, 31 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rapora OHD’ê: Îdiayên êşkenceyê yên li girtîgehan zêde dibin
Rojane

Rapora OHD’ê: Îdiayên êşkenceyê yên li girtîgehan zêde dibin

OHD’ê di rapora xwe ya ku heyama Hezîran–Kanûnê vedihewîne de destnîşan kir ku li girtîgehên Antalya, Manavgat, Burdur û Alanyayê de, di serî de mafê tenduristiyê, gelek binpêkirinên mafan bûne sîstematîk.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê nûnertiya OHD’ê ya Antalyayê ve hat lidarxistin û rapor ji aliyê endamê OHD’ê Mehmet Baran Sarı ve hat xwendin. Sarı diyar kir ku li girtîgehan qedexeya îşkenceyê, mafê tenduristiyê, azadiya ragihandin û îfadeyê ligel kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê belav bûne.

Di rapora ku piştî serdanên OHD’ê yên bo girtîgehên Ewlehiya Bilind û Tîpa S ên li Antalya, Manavgat, Burdur û Alanyayê hat amadekirin de hat tomarkirin ku gihîştina girtiyên nexweş a bo nexweşxaneyê bi zanebûn tê astengkirin. Sari ragihand ku muayeneya bi kelepçe, lêgerîna di hundurê dev de û sepanên tecrîtê belav in; bi taybetî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê sewqên nexweşxaneyan bi mehan nayên kirin. Sarı anî ziman ku tedawiyên acil ên endoskopî, diran û dil jî tên derengxistin; diyar kir ku hinek girtî zêdetirî salekê ye dernexistine nexweşxaneyê, xizmetên revîrê kêm dimînin û derman bi hefteyan nayên dayîn.

TECRÎD Û ÎZOLASYONA CIVAKÎ KÛR DIBE

Sarı diyar kir ku girtî bi kelepçekirî dibin nexweşxaneyê û di dema muayeneyê de kelepçe nayên derxistin û destnîşan kir ku kesên vê sepanê qebûl nakin, bêyî muayene bibin vedigerînin girtîgehê. Sarı anî ziman ku cendirme li ser doktoran zextê dike û Protokola Stenbolê nayê sepandin; her wiha got ku li girtîgehên ewlehiya bilind girtî di şaneyên yekkesî de tên girtin û heta girtiyên di heman blokê de ne jî nayên cem hev.

Sarı destnîşan kir ku çalakiyên spor û atolyeyan an qet nayên kirin an jî bi awayekî nîşandanê ne; ragihand ku girtiyên ku cezayê muebeta giran girtine ji mafên sohbet, kurs û hewşa hevpar bi tevahî bêpar hatine hiştin. Hae teqezkirin ku atolye bêfonksîyon in, mafê sporê bi saetekê di hefteyê de hatiye sînorkirin û li dijî rêziknameyan çalakiyên hevpar tên astengkirin.

SANSÛR LI SER NAMEYÊN KURDÎ, Û QEDEXE LI SER WEŞANAN HEYE

Di raporê de hate diyarkirin ku nameyên bi Kurdî hatine nivîsandin bi zanebûn tên derengxistin, tên sansûrkirin an jî tên windakirin. Sarı diyar kir ku rojnameya Yeni Yaşam di serî de, hinek weşan nadin girtiyan, kotaya pirtûkan bi awayekî kêfî tê sepandin û pirtûkên Kurdî bi hinceta “wergerê” bi mehan tên sekinandin.

LI BURDURÊ ÎDIAYÊN ÎŞKENCEYA GIRAN

Di beşa derbarê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê de cih dan îdiayên îşkenceya giran. Sarı ragihand ku girtî İ.D. di dema lêgerîna odeyê de bi kelepçeya piştê ve hatiye avêtin ser erdê, qirika wî hatiye givaştim, li parsûyên wî dane û bi mirinê hatiye gefxwarin. Hate diyarkirin ku di dema îşkenceyê de kamera hatine girtin û ev rewş bi fermana rêveberiyê pêk hatiye. Hate teqezkirin ku sepanên bi vî rengî bi taybetî li ser girtiyên Kurd sîstematîk in.

Sarı diyar kir ku av bi kotayê tê dayîn, malzemeyên hîjyenê kêm dimînin û ji ber ava qirêj nexweşiyên mîmîk û çerm belav bûne. Di raporê de cih girt ku xwarin bêkalîte ne, ji aliyê proteîn û sebze-fêkiyan ve kêm in, her wiha ji bo girtiyên nexweş û yên di dietê de ne xwarinên guncav nayên peydakirin.

TAHLÎYE BI KÊFÎ TÊN TALOKIRIN

Sarı diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê bi rêya Lijneyên Çavdêrî û Îdarî tahlîye bi heyyamên sê mehan tên talokirin; anî ziman ku sepana şewitandina înfazê belav bûye. Hate tomarkirin ku gelek girtî bi hinceta ku “ne di halê baş de ne” nayên berdan.

Di beşa encamê ya raporê de OHD; bang li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê, TİHEK û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku bikevin nava liv û tevgerê. Hat daxwazkirin ku girtiyên nexweş ên giran demildest werin berdan, dawî li sepanên îşkence û tecrîtê were anîn û li girtîgehan mekanîzmayên kontrolê yên serbixwe werin avakirin.

Sarı bi lêvkirina ku binpêkirinên diqewimin ne takekesî ne lê sîstematîk in, banga meşandina lêpirsîneke bi bandor li ser berpirsyaran kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE’yê li dijî Venezûelayê yekem êrîşa xwe ya rasterast pêk anî
Nûçeya Pişt re Li Îkîzkoyê darên zeytûnan tên birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dersimê 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pêrtag a Dersimê serê sibehê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Mûrat Karayilan têkildarî Alî Haydar Kaytan got, "Digot, mirovek dema hîn sax be divê nemir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ahmet Ozer ê hate berdan serdana DEM Partiyê kir

Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer serdana rêveberiya DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê kir. Ahmet Ozer got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şam peymanê bi cih nîne

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?