Di girtekên hevdîtina Rêber Apo û Komîsyona Meclîsê de têkildarî hêzên çekdarî û parastinê yên Kurdan de Rêber Apo daxuyaniyek pir zelal dide. Di rûpela 11emîn a girtekan de Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz pirsa, “Di çarçoveya demokrasiyê herêmî de, hêzek parastinê heye?” dike. Rêber Apo li ser vê pirsê bersiva, “Dê di her hêla ewlehiyê de (behsa QSD û Asayişê dike) hêz hebe. Li Sûriyê lihevhatina her du hêzan pêwist e. Li Sûriyê neteweperestî xurt e. Kirinên ku malbata Esad li Sûriyê kirine li holê ne, heke şert û mercên demokratîk neyên pêkanîn de Ehmed el-Şara jî sibê veguhere dîktatorekê” dide.
‘JI BO DEWLETÊ JÎ DEMOKRASIYA HERÊMÎ PÊWÎST E’
Li gorî girtekan, Rêber Apo,demokrasiya herêmî ji bo dewletê jî wekî pêwistiyekê dibîne û ev tişt dibêje: “Ev ji bo dewletê bi qasî hêzên unîter ên navendî demokrasiya herêmî ya xwecihî jî hewce ye, yek nebe dê ya din jî nebe.”

