Civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê, bi îtîraza eşkerenekirina girtekên hevdîtina bi Rêber Apo re dewam dike.
Parlamenterê CHP’ê Murat Bakan diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkekî ewlehiyê ye. Bakan anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî dîrokî, çandî, civakî, jeopolîtîk û piralî ye û wiha got, “Pirsgirêka Kurd divê bi çareseriyeke demokratîk were çareserkirin. Ji pirsgirêka demokrasiyê ya ji Tirkiyeyê ne serbixwe ye.”
Bakan wiha got, “Divê hemû girtek bi raya giştî re werin parvekirin. Kî van girtekan girtî be, li gorî me divê Meclîsê girtiba, ger MÎT’ê girtibe divê bi temamî ji me û raya giştî re were ragihandin.”
Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik wiha got, “Komîsyona meclîsê ku îdia dike pirsgirêkekî wekî pirsgirêka Kurd ku kûr, dîrokî û civakî çareser bike, tenê endamên partiyên di nava pêvajoyê de şand Îmraliyê û hevdîtin bi Rêber Apo re kir. Niha dîsa hewl didin aliyê herî girîng veşêrin. Ev komîsyon ji bo ku gel bizanibe, tevlî pêvajoyê bibe û rewabûn çêbibe, hate avakirin. Bi sê wekîlan re hevdîtin tê pêkanîn, lê nayê eşkerekirin.
Ev yek nayê qebûl kirin. Hûn tenê dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin û vê yekê ne tenê gel ji endamên meclîsê ku hûn berpirsyarin jî vedişêrin. Ma îradeya çareseriyê ev e? Tiştekî ku ji gel hat veşartin rewa dibe? Dema pêvajo destpê kir hemû qala provokatoran dike. Lê provokatorên serekê dadgeha ji xizmeta desthilat de ye. Çareserî demokratîkbûyin e. Bi van sepanan tiştek nayê çareserkirin. Ji ber wê jî girtekan parvebikin û dadgehê jî xweser bikin.”
KURTEYA GIRTEKÊ HAT XWENDIN
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş herî dawî axivî û îdîa kir ku nerînên têkildarî hevdîtinê ji kesî nehatine veşartin û diyar kir ku divê li benda kurteya girtekê û daxuyaniyên endamên şandeyê bimînin.
Kurtulmuş ji bo xwendina kurteya girtekan mafê axaftinê da Cîgirê Sekreterê Giştî yê Meclisê Ahmet Bozkurt. Bozkurt dema ku kurteya girtekê xwend, got, “Di hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatî kirin de, Abdullah Ocalan pêşî li ser sîstema têkiliyên Kurd-Tirk ên sed salî, Birêz Devlet Bahçeli bi gotinên xwe tevkariyeke girîng kiriye, wêrekiyeke ku di komarê de kêm tê dîtin şîna daye û minetdariya xwe anî ziman. Her wiha ji ber ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vê pêvajoyê de
wêrekiyek nîşan daye minetdarî û spasiya xwe anî ziman. “
BAL KIŞAND SER XWIŞK-BIRATIYÊ
Bozkurt wiha domand: “Abdullah Ocalan diyar kiriye ku ew li pişt sozên ku di destpêka pêvajoyê de da ye û dema şert û merc pêk werin derfetên teorîk û pratîk ji bo pêkanîna wê guncav in. Abdullah Ocalan li ser tekiliyên xwişk-biratiya Tirk û Kurd û bingeha wê ya dîrokî rawestiyaye. Abdullah Ocalan gotiye wî dev jî rêbaza çekan berdaye û ew rêbaza siyasî hildibijêre. Her wiha Abdullah Ocalan gotiye di çerçoveya banga 27ê Sibatê de divê hemû beşên rêxistinê çekên xwe berdin û vê biryarê jî ji aliyê gel vê bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Abdullah Ocalan aniye ziman ku bandora wî li Sûriye û Iraqê jî heye.
DIVÊ CIWAN BI VÎ RENGÎ NEMIRIN
Dema Fetî Yildiz bi bîr xist dema ew di dozê de hatibû mahkumkirin wî jî malbatên şehîdan temsîl dikir li ser vê yekê Abdullah Ocalan got ew li pişt gotinên xwe yên dema destê Devlet Bahçelî li hewan nehiştiye ye. Dema ku Huseyîn Yayman diyar kir ku ew bi hesasiyeta malbatên şehîdan hatine vir, Abdullah Ocalan bi lêv kir ku her mirina leşkerekî ji bo wî trajediyek e ku divê ev ciwan bi vî rengî nemirin. Divê em teqez li Tirkiye û herêmê çareseriyek bibinin û xemgîniya xwe ji çalakiya TUSAŞ’ê anî ziman.
Her wiha dema jê re hat gotin bikaranîna zimanê beriya Lozanê û destûra 1924’an pêvajoyê jêhrî dike. Her wiha jê re hatiye gotin ku herî dawî dema endamên PKKê ji Zapê vekişiyanê çek di deste wan de bûne û vê yekê di raya giştî de înfîal çêkiriye û li gor bangê tevnegeriyane. Her wiha jê re hatiye gotin ku divê QSD’ê li gor mutabakata 10’ê Adarê tevbigere û divê ev jî ji bo Sûriyeyê bangeke nû bikin. Çek berdan hemû beşên PKK’ê eleqedar dike û her wiha hatiye gotin ku çavderî hene ku PKK’ê hezên xwe yên ji Iraqê vedikişînê dişînê Rojava. Jê re hatiye gotin ku ev yek ji banga wî ve nakok e. Li ser vê yekê Abdullah Ocalan gotiye PKK ne tenê çekên di destê de ne divê di hişmendiya xwe de jî çekan dayne.
Abdullah Ocalan ew li pişt gotina xwe ye û heke şert û merc pêk werin derfetên tekiliyan zêde bibin bi awayekî teorîk û pratîk dikare vê yekê pêk bînê.
Abdullah Ocalan derbarê daxuyaniya 27ê Sibatê de, diyar kir ku wî sala borî wekî serkeftinek dîtiye û diyar kir ku di vê heyamê de tu şehîdek nehatiye windakirin û pevçûn çênebûne. Wî zêde kir ku destpêşxeriyek siyasî ya mezin hatiye bidestxistin, di vê çarçoveyê de piştgiriya raya giştî zêde bûye û ew bawer dike ku di heyama pêş de hin pirsên mayî dê werin çareserkirin.
Li ser gotina weke heyetek ku rastiya dîrokê dizane heke Tirkiyeyek bêteror pêk were, li benda gavên pratîkî û şênber e, Abdullah Ocalan anî ziman ku ew li pey gavan û pêngavên pozîtîf e.
Li ser gotina di mijara gavên şênber de dijderketinek heye, ji ber ku rêxistinê navenda xwe ji Qendîlê biriye qada Sûriyeyê pirsgirêkê çareser nake divê ew bi xwe (Abdullah Ocalan) wekî serokê rêxistinê, ji bo her qadê talîmatên teqez bide û dema ku ev gav pêk werin dê rewşeke nû derkeve holê.
Abdullah Ocalan her wiha diyar kir ku we ev pirs dubare pirsî, ew li pişt gotinên xwe ye û ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldana de ye û di çarçoveya derfetan de wê hewldanên xwe bidomîne.
VEGUHERÎNEKE POLÎTÎK YA MEZIN PÊK HAT
Li ser vê yekê, Abdullah Ocalan diyar kir ku ew bi rêzdarî li malbatên şehîdan dinêre û dizane êşa wan çiqas mezin e. Wî, daxuyaniya xwe ya “Ez amade me xizmeta dewletê bikim” ku ji aliyê Devlet Bahçelî ve di axaftina wî de hatibû bibîranîn, dubare kir û li hemberî gotina “fermo”, anî ziman ku ew li pişt gotinên xwe ye û heke şert û merc dest bidin û derfetên ragihandinê zêde bibin, derfetên wî yên teorîk û pratîkî ji bo pêkanîna vê yekê hene.
Derbarê daxuyaniya 27’ê Sibatê de, wî got ku sala borî ya di pêvajoyê de bi serkeftî dibîne, di vê serdemê de qet şehîd nehatiye dayîn û pevçûn çênebûne; bi vî rengî veguherîneke polîtîk ya mezin pêk hatiye. Wî herwiha anî ziman ku di vê çarçoveyê de piştgiriya raya giştî zêde bûye û difikire ku di pêvajoya pêş de hin pirsên ku di hişê raya giştî de hene, dê werin çareserkirin.
Dema ku jê re hate gotin ku, wekî heyetek ku rastiya dîrokî dizane, heke Tirkiyeya bê teror pêk were, Tirkiye li benda gavên pratîkî û şênber e, Abdullah Ocalan diyar kir ku ew li dû gav û gavên pozîtîf e. Dema ku hate gotin ku li ser gavên şênber berxwedanek heye, ji ber ku barkirina navenda rêxistinê ji Qendîlê bo qada Sûriyeyê pirsgirêk çareser nekiriye, wî (Abdullah Ocalan), wekî rêberê rêxistinê, diyar kir ku divê ji bo her qadê fermaneke teqez bide û dema ev gav pêk werin, dê atmosferek nû çêbibe.
Abdullah Ocalan herwiha got ku “We ev pirs gelek caran pirsî” û tekez kir ku ew li pişt gotinên xwe ye, hemû hewlên xwe ji bo serketina pêvajoyê xistiye holê û dê bi qasî derfetan hewl bide. Dema ku hate bibîrxistin ku di banga 27’ê Sibatê de dewleta cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst (çandî) tune bûn, Abdullah Ocalan bi gotina “Erê wisa ye” ev erê kir.
DIVÊ DEMOKRASİYA HERÊMÎ BIHÊZ BIBE
Ji bo pirsên ku ji aliyê Huseyin Yayman ve derbarê Sûriyeyê de hatin pirsîn, wî got: QSD’ê di 10’ê Adarê de peyman çêkiriye, peyman 8 xal in, ew van xalan esas digirin. Wî anî ziman ku divê li dijî gavên Îsraîlê li herêmê, nemaze li Sûriyeyê, pir baldar bin û ji bo Sûriyeyê avahiya yekîtî û demokrasiya herêmî dipejirîne.
Li ser pirsa gelo dê hêzeke parastina herêmî hebe an na, wî bersiv da, “Hêza parastinê tune, di çarçoveya asayîşê de hêz hene, ango ‘mîna polîsan’.” Wî diyar kir ku di vê cografyayê de Kurd bê Tirk, Tirk bê Kurd nikare bijî, vegotineke dîrokî ya dirêj kir û bi referansa Sultan Sencer bal kişand ser girîngiya dîrokî ya vê yekîtiyê.
BANDORA MEKANÎZMAYA DARBEYÊ HEYE
Abdullah Ocalan diyar kiriye ku wî fikra Sosyalîzma Real di 1995’an de terk kiriye û veguherandina heşmendî bi zahmet bûye û wî xwestiye PKK di sala 1993’yan de xwe fesih bike. Abdullah Ocalan gotiyê hertim destekî ew hewldanên wî sabotê kiriye û ew sabotaj jî weke mekanizmaya darbeyê pênase kiriye. Her wiha Abdullah Ocalan bi lêv kiriye ku di sala 1993tan de bi Turgut Ozal, Necmedîn Erbakan û Suleyman Demîrel re bi awayekî di nava dan û standinê de bûye û sedema encam negirtina vê yekê jî bandora mekanizmaya darbe bûye.
Ji Abdullah Ocalan hatiye pirsîn, “Ferhat Abdî Şahîn (Mazlûm Kobanê) guh dide wê yan na?” Abdullah Ocalan jî gotiye ew yek jî kesên ji nêzî wî ye û giredayî wî ye. Abdullah Ocalan gotiye divê ew tu car li dijî Tirkiyeyê îdîayên ku nikaribe bi cih bîne, bi kar neyne û ev yek pêvajoyê sabotê dike. Gulistan Kiliç Koçyîgît jî pirsa ji bo Tevgera Jinan tiştek dibêjie yan na? li ser vê pirsê Abdullah Ocalan gotiye silavên min bêjin.
Piştî xwendina kurtegirtekên hevdîtinê Fetî Yildiz rabû ser xwe û got, ‘Li ser vê yekê heke em tiştek neyê gotin.’ Piştî Fetî Yildiz, Numan Kurtulmuş got tu rast dibêjî û civîn bi dawî kir.

