Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja yekem a sersaxiya Wanê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’  bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Başakşehîrê bi dawî bû: Me şehîd spartin dilê xwe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bimînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite
Kurdistan

Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku ew ê ji bo ku pêvajoya heyî bi aştî, wekhevî û pêşwazîkirina daxwazên neteweyî ya gelê Kurd bi encam bibe, têkoşîna xwe bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê biçe Girava Îmraliyê û destnîşan kir ku muxatabê çareseriyê Rêber Apo ye û Bahçelî û Erdogan jî vê yekê baş dizanin.

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku çawa ew bi salan in naskirina daxwazên neteweyî ya gelê Kurd û çareseriya aştiyane û demokratîk diparêzin, piştgirî didin vê pêvajoyê jî.  

Aslan got, “Pevçûnekî ku 45 sal in didome heye. Dîroka pirsgirêkê heye. Gav û nêzîkatiyên ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê tê avêtin, hêja ne. Ez dixwazim vê yekê diyar bikim; ger îro Devlet Bahçelî, Erdogan û burokrasiya dewletê di vê mijarê de hin gavan diavêjin, ev encama têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd e. Bi taybet encamên têkokşîna demdirêj a gelê Rojava û mewziyên ku wan bi dest xistine, li Tirkiyeyê jî xuya bû. Eger hûn pirsgirêka Kurd çareser nekin, wê pirsgirêka Kurd we bi awayekî çareser bike. Ji ber vê yekê piştî salên dirêj jî be îro tê dîtin ku ji xeynî muxatabgirtina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tu vebijêrkekî din tune ye.  

‘DIVÊ PÊVAJO BI AŞTIYÊ BI ENCAM BIBE’ 

Aslan destnîşan kir ku gavên Tevgera Azadiya Kurd a têkildarî pêvajoya aştiyê pir girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê bala xwe bidin van gavan, nirxekî û bersivê bidin. Hê ev pêvajo veneguheriye pevçûn, şer û operasyonê, divê bi awayekî aştiyane çareseriyê pêk bînin. Divê dewlet û desthilatdarî bileztir tevbigerin. Divê gavên bileztir biavêjin.” 

‘DIVÊ ZEXTÊ LI DESTHILATDARÎ Û DEWLETÊ BIKIN’ 

Aslan bi bîr xist ku komîsyonê hê ji xeynî guhdarkirinan tiştekî din nekiriye û da zanîn ku hîna mijarên ku divê werin çareserkirin hene. Aslan îşaret bi pêwîstiya gavên têkildarî girtîgehan, qeyûman, mafê perwerdehiya zimanê dayikê û yên ku çek berdane wê çawa tevlî hawirdorekî demokratîk bibin kir û wiha got, “Hê bersiva gavên gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurd nehatiye dayîn. Divê em vê yekê bibînin. Divê li vir bi esasî zext li ser desthilatdarî û dewletê bê kirin. Ji bo ku gavên leztir bêne avêtin, divê hewldana hemû partî û saziyên siyasî hebe.” 

‘MUXATAB ZELAL E’ 

Aslan destnîşan kir ku muxatab vekirî û zelal in û got, “Ocalan rasterast muxatabê çareseriyê ye. Erdogan û Bahçelî jî vê yekê baş dizanin. Divê muxatab rûnin û li ser pêvajoyê biaxivin. Divê Ocalan derkeve derve û fikrên xwe bi raya giştî re parve bike. Komîsyonê divê zû biryarê bigre, biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.” 

‘DIVÊ RÊYA EFÛYA GIŞTÎ YA SIYASÎ BÊ VEKIRIN’ 

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan got, “Me her tim anî ser ziman ku divê bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bê kirin. Me di her platformê de anî ser ziman divê efûya giştî ya siyasî bê derxistin û her kes fikrên parve bike. Dema ku aliyeke di çûyîna Îmraliyê de bi israr e, zimanê ku parlementerên DEM Partiyê di Meclîsê de diaxivin, hîna wekî ‘zimanê nayê zanîn’ derbasî girtenameyan dibe. Dema ku Dayika Aştiyê xwest di komîsyonê de nêrîn û pêşniyarên xwe bi zimanê dayika xwe bîne ser ziman, xwestin ku bi Tirkî biaxive. Divê ev nakokî ji holê bêne rakirin. Eger demokratîkbûneke çêbibe, divê di seranserê Tirkiyeyê de çêbibe. Em hêvî dikin ku ev pêvajo di dawiyê de bi aştî, wekhevî û pêşwazîkirina daxwazên neteweyî yên gelê Kurd bi encam bibe. Em ê ji bo vê têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Rêber Apo rê nîşanî têkoşîna jinê dide’
Nûçeya Pişt re Azadî û mafê jiyanê yê jinê di asteke metirsîdar de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li Kobanê bi boneya Cejna Newrozê daxuyanî hate dayîn û agirê Newrozê hate pêxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Şîna gerîlayê HPG’ê Fırat Kuşak bi girseyî hat ziyaretkirin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Fırat Kuşak (Şerwan Wan) ku li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûbû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê: Werin em li hemberî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek

Komîteya Karên Derve ya PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK li hemberî berjewendiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?