Çarşem, 3 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG: Divê êrîşa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend bê eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî gefa êrîşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya ‘Sêşema Na Ji Cezayê Darvekirinê re’: Di hefteyekî de 39 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokatiya Meclîsa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora IFOD: Li Tirkiyeyê 1,2 milyon navê qad û malperan hatin sansurkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Helebceyê bi pileya 4’an erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê di biryargeha Pêşmergeyan de teqîn çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bestayê agir bi daristanê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gel her tiştî ‘aştî’: Divê ti dayik bi dilşikestî neçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ewladê zêrîn ê têkoşîna azadiyê: Mordem

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bakur meşên 1’ê Îlonê: Divê şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo bên misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Îştarê biryarên darvekirinê yên li ser jinan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora MKG’ê: Pênc rojnamegerên jin hîn jî girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nîjeryayê bi îdîaya ‘heqareta li pêxember’ jinek hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê atolyeya qirkirina jinan: Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêber Apo: Rojava xeta me ya sor e
Rojane

Rêber Apo: Rojava xeta me ya sor e

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Apo di her fersendê de digot, "Rojava xeta min a sor e" û got, "Wêderkirina Kurdan û jiholêrakirina destkeftiyên wan qet fêdeyê nade Tirkiyeyê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Îlon 2025 Dema xwendinê: 30 dq.
Parvekirin

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan tevlî bernameya Jin TV bû û der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re nirxandin kir.

Pervîn Bûldan bi bîr anîna endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê ku wefat kir dest bi axaftinê kir û got: “Ji bo aştiya Tirkiyeyê kedeke mezin da û ev keda wî wê neyê jibîrkirin.” Pervîn Bûldan diyar kir ku di navbera pêvajoya 2015’an û atmosfera niha de cûdahiyên girîng hene û anî ziman ku piştgiriya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo pêvajoyê pêşketinek krîtîk e û wiha domand: “Bahçelî yê ku wê demê li dijî pêvajoyê sekinî, îro bûye yek ji kesên ku rê li ber wê vekiriye.”

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku beriya banga Bahçelî di navbera dewletê û Rêber Apo de ti têkilî tine bû û wiha pêde çû: “Piştî ku Bahçelî di 1’ê Cotmehê de hat gel DEM Partiyê û destên xwe dan hev û daxuyaniyên ku piştî wê dan, nîşaneya pêvajoyeke nû ya li ser rêya aştiyê bû.”

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku Rêber Apo helwesta Bahçelî wekî “aqilê dewletê kete dewrê” nirxand û anî ziamn ku ger Tirkiye aştiya navxweyî pêk bîne, dikare li Rojhilata Navîn bibe welatekî mînak.

DI HEVDÎTINA DAWÎ DE 3 TÊGEHÊN SEREKE

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku Rêber Apo di civîna dawî de li ser sê têgehên sereke sekinî û ev tişt anî ziman: “Mînak, em dikarin pirsgirêkên civaka demokratîk, aştî û entegrasyonê wekî pakêtekê bifikirin. Ger mirov wan ji hev qut bike û cûda bigire dest wê xelet be û şaş be.  Li ser girîngiya gavên bi lez ên ku wan bi hev re di nava xwe dihewîne û entegrasyonê pêk bînin rawestiya. Ez vê wisa bînim ziman. Niha komîsyonek hatiye avakirin. Ev komîsyon dest bi xebatê kiriye û armanca wê ew bû ku demildest qanûnan derxîne. Ji ber ku entegrasyon ne tiştekî ku bêyî qanûnan pêk were. Belê, em dikarin li ser aştiyê biaxivin, li ser demokratîkbûnê biaxivin. Helbet em dikarin li ser neheqî û bêhiqûqiya Tirkiyeyê nîqaşan bikin û qanûnên li gorî wê derxin, vana nîqaş bikin û biaxivin. Lê entegrasyon tiştekî pir cûda ye. Ji ber ku îro li çiyayan bi hezaran kesên ku di destê wan de çek hene. Belê merasîmek sembolîk a tinekirinê pêk hat. PKK’ê xwe fesix kir. Lê hîn jî yên di destê wan de çek hene. Divê niha astengiya li pêşiya yên ku çekên xwe deynin karibin vegerin Tirkiyeyê û karibin beşdarî siyaseta demokratîk bibin werin rakirin. Ev jî bi qanûnên ku ji hêla komîsyonê ve bê derxistin pêkan e.”

JI BO KESÊN KU ÇEK XWE DEYNIN Û VEGERIN TIRKIYÊ ZEMÎNEK QANÛNÎ ŞERT E

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan behsa hevdîtina xwe ya bi Devlet Bahçelî re ku piştî merasîma tinekirina çekan a kiribû, kir. Bûldan diyar kir ku Bahçelî merasîm “bi rûmet û bi dîsîplîn” dît, lê mixabiniya ku yên çekên xwe danîn nekarîn di heman rojê de bên Tirkiyeyê anî ziman. Bûldan vê rewşê bi “nebûna zemîna qanûnî û hiqûqî” ve girêda û wiha domamd: “Ger zemînek hatibûya amadekirin wê ev yek pêkan bûya. Lê li welatekî ku misogeriya wan tineye, pêşketineke wisa pêk nehat. Ger sererastkirinên qanûnî bên çêkirin, ji bo beşdarbûna siyaseta demokratîk dikare bingehek were amadekirin.”

Bûldan diyar kir ku pêşveçûna pêvajoyê girêdayî qanûnên ku werin derxistin û biryarên komîsyonê ye.

KOMÎSYON GIRAN DIXEBITE, DIVÊ GUHDARKIRIN BI LEZ BIQEDE

Pervîn Bûldan anî ziman ku divê nav û karê Komîsyona Meclîsê cuda were nîqaşkirin û got: “Tevlîhevî heye. Hin kes wisa difikirin ku ev komîsyon wê pirsgirêka Kurd çareser bike an jî ev komîsyon wê hemû qanûnan derxîne. Ev ne rast e. Niha, ev komîsyon ji bo armancek taybetî hatiye damezrandin. Çima hatiye damezrandin? Girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd divê PKK xwe fesix bike, çekên xwe deyne û ji bo meseleya entegrasyonê pêk were divê hin qanûn bên derxistin û bên sererastkirin. Komîsyon ji bo vê armancê hatiye damezrandin. Ez difikirim ku ew pir bi qîmet e. Ji ber ku di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e komîsyonek têkildarî pirsgirêka Kurd, lê binêrin ez nabêjim girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd. Girêdayî pirsgirêka Kurd komîsyonek hat avakirin. Komîsyon ku di sala 2015’an de hat damezrandin de CHP, MHP û gelek partiyên din jî endaman nedan wê komîsyonê. Niha, di vê komîsyonê de nûnertiya hemû partiyan, hemû koman heye. Di vî warî de, ew pir bi qîmet e. Heta partiyên siyasî yên bê kom jî têne temsîlkirin. Lê ev komîsyon hinekî giran dixebite. Bi ya min, ew jî hêdî ye. Ew hinekî giran diçe. Ew bûye komîsyonek ku pir zêde dem ji bo guhdarîkirinê derbas dike. Ev tiştekî ne rast e, li gorî min ev xelet e. Divê bi lez guhdarkirin biqede. Bêguman guhdarkirinên bi nirx hatin kirin. Mînak, şehîd, gazî, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û kesên ku bi salan e li Tirkiyeyê êş kişandine, yên ku zilm lê hatiye kirin û banga edalet û heqîqetê dikin hatin guhdarkirin. Her wiha baroyan guhdar kirin. Ev girîng e lê veguherandine komîsyoneke ku bi hefteyan û mehan guhdar bike. Ev yek bi serê xwe komîsyonê dixetimîne.”

DIVÊ QANÛNÊN ENTEGRASYONÊ Û AZADIYÊ BÊN DERXISTIN

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan diyar kir ku windakirina demê ji bo pêvajoya aştiyê xetereyên cidî bi xwe re tîne û got: “Di çareserkirina pêvçûnan de dem pir bi qîmet e. Dibe ku yên ku dixwazin provokasyonê bikin û pêvajoyê têk bibin derkevin holê.”

Bûldan da zanîn ku pêwîst e xebatên qanûnî zû dest pê bikin û wiha beedewam kir: “Divê qanûnên entegrasyon û azadiyê bên derxistin. Her wiha li dijî qeyûman xurtkirina rêveberiyên xwecihî wê gaveke girîng be.”

Bûldan diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi komîsyonê bi tevahî çareser nabe û anî ziman ku pêdivî bi lihevkirineke berfireh heye.

RÊBER APO: GELEK TIŞT HENE KU JI KOMÎSYONÊ RE VEBÊJIM

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku divê Komîsyona Meclîsê hevdîtin bi Rêber Apo re bike û der barê nîqaşên di vî aliyê de yên di hevdîtina dawî de wiha got: “Niha girîng e ku komîsyon biçe girevê. Ji ber ku hevdîtin bi aktorê pirsgirêkê re pêk bîne. Di aliyê her du milan de jî li holê aktor hene. Vaye Birêz Ocalan heye ku PKK’ê dibêje muzakerevanê me ye sereke ye. Belê, muxatabê rast û aktorê vî karî Birêz Ocalan heye. Li aliyê din Birêz Serokkomar hete, ku dibe ku hewl didin vî karî bi îradeya xwe pêş ve bibin, Birêz Devlet Bahçelî heye, partiyên muxalefet heye, bi taybet Ozgur Ozel heye. DEM Partî heye, hevserokên giştî hene. Ez di wê baweriyê de me ku van wekî aktorên her du milan bi nav bikin wê baş be.

Ji ber vê yekê niha bi aktorên milekî ve hevdîtinê bikin, bi aktorê aliyê din re qet hevdîtinê nekin, nêrînên wî negirin, wekî muxatabê pirsgirêkê nebînin, ev şaşitiyekî mezin e. Ger Birêz Ocalan bang nekiriba, ger ji PKK’ê re negotiba kongreya xwe kom bikin, xwe fesix bikin, gelo wê PKK’ê kongreya xwe kom kiriba û xwe fesix kiriba? Em ê hatiban qonaxa ku em tê de ne? Na, em ê nehatiban. Ev hemû bi banga Birêz Ocalan re çêbûn û li aliyê din rêxistinekî ku wî guhdar dikin hene. Ji ber vê yekê neçûyîna komîsyonê, wekî muxatab nedîtina Birêz Ocalan û guh nedana wî şaşitiyekî mezin e. Niha Birêz Ocalan vê yekê îfade dike; Dibêje, gelek tişt hene ku ez ji komîsyonê re vebêjim. Vê yekê dibêje. Belê, pir tişt hene.”

SERNAVÊ KU RÊBER APO PARVE KIRINE

Bûldan ragihand ku Rêber Apo di hevdîtinê de têkildarî vê mijarê hin sernavan parve kiriye û wiha got: “PKK çima hat avakirin? Me çima serhildan da destpêkirin? PKK çima 50 sal şer kir. Mînak di vê hevdîtinê de dibêje bîlanço pir giran e. Di her du aliyan de jî bi hezaran windahî hene. Bi hezaran leşker jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran Kurd jiyana xwe ji dest dan. Heta îşaret bi min kir. Got, di çareseriya meseleya ku di her du aliyan de jî bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan de ez xwe ji wan re vebêjim; Min çima çareseriyê da destpêkirin? Ez ê vê rabigihînim, vê vebêjim. Em çima pêwîstî bi aştiyê dibînin. Min çima serhildana 50 salî, pevçûna 50 salî û şer bi dawî kir? Min çima pêwîstî bi vê yekê dît? Ez dixwazim vê jî komîsyonê re vebêjim. Dibêje ez naxwazim bi navbeynkariya we, lê bi xwe vebêjim. Niha çima em di nava vê mehê de neçûn? Di rastiyê de me dikarî biçin, lê me hewl da ji bo çûyîna komîsyonê zemînê çêbikin. Komîsyon ha îro biçe, ha sibê biçe, ha heftiya pêşiya me biçe, me taloq kir. Lê me nêrî ku komîsyon naçe. Îradeyeke wiha li holê nîne. Nêzî mehekî çûyîn çênebû. Malbat neçû, parêzer ji xwe naçûm, kes neçû. Ji ber vê yekê me ji nû ve serlêdan kir û me diyar kir ku em dixwazin biçin.”

PIR GIRÎNG E KU KOMÎSYONA BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku pir girîng e ku Komîsyona Meclîsê bi Ocalan re hevdîtinekî pêk bînin û wiha got: “Em nabêjin komîsyon bi tamamî biçe. Em nabêjin ku hemû endamên partiyê bi hev re biçin. Birêz Ocalan jî wiha îfade nake. Em wisa difikirin ku ji her komê nûnerek jî biçe bes e. Ji AKP’ê kesek, ji MHP’ê kesek, ji CHP’ê kesek, ji Yenî Yolê kesek, ji DEM Partiyê kesek. Ger şandeyekî temsîlî ku mînak ji 5- 6 kesan pêk were, yan jî 6-7 kesan pêk were biçin giravê û wekî şandeya komîsyonê hevdîtinê pê re bikin, wê ev yek hem lez bide pêvajoyê hem jî tevkarîyeke erênî bike û zemîna pêşvebirina pêvajoyê amade bike. Di rastiyê de îrade bi giştî di dewletê de ye, wiha bibêjin. Helbet hewldanên Birêz Nûman Kûrtûlmûş pir hêja ye. Hem daxuyaniyên ku kirî, nirxandinên kirî, gelek tevkariyên ku li komîsyonê kiriye, ji xeynî astengkirina zimanê Kurdî girîng in. Astengkirina zimanê Kurdî tiştek cuda ye. Xwezî ne wisa ba. Divê destûr hatiba dayîn ku dayikek me li wê derê bi Kurdî biaxive. Dikarîbû wergervanekê li wê derê heba. Hevalên me jî dikaribûn wê li derê werger bikin. Jixwe xwestine. Destûr nedana vê li gorî min ji bo komîsyonê lekeyek bû. Ev ne tiştekî rast bû.”

Pervîn Bûldan astengiya Komîsyona Meclîsê ya ji bo zimanê Kurdî nirxand û wiha got: “Bi rastî jî gel nêzîkatiya komîsyonê ji bo meseleya Kurdî, nêzîkatiya wan a ji bo zimanê dayikê bi bertekekî mezin pêşwazî kir û bi awayekî mafdar bertekek wiha derket holê. Dikarîbûn bi rêya wergervanekê destûrê bidin axaftina bi Kurdî yên dayikên me. Heta Meral Daniş Beştaş jî gotiye ez dikarim werger bikim. Destûrê nedane vê yekê jî. Birêz Ocalan balê nekişand ser vê mijarê lê bi wateyekî giştî me hevdîtinekî pir dirêj der barê erk û giran tevgerkirina komîsyonê di meseleya derxistina qanûnê de pêk anî. Lê bendewariyek mezin a gelê Kurd heye. Bendewariyên her kesî hene. Gelê me dikare bibêje ku der barê Kurdî, der barê nasnameya me, der barê çanda me, bê ka mijarên sereke yên di çareseriya pirsgirêka Kurd de çi bin, zimanê gelê Kurd, nasnameya gelê Kurd, çanda gelê Kurd, der barê van mijaran hemû de komîsyon tişta ku dikeve ser milê xwe pêk bîne. Lê erkek cuda yê vê komîsyonê heye. Mîsyoneke wî yê cuda heye. Min hewl da vê îfade bikim. Carna tam nayê fêmkirin. Niha ev komîsyon ne komîsyona çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Mînak qanûnên demokratîk, binêrin dema ku tê gotin qanûnên demokratîk Birêz Ocalan vê ji aliyê ku bi temamî pirsgirêka Kurd çareser dike nagire dest. Mînak, em dibêjin civaka demokratîk, qanûnên civaka demokratîk; divê ev veguhere zemînekî ku vê wekî rêxistina civaka sivîl di zemînekî qanûnî de bide rûniştandin û di nava vê zemîna qanûnî de em bikaribin di salên pêş de nîqaşê bikin, qanûnên nû derkevin.

Meseleta demokratîkbûna Tirkiyeyê di rastiyê de derbasî qonaxekî nû ku em dibêjin civaka demokatîk û ev civaka demokratîk jî di zemînekî hiqûqî de tê rûniştandin û di nava vê de jî pênaseyek ya erkê tê kirin û gav tê avêtin, dibe. Niha gav bi gav diçe. Birêz Ocalan wiha jî îfade kir di hevdîtina dawî de. Taktîka ewil qediya. Niha li dorê taktîka duyemîn heye. Taktîka ewil PKK, çeldanîn PKK’ê, xwe fesixkirina PKK’ê, avabûna komîsyonê hwd. Niha qonaxa duyemîn, taktîka duyemîn e. Ev çi ye? Wê qanûn derbikevin, entegrasyon dest pê bike. Qanûnên demokratîkbûnê û qanûnên azadiyan derbikeve. Bi vê re helbet nîqaşên nû çêbibin. Ji ber vê yekê jixwe ne pêkan e ku mirov hemû bi hev re bike, hemû di carekî de çareser bike.

PÊDIVÎ BI AKADEMÎSYENAN HEYE KU BIÇIN GIRAVA ÎMRALIYÊ

Niha, tiştê ku Birêz Ocalan dixwaze bike, an jî dixwaze bicîh bîne, ev e: Divê komîsyon ji bo ku zûtirîn qanûnê derxîne bixebite. Niha, ji bo ku ev çêbibe, divê hin rapor werin nivîsandin û ji bo ku ev rapor werin nivîsandin, divê çend akademîsyen biçin Girava Îmralî. Divê ev yeka berî komîsyonê jî biqewimiya. Ez vê dibêjim ji ber ku Birêz Ocalan behsa wê kir. Em niha li ser vê yekê nîqaş dikin û dixebitin. Ger em bikaribin piştrast bikin ku akademîsyen dikarin biçin raporek amade bikin, bi Birêz Ocalan re nîqaş bikin, raporek amade bikin û pêşkêşî komîsyonê bikin, ji ber ku komîsyon pêdivî bi wê heye. Gava ku ev rapor were weşandin, û piştî ku ew pêşkêşî komîsyonê were kirin, dibe ku komîsyon tavilê biçe giravê, wê hîngê em dikarin bibêjin ku ev mijar li ser bingehek saxlemtir dimeş e.”

OPERASYONÊN LI DIJÎ CHPÊ

Di civîna dawî ya li Îmraliyê da Bûldan nirxandina Rêber Apo ya li ser zextên li ser CHP’ê û muxalefetê jî parve kir. Pervîn Bûldan got: “Niha, bê guman, em ê qet û qet van nemafî û kiryarên neqanûnî yên li dijî CHP’ê nepejirînin û nikarin bipejirînin. Pirsgirêka qeyûman, operasyon, binçavkirin, girtin hûn dizanin, tiştên ku Kurd bi salan e dikişînin me hemûyan gelek caran jiyane û ew hîn jî berdewam dikin. Tiştek nesekiniye an jî bi dawî nebûye. Bi rastî jî ne hêsan e ku merov pêvajoyek ji cihekî ku cenazeyên me hîn jî têne astengkirin, sersaxiyên me hîn jî têne astengkirin û heta miriyan jî bêrêzî tê kirin, birêve bibe. Merov dipirsin: Ji aliyekî ve danûstandinên aştiyê hene, pêvajoyek aştiyê heye, lê ji aliyê din ve, ez nikarim tezmînata zarokê xwe jî bidim an jî sersaxiyên xwe pêşkêş bikim. Astengiyên vê yekê hene, an jî em bibêjin ez nikarim cenazeyê xwe hilgirim, astengiyên vê yekê hene, û hwd.

Bi rastî, tişta ku îro CHP dijî ev e. Me timî ev digot. Me digot ku heke hûn ji Rojava temaşe bikin dema ku qeyûman ji bo Kurdan têne tayînkirin û sibê dema ku qeyûman ji bo Rojava têne tayînkirin, wê hingê hûn ê tenê girîngiya axaftinê fam bikin. Bi hev re an jî helwestek yekgirtî bigirin. Û niha em ê di vê mijarê de bêdeng nemînin. Bê guman DEM Partî li hember hemû nemafî û nezagoniyên ku li ser CHP’ê hatine kirin radiweste.

RÊVEBER Û ALÎGIRÊN CHP’Ê DIVÊ LI AŞTIYÊ XWEDÎ DERKEVIN

Di vê gavê de, di vê rewşê de, ji aliyekî ve aştî û demokratîkbûn heye lê ji aliyê din ve tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên ku xwemalî partiyek dinê, operasyonek li dijî partiyek dine heye, ev di rastiyê da derbeyek li aştiyê ye. Ew dikare wekî sabotekirina aştiyê, wekî dînamîtê ku wê xira dike jî were fêm kirin. Merov bi vî rengî vê şîrove dikin.

Niha alîgirên CHP’ê jî bi vî rengî dinêrin. Kurdên alîgirên DEM Partiyê jî bi vî rengî dinêrin. Ji ber vê yekê, ez bi rastî bawer dikim ku xizmeta herî mezin a ku ji bo vê pêvajoya aştiyê were kirin, rawestandina tavilê ya van operasyonan, berdana bilez a hemû şaredarên ku li dewsa wan qeyûman hatine tayînkirin, Ahmet Turk, Ahmet Ozer, û Birêz Îmamoglû  û her wiha vegerandina tavilê ya kesên ku wekî qeyûman hatine tayîn kirin e.

Divê hikûmet niha vê bifikire: Ez bawer dikim ku ev aştî ji bo gelên Kurd û Tirk bi salan e bûye têkoşîneke lareşî (qangren). Wekî ku Birêz Ocalan got, ev aştîyeke pir dijwar e. Destwerdanên piçûk ên cerahî pêwîst in. Di rewşeke wiha de ku ew angaşt dike ku em tenê dikarin bi vî rengî aştiyê bi dest bixin, bi raya min divê hemû alî zemînê ji bo beşdarbûna di pêvajoyê da biafirînin. Niha, ji aliyekî ve CHP dê rastî êrîşê bê û ji aliyê din ve hûn ê di demokratîkbûnê de xwedî gotin bin. Ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dê gav bên avêtin. Niha, ez bi rastî bawer dikim ku hem alîgirên CHP’ê û hem jî serokatiya CHP’ê divê aştiyê bi tevahî hembêz bikin da ku pêşî li van hemûyan bigirin. Ji bo pabendbûneke xurtir ji bo komîsyonê, pabendbûneke xurtir ji bo pêvajoya aştiyê. Hûn dixwazin di pêşerojê de li ser desthilatdariyê bin? Niyetên we yên wisa hene? Wê demê hûn ê xwediyê vê pêvajoyê bin.

PÊDIVİYA AŞITİYÊ BI CIVAKÎBÛNÊ HEYE

Niha, wekî hûn dizanin, dem bi dem daxuyanî hatine dayîn, hem ji hêla Birêz Ozgur Ozel hem ji hêla rayedarên CHP’ê û hem jî ji hêla endamên komîsyonê ve. Endamekî komîsyonê diyar kir ku çûna giravê xeta me ya sor e. Piştgiriya ku niha tê dayîn girîng e. Ez ê li dijî vê yekê dernekevim. Ew hêja ye. Bi rastî jî hêja ye, lê divê ew pir bêtir li ber xwe bidin. Heke niha aştî were, ev operasyon dê rawestin. Heke aştî were, dê qeyûm rawestin. Birêz Ocalan jixwe diyar dike ku divê hemî beşên civakê ji bo aştiyê li ber xwe bidin, lê divê partiya sereke ya muxalefetê hîn bêtir li ber xwe bide. Ji ber ku îro, ew in yên ku herî zêde hedef tên girtin. Ji ber ku îro CHP ye ku bi operasyonan re rû bi rû ye.

Wekî tê zanîn qeyûm hene û îro qeyûmek ji bo navenda bajarekê hat tayînkirin û hwd. Em bawer dikin ku ji bo pêşîgirtina li van hemûyan, divê CHP bi hemî hêza xwe vê yekê hembêz bike. Rêyek din tine. Operasyonek di rê de ye. Gotina, ‘Ez nikarim li vir bim dema ku operasyon di rê de ye’, dê vê rewşê xilas neke. Bi rastî jî wisa nabe. Divê em bêtir li ber xwe bidin. Divê em bêtir beşdar bibin. Em ji niha ve bi hemû partiyan re di têkiliyê de ne. Em bi CHP, MHP û AKP’ê re dicivin. Em vê yekê ji hemû partiyan re rave dikin. Em girîngiya pêvajoyê, girîngiya aştiyê û van hemûyan rave dikin, lê bê guman, em ê berdewam bikin. Ji ber ku aştî pêdivî bi civakîbûnê heye.

‘GEL JÎ, SIYASETMEDAR JÎ AMADE NE’

Girîng e ku her kes vê yekê dahurîne û di vî warî de erk û berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Em vê dizanin. Ew dibêje, bibêjin. Ji her kesî re bibêjin.  Girîngiya aştiyê, qîmeta aştiyê, wateya wê, ji ber pevçûnan çi hatiye windakirin, lêçûna pêvçûnan a ji bo vî welatî, lêçûna şer a ji bo vî welatî, li her derê bibêjin. Vaye DEM Partî vê yekê dike. Mînak, li hemû bajaran civînên gel, mîtîng, panelên ku pêvajoyê rave dikin û gelek tiştên din li dar dixin. Lê ev ne mijareke ku tenê DEM Partî bike û bi DEM Partiyê re wê bi ser bikeve ye. Em difikirin ku divê hemû partî bi heman hesasiyetê nêzî vê mijarê bibin. Yanî divê CHP vê yekê bike, divê AKP vê yekê bike û divê MHP vê yekê bike. Em dibînin û çavdêrî dikin ku AKP û MHP ji bo endamên xwe bername derxistine, lê ew jî têrê nake. Ji bo civînên bi gel re, ji bo şirovekirina vê yekê ji gel re û ji bo komkirina gel li ser vê mijarê, hewceyî bi gelek bernameyên din hene. Ez ji sala 2015’an mînakekê bidim. Dibe ku yek ji mezintirîn sedemên ku sala 2015’an bi ser biketa ew bû ku gel amade bû, lê siyasetmedar ne amade bûn. Niha, siyasetmedar amade ne û gel jî amade ye. Tenê bila siyasetmedar biçin cem gel. Belê, bawerî pir girîng e. Yanî bawerî pê anîn, di çareserkirina vê pirsgirêkê de ji hev bawerkirin, ger her kes vê pirsgirêkê ji endamên xwe re bibêje û civakê ji bo wê amade bike, em ê bi lez pêş ve biçin û wê pêş bikeve.”

RÊBER APO: ROJAVA XETA ME YA SOR E!

Pervîn Bûldan got ku Rêber Apo pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li Sûriyeyê bi xwe nirxandiye. Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Apo van pêşketinan bi şandeya dewletê re nîqaş kiriye û got: “Ez dizanim ku wî çend caran bi me re, bi şandeya DEM Partiyê re li ser siyaseta Tirkiyeyê nîqaş kiriye. ‘Sûriye û Rojava xeta min a sor in. Ev ji bo min mijarek cuda ye.’ Bi gotineke din, wî çend caran di der barê Sûriyê de ev biryar daye. Lê ez dixwazim balê bikişînim ser ku wî di der barê Sûriye û Rojava de bi me re ti nirxandin nekiriye.

Wî di serî de bi şandeya dewletê re li ser vê mijarê nîqaş kiriye, li wir li ser mijarê nîqaş kiriye, û heta diyar kiriye ku ew girîngiyê dide avakirina têkiliyê bi wan re heke derfet çêbibe. Belê, wî çend caran girîngiya têkiliyê bi Rojava re tekez kiriye. Wî diyar kiriye ku ew dixwaze bi wan re biaxive, bi wan re nîqaş bike û rêya ku were şopandin û biryara ku li ser vê mijarê were girtin bi wan re nîqaş bike û binirxîne. Ev hîn çênebûye, lê heke em pêşketinê çêbikin, heke derfet bi pêşveçûna pêvajoyê re çêbibe, dibe ku heke em bi rayedarên Rojava re hevdîtin û têkiliyên xwe bikin, ez difikirim ku pirsgirêk dê hêsantir çareser bibe.”

‘ROJAVA HESASIYETA HERÎ MEZIN A GELÊ KURD E’

Pervîn Bûldan îşaret bi daxuyaniyên desthilatê yên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ev nirxandin kir: “Di vî warî de divê Tirkiye yanî di meseleya Rojava û Sûriyeyê de cihê xwe li gel Kurdan bigre. Niha wêdekirina Kurdan li wê derê, operasyoneke li ser Kurdan û beralîkirina destkeftiyên gelê Kurd ti feydeyê nade Tirkiyeyê û Kurdên li Tirkiyeyê jî vê yekê qebûl nake. Divê ev bi vî rengî were fêmkirin û ji bo çareserkirina vê meseleyê pêwîstî bi rê û rêbazên rast, ez bawer im ku pêwîstî bi ramana bi aqil û biryarên rast heye. Ji bo vê yekê geşedanên li Sûriyeyê, peyamên li wir, hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re û hwd., ev hemû ji aliye Tirkiyeyê ve ji nêz ve tên şopandin. Lê di vî warî de Kurd pir hesas in. Rojava hesasiyeta herî mezin a gelê Kurd e. Ji bo vê yekê, em li Tirkiyeyê her çiqas di qada demokratîkbûnê de gavan biavêjin jî, windahiyek biçûk a li Rojava, operasyonek li wir, wê di nava gelê Kurd de bibe sedema hilweşandinek mezin. Ji ber vê yekê, ne ev tê qebûlkirin û ne jî ev rêbaz jî aliyê ti kesî ve tê qebûlkirin. Ewilî Birêz Ocalan vê qebûl nake. Ez bawer dikim ku eger Tirkiye li kêleka gelê Kurd rawest e, hurmetê ji deskeftiyên gelê Kurd re bigre, mafê gelê Kurd ê ku li her qadê û li her herêmê bi destkeftiyên xwe, bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe, bi çanda xwe bijî nas bike û bi nêzîkatiyeke ku vê yekê li ser zemîneke demokratîk bi awayên qanûnî û destûrî çareser bike, wê dîsa Tirkiye bi ser bikeve. Ji ber vê yekê, ne ji cihekî windakirî an jî wendaker, lê ji cihekî serkeftî û serkeftinê bi dest xistî, bi mutabaqateke hevpar ev mesele bê guman dikare bê çareserkirin, nêzîkatiyek wiha dikare bê kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Efganîstanê dîsa erd hejiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Semsûrê şîna ji bo Onder hatî danîn bi dawî bû

Şîna ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li Semsûrê hatî danîn, di…

Ji aliyê Stêrk TV

3 girtî hatin sirgûnkirin

TÛAY-DER Çûkûrova ragihand ku li 2 girtîgehan 3 girtiyên di greva birçîbûnê de sirgûnî girtîgehên…

Ji aliyê Stêrk TV

Hatîmogûllari: Bêyî naskirina sînoran têkoşîn para me ya hevpar e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komxebata Koma Xebatê ya Wekheviya Zayenda Civakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Efganîstanê dîsa erd hejiya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Helebceyê bi pileya 4’an erd hejiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Tevgera Ciwanên Şoreşger Çiya Rizgar bi ‘rêzdarî û minetdarî’ bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG: Divê êrîşa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend bê eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?