Sêşem, 6 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî gef li QSD’ê xwar, nerazîbûn nîşanî mikurhatina ‘DAÎŞ’ê ya Yerlîkaya da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa femînîst a Emerîkî Anderson piştgirî da pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakaya: Aştiya mayinde bi aştiya gelan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê di roja 900’an de bi biryardarî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayên Xozistanê banga mezinkirina xwepêşandanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran xwepêşanderên jin hedef digire: 8 jinên din hatin binçavkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kerkûkê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rêber Apo rê nîşanî têkoşîna jinê dide’
Kurdistan

‘Rêber Apo rê nîşanî têkoşîna jinê dide’

Endamê Awazê Çiya Argeş Delîl bang li hemû tevgerên ji bo mafên jinan têdikoşin kir ku bi perspektîfên Rêber Apo bimeşin û got, "Ji ber ku eger pirsgirêk rast neyê fêhmkirin wê çareserî jî nebe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gerîlayan bal kişandin ser girîngiya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê û destnîşan kirin ku têkoşîna azadiyê jinê bûye têkoşîna tevahiya mirovahiyê.

Gerîlaya YJA Starê Arjîn, endamê Akademiya Şehîd Sefkan û Awazê Çiya Argeş Delîla û gerîlayê HPG’ê Îsmaîl Xabûr bi wesîleya 25’ê Mijdarê ji ANF’ê re axivîn.

Gerîla Arjîn anî ziman ku di çarçoveya fikir û felsefeya Rêber Apo de ew li dijî mejiyê serweriya mêr têdikoşin û got, “Jin hîn jî her roj ji aliyê mêran ve têne kuştin, komkujiyên jinan dewam dikin. Sedema vê yekê ew e ku li hemberî mejiyê serweriya mêr têkoşîneke têrker nayê meşandin. Êrişên li dijî jinan di heman demê de êrişên li hemberî civakê ne. Mejiyê serweriya mêr dixwaze nasnameya civakê û cewhera wê tine bike. Li hemberî vî mejî divê em hîn xurt bin, têkoşîna xwe mezin bikin û hîn bêhtir xwedî li jiyanê derkevin. Eger îro hîn jî li nava civakê destdirêjî û kuştina jinê dewam dike, ev yek pirsgirêkeke cidî ye. Em jî divê di nava vê têkoşînê de hîn cidî bin, li hemberî mejiyê bi serweriya mêr hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin.”

KUŞTIN NE TENÊ TINEKIRINA BI FÎZÎKÎ YE

Endamê Akademiya Şehîd Sefkan û Awazê Çiya Argeş Delîla jî got, “Kuştin ne tenê tinekirineke fîzîkî ye. Mirov divê vê rastiyê baş fêhm bike. Eger ruh, dil û hestên mirovekî bêne tinekirin ev yek jî şêweyekî kuştinê ye. Ruh, hestên jinan her roj ji aliyê mejiyê serweriya mêr ve têne kuştin. Jin hebûneke azad e û azadîparêz e. Jiyan û civakîbûn bi destê jinê hatiye afirandin. Jİ ber vê yekê êrişa li hemberî jinê di heman demê de êrişa li hemberî hebûnê û jiyanê ye.

JIN DIKARE PÊŞÎ LI TUNDIYÊ BIGIRE

Rêber Apo di ‘Manîfesto’yê de li ser mijara kuştina jinan kûr bûye û perspektîfên xurt pêşkêş dike. Rêbertî koka pirsgirêkên navbera jin û mêr dispêre dîrokê û bi vî rengî pirsgirêkan analîz dike. Bi taybetî balê dikişîne ser girîngiya têkoşîna jinê û rêxistiniyê. Bêguman dema ku jin ji aliyê rêxistinî û fîzîkî ve xwe xurt kir, wê pêşî li tundiyê bigire. Tevgerên ku ji bo mafên jinan têdikoşin divê encaman ji perspektîfên Rêber Apo werbigirin û li gorî vê bimeşin. Eger pirsgirêk weke ku Rêber Apo diyar kiriye neyê fêhmkirin, hingî peydakirina çareseriyê jî zehmet e. Rêber Apo bi rengekî eşkere radixe pêş çavan bê di dîrokê de ahengiya navbera jin û mêran çawa xera bûye.

NIRXANDINA RAST Û RÛBIRÛBÛN

Divê bi hezaran dibistan û navendên perwerdeyê bêne avakirin. Perwerde nebe şaşitî jî nayên dîtin û çareserî nepêkan e. Herdu zayend hem divê xwe nas bikin hem jî rastiya dewlet û desthilatdariyê rast binirxînin. Eger ev nirxandin û rûbirûbûn bi rengekî rast bê kirin wê guherîn û veguherîn jî pêk were. Armancca bingehîn a hunermendên Kurd jî divê azadiya jinê be. Em ê xwe bi felsefeya Rêber Apo xurt bikin û li dijî mejiyê bi serweriya mêr li ser bingeha hevrêtiya rast têbikoşin.”

TÊKOŞÎNA RASTEQÎN RÊXISTINBÛN E

Îsmaîl Xabûr jî ragihand ku tundiya li hemberî jinê di heman demê de tundiya li hemberî xwezayê, jiyanê û mirovahiyê ye û got, “Di vê demê de Tevgera Azadiyê ya Jinê li Kurdistanê û Cîhanê li ser bingeheke xurt a îdeolojîk mezin dibe. Avabûna vê bingehê li çiyê, li bajaran bi bilindkirina dengê jinan ê li hemberî tundiyê pêk hat. Tevger weke fikir, alternatîfekê ne tenê sembolîk, veguherî alternatîfeke welê ku mejiyê mêrsala ê sîstema kapîtalîst red dike. Sîstema kapîtalîst bi taybetî êrişên mezin li hemberî jinê kir. Li qadên hunerî, çandî û civakî cihêkariya ji bo jinê hate kirin ji bo astengkirina jinê ya li qadên jiyana azad e. Sîstema kapîtalîst jinê dike weke metayekê.

Felsefeya Rêbertî jî jin a azad ji bo tevahiya mirovahiyê weke sembolekê nîşan dide. Felsefeya ku Zîlan, Sema, Zekiye Alkan, Bêrîtan û gelek jinên fedaî li çiyayên Kurdistanê afirandin, rêya herî rast a berxwedana li dijî tundiyê nîşan dide. Tevgera Azadiyê têkoşîna li Kurdistanê mezin kir, kir ku civak li rastiya xwe bipirse. Têkoşîna azadiya jinê veguherî têkoşîna ji bo tevahiya mirovahiyê. Têkoşîna rasteqîn bi rêxistiniya li ser xeta jin a azad dibe.

JIN LI HER DERÊ LI SER PIYAN E

Divê her kes li xwe bipirse û bersivên rast bide. Lêpirsîn çiqasî rast be wê ewqasî encamgir be. Têkoşîna jinê têkoşîneke bingehîn e ku mirov dike mirov. Her kesên ku dixwazin têkoşîneke rast bimeşînin divê beriya her tiştî xwe bi rengekî rast bi cih bike. Îro li çiyayên Kurdistanê, li her derê têkoşîneke mezin heye. Jin li her derê li ser piyan e. Li Rojhilat, li Rojava, li Bakur li ser bingeha felsefeya Rêber Apo têkoşîna jinê mezin dibe.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Sedema bêdengiya civakê ya li pêşberî kuştina jinê, feraseteke veşartî ya qebûlkirinê ye’
Nûçeya Pişt re Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sala 2025’an namzet e ku bibe sêyemîn sala herî germ

Li gorî daneyên demkî yên xwe dispêrin bernameya avûhewayê Copernicus a Yekîtiya Ewropayê, piştî salên…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza Qendîlê bi gerandina govendê bi dawî bû

Newroza Qendîlê ya ku ji çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes beşdar bûn bi muzîk…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê hemû jinên Sûriyeyê yekîtiya xwe ava bikin’

Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed bal kişand li ser bandora pêşveçûnên li başûrê Sûriyeyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?